Bi tirkmancî (ji tirk û paşkoka (kurd)mancî) ve litevîhevkirina tirkî û kurmancî li bakurê Kurdistanê têye rexnekirin. Dîmena deynkirinê ji tirkî û tesîra vê ya ferhengokî li ser kurmancî, di demajoya standardkirina kurmancî de yek ji mijarên giring e. Bikaranîna "tirkmancî" di çapemenî û çandê de, bihêz tê rexnekirin (bb. Paqijkirina zimanî). Di vê kontekstê de ciyawaziya navbera devokên kurmancî û zimanê nivîsariyê jî xuya dibe. Lewre di devokên kurmancî yên ku hevparên cografî bi devokên romîkî re ne (bitaybet hemî devokên Kurmanciya Rojava xeynî Efrînkî, devoka Serhedê û devokên bajêrî) tesîra romîkî ji jêgirtiyan derbas dibe, heya hevoksaziyê û tewanga lêkeran diçe. Belê di kurmanciya nûjen de ya ku di çapemeniya kurdî bandêr e, peyvên ji romîkî kêm in.

Peyvên Tirkmancî (Mînak) biguhêre

  • Fahm dikim , Anlamîş dikim
  • Difikirim , Duşunmîş dibim
  • Di pîvim , Tartmîş dikim
  • Dinvîsim, Yazmîş dikim
  • Temaşe dikim, Îzlemîş dikim û hwd.

Girêdayinên Derve biguhêre