Şablon Erzincan biguhêre

Merheba bikarhênerê Wîkîpediya kurdî, gelo ma hûn dikarin şablonekî çê bikin ku bikarhênerekî ji erzincanê ye. Ezê pir şa bim. Ereğlı24 (gotûbêj) 00:11, 10 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide

Merheba @Ereğlı24, bi xêr hatî! Va ye şablon {{Bikarhêner Ezirgan}} hazir e. --Balyozxane (gotûbêj). 00:18, 10 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide
Pir spas dikim ji bo îşê te, ezê niha bikaranî bidim. Evar baş. Ereğlı24 (gotûbêj) 00:23, 10 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide
Evar baş! --Balyozxane (gotûbêj). 00:31, 10 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide

Xirabkirina dewlemendbûna zimanê kurdiya kurmancî biguhêre

Silav @Balyozxane, pirsê min ev e ku hûn çima dewlemendbûna zimanê kurdî evqas xirab dikin? Çima hewce dibe ku mîrovekî ne kurdîaxiv tiştek ji zimanê me jî fem bike? Yane, heger mîrov dikare bi kurdî biaxiva û li ser delal û dewlemendbûna zimanê me hirmet dide, yan jî mîrov nikare bi kurdî biavixa. Ev peyvên wek „Heywan“, „înkar“, „ansansor“, „telebe“ û behtir jî, hemî peyvên ji siyaseta asîmîlasyonê ne, heger ku kesekî dixwaze bi kurdî biaxiva, ji vî re lazim e ku kurdî wek hebûna xwe bi xwendin bide. Em kurd in û ev ne peyvên zimanê me ne! Dem baş. 2001:871:210:E1C9:7905:C5E3:ECB9:6B17 15:32, 21 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide

Na heval, ev kelîme ji mêj ve ye ku di kurdî de tên bikaranîn. Ne ku ji ber asîmîlasyonê ketinê zimanê me. Ji bo min ê ku muhîm fêmkirin e. Gelê me niha ti tişt ji zimanê kurdî fêm nakin ji ber kesên wekî te ku ji her kelîmeya xerîb re dibêjin "ne kurdî ye şûnda wê em kelîmeyeke nû çêkin". Bi vî awayî zimanekî sunî çêbûye ku gel ti tişt jê fêm nake. Divê gel ji zimanê xwe dûr nebin. Kurmancî li bakur ber bi mirinê diçe. Pêşî em zimanê xwe rizgar bikin dûre kengî welatekî me çêbû ku em di mekteban de ji zarên xwe re dersên kurdî bidin, hingê em dikarin dest bi paqijkirina zimên bikin. Lê niha derfeteke me ya wisa nîne. Loma çiqas fêmkirina ziman hêsan be ewqas baş e. --Balyozxane (gotûbêj). 15:40, 21 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide
Yane heval, heman demê de tu dibejî ku kurmanciyekî standart tune, lê kurmanciya tenê bi peyvên kurdî jî ne standart e? Heger ku naye zanin kiçar kurmancî standart e, çima em zimanekî bi peyvên ne kurdî bikaranî didin? Sedsal em ketine ve qederê, çima em ne dixwazim xwe dûr ji peyvên erebî û tirkî bikin? Çavkaniyekî heye li cem te ku gotina te ku kesên wekî “ez“ şûnda peyvên fermî a kurmancî, peyvekî nû çêdikin? Gelo, ev peyvên wekî gorî te ji kesên wekî min hatiye çekirin, peyvên ji zaravaya kurmanciya behdînî ne. Bila ev peyvên tirkî û erebî nekevine zimanê me yê delal û em li vir siyasetekî tenê ji bo eleqeyên û pêşveçûna kurdan bidin. Dîsa jî dibejim, heger kesî bi kurdî rastûrast ne zane, bila dest ji axivtina ve zimanê jî berde. Mafê min tuneye ku ez zimanekî ku wekî di versiyona xwe di Xeberan, Medya û li herêma Kurdistanê ya Iraqê cûda bikim û bi xweşiya xwe peyv lê zedê bikim, seba ku tenê ez herî baştirîn fem bikim. Ev pir jaro ye. 2001:871:210:E1C9:B832:56DF:BA87:D7F2 16:38, 21 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide
Silav bira, di warê metirsiya te de te ez baş fem dikim. Ez wiha difikirim nezanîna gelê me yê zimanê kurdî ne ji peyvên çêkirî ye. Tu îro bi kurdî ya nav gel jî binivîsî mixabin kêmasiya gelê me di warê xwendin û nivîsandinê de gelekin. Ne tenê bi kurdî gelê me ji xwendina tirkî jî xwe bêpar dihêlin. Hemî ev kêmasî ne sucê wîkîpediyayê ye. Ji bo nivîsandina kurdî em forma heyî biparêzin edî çêtir e. Ji bo her xebatê divê mirov bi stratejî, bi sebir û yek rêzî here. Ew çax mirov êdî biser dikeve. Penaber49 (gotûbêj) 16:41, 21 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide
Li gorî dîtinên min li gorê du sê salên borî gel di gelek waran de şiyar bûye. Divê em xemsar nebin. Asîmîlasyona herî dijwar di vî serdemê de pêk hat lê dîsa kurd xilas nebûn zimanê kurdî winda nebû. Ev sed sale ku li gel hemî derfetên dewletê rewşa zimanê tirkî jî ewqasî pêşketî nîne. Çavkaniyên wîkîpediya tirkî ez dikarim bêjim ku ji sedî 90 çavkanyên wîkîpediya îngilîzî ye. Hinek car ez dixwazim ku çavkaniyên bi tirkî bibînim bawer bike tine û nayên dîtin. Penaber49 (gotûbêj) 16:54, 21 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide
@Penaber49 Ez jî nabêjim "problem tenê kelîmeyên çêkirî ye". Gelek problem hene û di ser de îcar kelîmeyên çêkirî tiştê zor zortir dike. Tarîx heye û li çar aliyê wêlet tê fêmkirin çima em diçin kelîmeyeke çêkirî ya "dîrok" a ku di 1930an de di soranî dedi kurmancî de--Balyozxane (gotûbêj). 22:46, 21 sibat 2024 (UTC) hatiye çêkirin û ketiye nivîsên kurmancan ku soran jî dev ji vê kelîmeyê berdane û dibêjin "mejû", lê kurmancên qaşo entelektuel dibêjin tarîx erebî ye nabe ku em bi kar bînin. Kitêb herkes fêm dike lê dîsa jî em diçin dibêjin pirtûk, û kesên ku nû dest bi xwendina kurdî dikin gelek zor li wan dibe wextê gelek kelîmeyên çêkirî di kitêbekê de hebe. --Balyozxane (gotûbêj). 17:08, 21 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide
@Penaber49 Asîmîlasyona herî zor niha derbas dibe. Berê tirkî neketibû gundan. Tenê di nav bajêr de dihat xeberdan. Lê niha bi saya televîyonan tirkî ketiya mala gelek kurdan û nifşa nû bi piranî kurdî nizanin. Piştî dê û bavên me herin rehmetê, ka te bibîne çend kes kurmancî xeber didin. --Balyozxane (gotûbêj). 17:11, 21 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide
Silav bira her çiqas li hemberê me polîtkayên asîmîlasyonê şid bikin ez hêviya xwe winda nakim. Ka bênir welat ji serî heta binî tev birçî mane. Aboriya dewletê di ber polîtkayê asîmîlasyonê neda o îro top avêtine :) ger wiha here ez texmîn dikim ku berê asîmîlasyonê dewlet ji holê rabe :) rewşa wan niha ji rewşa me xirabtir e.
Di warê peyva dîrok an tarîx de baş an nebaş formeke ku em pê hev du fem dikin heye. Divê mijarê de ez dibêjim em forma heyî biparêzin dê edî çêtir be. Wek tu jî dizanî forma niha ji medyayê bigire heya nivîsa pirtûkan tê bikaranîn. Min di warê navê gotaran li polîtîkayên wîkîpediyaya tirkî nihêrî bi rastî polîtikayek baş û zelal nivîsîne. Min dest bi wergêra polîtkayê kir û ez dixwazim heman polîtîka em jî bikarbînin dê baştir be. Penaber49 (gotûbêj) 18:57, 21 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide
Êvar baş hevalno
@Balyozxaneû@Penaber49
. Mixabin bikarhênerê li jorê bê nav e. Lewma ez nikarim navê wî jî etîket bikim. Rewşa zimanê me tenê bi bikaranîna peyvên deynkirî çarser nabe . Zimanên bê peyvên deynkirî tun in . Em mesela dikarin li ser Wîkîpediyaya kurdî sernavên gotarên dibistan jî wek mekteb an jî pirtûk wek kitêb biguherînin. Lê ew pirsgirêk dîsa wisa çareser nabe. Her wiha wisa zirarek li ser zimanê kurdî dibe . Her wiha zirar dibe ku em sernavê gotara siyaset aniha wek ramyarî biguherînin . Zimanê kurdî ne tenê zimanê gel e . Kesê ku zimanê medyayan jî paşguh dike ew jî zirar dike . Mesela hemû tirk peyvên hayat û yaşam nas dikin . Herdu peyv hemwate ne . Yek erebî ye yek jî tirkî. Yanî problem ne peyvên ku hin mirov wek kurdiya akademîk bi nav dikin . Problem zordestî û nijadperestiya li hemberê kurd û zimanê kurdî ne . Avestaboy (gotûbêj) 19:01, 21 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide
Ez dizanim ku halê me pir zor e heya ku em kurd nebin yek û 20 partiyên navbera xwe çêdikin û hîn jî aliyê dijminên me re dikin. Lê ev firseta me ye li vir ku em zimanekî zelal bidin nişan. Biraderê @Balyozxane, li min meqere, lê min hinek bipirs dike ku tu fîkr didî ku fêmkirina te an bi navçeya te bi kurdî ji bo hemî kurdan re eynî ye. Gelo, carek televîsyona kurdî wekî qanalên Rudaw an Sterk TV ma kesî ji me zimanê van niha fêm nakî ma çi? Birader Binere, bi hirmet, karê te gelek baş e, lê dibe ku zimanekî bi dem re cûda dibe. Em dizanin ku formeke kurdiya standart ji dîroka me, çavkaniyên xwe pir kêm in. Jiber ku çavkaniyên îro heye wekî medyayên kurdî, em dikarin zimanê xwe bi van re yek bikin, cûdahî tuneye jî ku dê û bavên me rojekî biçinê rehmetê jî, dîsa jî kes bi kurdî nezane, bila kurdiya bi peyvên erebî an tirkî, an kurdî bi tenê peyvên kurdî be. Ji bo ku ez kurdekî ji Colêmergê me, ji min re kurdiya bi peyvên kurdî awayekî baştir e, çimgi ev zimanê îro û ya medya ye e û hîn jî, di heremên Serhedê û Botanê, ev forma te bikaranîn, jiber ku ev herdû heremên jî kurdiya herî zelal diaxivin. Gelo, hûn dibejin ku peyvên wek „dîrok“ di sala 1930an peyvekî çêkirî ye ji aliyê kurdên soranîaxiv, çavkaniya te heye? 2001:871:210:E1C9:B832:56DF:BA87:D7F2 18:59, 21 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide
Ka tu kî yî pêşî bikeve hesabê xwe em karibin cewabê bidin te. Wisa nikarim navê te etîket bikim. Ez ê cewabê hemû pirsên te piştre bidim --Balyozxane (gotûbêj). 19:08, 21 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide
Mixabin, ez nizanim çawa profîleke çekim lê ez kontrol dikim ku wê bersiv da. Min hinek rûpelên ji xwe re xwend û ez cûda bûm ku min peyvên tirkî û erebî di gotara de dît, piştre min bikarhênerî ku ev peyvên lê zedê kir jî dît. Tenê li vir im ku hevalê @Balyozxane bal bikim li ser wê çewtiyê ku li gorî çavên xwe yên kurd rast in. Kerem kin û tenê dest ji wan peyvan berdin, ev zimanê me xirab dike, ti tekîliyên axivtinên kurdên Bakur re tune, ji ber ku li Bakur jî dibistanên fermî bi kurdî jî tunen. Jiber ve em firseta xwe li vir bikaranî bidin û kurdî wek formekî zelal tenê bi nivîsê bidin. Kesekî kurd ku kurmanciyekî bi peyvên erebî û tirkî bikaranî, ne çavkaniya wîkîpediya kurdî ye. Bila ev kes nivîskarekî kurd be jî, ne kes ji wan zimanê kurdî li dibistanê xwend. Em re gorî kurdên Iraqê eyar bikin, ev kes in ku kurdî bi fermî hîn kirin û heger ku çavkaniya te jî tine be jibo etîmilojiya peyvê „Dîrok“ re, bila jî peyvekî „çekirî“ be, dîsa ev niha bi fermî li herêma Kurdistana Iraqê û li medyayên kurd ji her çar parçeyên Kurdistan teye bikaranîn. Bila ev cîh xwe dûr nexe ji zimanê medya û dibistanên fermî. Spas. 2001:871:210:E1C9:B832:56DF:BA87:D7F2 19:52, 21 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide
Hevalê colemêrgî tu bi xêr hatî. Ji kerema xwe ji xwe re profîlek li ser wîkîpediyayê çêke ku mirov bikare te etîketê niqaşan bike ku ji te re danezan bê. Penaber49 (gotûbêj) 19:12, 21 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide
Niha profîlekî min çê bû. Colemêrgî30 (gotûbêj) 20:01, 21 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide
Tu bi xêr hatî hevalê @Colemêrgî30 . Gelo tu dixwazî ji bo Wîkîpediyaya kurdî binivîsî ? Mixabin rewşa zimanê me ne rind e . Lewma hemû alîkarî baş e . Hêvî dikim ku wisa zimanê me dewlemend û bihêz be. Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 21:02, 21 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide

@Colemêrgî30: Li Herêma Kurdistanê kelîmeya mêjû êdî zêdetir tê bikaranîn. Ji bo etîmolojiya dîrokê dikarî li rûpela Dîrok#Etîmolojî binêrî. Her tişt bi çavkanî hatiye nivîsin. Çavkaniya min a sereke ev e:

Ez vê kitêbê "Hassanpour, Amir (1992). Nationalism and language in Kurdistan, 1918-1985" pêşniyaz dikim gelek kelîmeyên ku em dibêjin orîjînal kurdî ne bi rastî kelîmeyên çêkirî ne. Dîsa jî ez nabêjim em ti kelîmeya soranî/behdînî/çêkirî bi kar neyînin. Gelek caran em nikarin tenê bi zimanê xelkê gotarên zanistî binivîsin. Ya ku ez dibêjim ev e ku em pêşî kelîmeyên ku li çar aliyê welêt tên zanîn bi kar bînin, wekî kitêb şûnda pirtûk, qelem şûnda pênûs (kelîmeya ku herî zêde jê nefret dikim ev e, wekî penîs e kî ev kelîme çêkiribe xwedê aqilê bide), telebe şûnda xwendekar, milet şûnda netewe. Bi vî awayî em ê hem zimanê Wîkîpediyayê nêzîkî xelk bikin hem jî ziman nebe çorbeya ceribandinên zimanî.

@Colemêrgî30: Tu dibêjî "Bila ev cîh xwe dûr nexe ji zimanê medya û dibistanên fermî" lê belê li Başûr, gelek kelîmeyên tirkî jî tên bikaranîn bi taybetî "yasa" û "akincî". Berê gelek kes kelîmeya "ol" bi kar dianî lê êdî ewqas nayê bikaranîn di nav medyayê de. Yên bakurî xwe ji kelîmeyên tirkî dixwazin paqij bikin, yên başûrî kelîmeyên erebî hez nakin, yên rojhilatî kelîmeyên farisî hez nakin. Dê bêje ev çi hal e. Ti ziman bêyî deynkirinên ji zimanên din nikare zimanekî formel çêke. Em ji fezayê nehatin vir, ev çend sedsal in em bi wan re dijîn, tabî kî tiştekî normal e em kelîmeyên wan hîn bibin û ew jî kelîmeyên me hîn bibin. Eger tu dijmintiya kelîmeyan bikî û zimanê xwe ji kelîmeyên xerîb paqij bikî, di destê te de zimanekî çêkirok wekî esperanto tenê bimîne ku tenê ji aliyê kesên ku dixwazin vî zimanî hîn bibin dikarin xeber bidin. Va ye binêre halê tirkî. Her daîm dixwazin zimanê xwe paqij bikin lê şûnda wê zimanekî ewqas qels çêkirine îcar çi bikin jî zimanê wan zengîn nabe.--Balyozxane (gotûbêj). 22:46, 21 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide

@Avestaboy: Te gotiye "Yanî problem ne peyvên ku hin mirov wek kurdiya akademîk bi nav dikin . Problem zordestî û nijadperestiya li hemberê kurd û zimanê kurdî ne." Erê ez jî bi te re me di vê gotinê te de. Lê cihê ku em ji gev vediqetin ev e ku te çavên xwe ji asîmîlasyona gelê xwe girtiye. Ne xema te ye, xelk ji zimanê te fêm dike an na. Eger hez bikin fêm bikin, ew ê herin her tim ferheng bixwînin ku karibin fêm bikin. Dîsa jî ez te pîroz dikim ku te dest ji bikaranîna kelîmeyên wekî ramyarî, bîrdozî berdane. Mala te ava!--Balyozxane (gotûbêj). 22:46, 21 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide

@Penaber49: Tu gotiye "Di warê peyva dîrok an tarîx de baş an nebaş formeke ku em pê hev du fem dikin heye. Divê mijarê de ez dibêjim em forma heyî biparêzin dê edî çêtir be." heta ku xelk kelîmeyeke nizanibe ew nabe forma heyî. Niha dîrok tenê ji aliyê kurmancên ku dixwazin zimanê xwe ji kelîmeyên xerîb paqij bikin tên bikaranîn. Wêje û pirtûk jî wisa ye gelek edebiyatvanên me wekî Firat Cewerî, Weşanên Avestayê dev ji bikaranîna wan kelîmeyan berdane û ev jî hêviyê dide min ku hîn wext heye em dikarin kurmanciya reş biparêzin. Herwiha berî ku rûpelek be dîrektîva Wîkîpediyayê eger ne tiştekî nîqaşbar be divê dengdan li ser were lidarxistin, hay jê hebe. --Balyozxane (gotûbêj). 22:46, 21 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide

Silav û rojbaş dîsa, heval ev çavkaniya te bixwe ne emîn e ku peyva „dîrok“ ji ku teyê. Tê min jî fêm nekir, gelo ez dibejim em nikarin formeke cûda a kurmancî li vir bikaranîn bidin. Gotina min ev e ku em xwe dûr nexin ji formên kurdî a sosyal-medya, televîsyon an jî ferhêngên îroyîn. Gelo, çi çewt e ku kurdên me peyvên tirkî wekî li Bakur û peyvên erebî wekî li Sûriye û Iraqê dixwazin xwe dûr bidin? Mistefê Qemal Atatirk, bi damezrîna komara tirkî jî zimanê tirkî ji peyvên wek erebî û tirkî jêbir. Çima û çawa zimanekî kalîtelîbûna xwe winda dike, heger ku di ve zimanê peyvên ji zimanên din nînen? Gelo, ev fîkr ku peyvên wek „dîrok“, peyvekî çêkirî ye? Jibo fîkrê te ti çavkanî tuneyê û li min meqere jî ji bo ve rastî. Gelo, çawa zimanê medya, dibistanan û di herêmên me de jî wekî li Rojava an li Başur çewt dibin, em ser van binerin û zimanê xwe jî gorî van eyar bikin. Kesekî mîna Firat Cewerî bi kurdî jî ne xwendiye, bi taybetî ji dê û bavê xwe hîn kir, wekî ev jî jibo sedemên wek siyasetê asîmîlasyonê li Tirkiye zor e, jiber ve ev ne çavkanî ye. Bila cîhan xwêş û tenêbûna zimanê me bibîna. Colemêrgî30 (gotûbêj) 09:48, 22 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide
@Colemêrgî30 Di çavkaniyê de rasterast dibêje "rival coinage dîrîk/dîrok" yanî coinage=kelîmeya çêkirî. Eger te çavên xwe ji rastiyê re girtibe, ez çi bibêjim jî ferq nake. Tu dibêjî tirk zimanê xwe paqij kirin û ew tiştekî baş e lê niha ti tişt ji zimanê xwe yê berê fêm nakin. Dîsa jî em bibêjin temam tiştekî baş e lê niha derfetên me wekî ya tirkan nîne ku em bi darê zorê zimanê xwe hînî gel bikin loma eger tu bi hezaran kelîmeyên çêkirî yên ku xelk nizane bi kar bînî, tu yê xelk ji zimên dûr bixî. --Balyozxane (gotûbêj). 10:23, 22 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide
Çavkaniya te her guhertinên peyvan ku tu dikî temam nake, tu çima ev fêm nakî? Çima tu fêm nakî ku ev zimanê jiyana sosyal li herêma Kurdistanê ye û tu nikarî li vir dijiya van bibî. Fêm bike, tu dibejî ku ez, medyayên kurdî û dibastanên kurdî xelk ji zimên dûr dixin? Gelo, tu ev bawer dikî? Dest ji bikaranîna peyvên tirkî an erebî bermede temam? Lê eynî dem de, peyvên kurdî jê meke. Dem baş! Colemêrgî30 (gotûbêj) 10:29, 22 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide
Te li kû derê dîtiye ku ez kelîmeyên kurdî jê dibim? Ez tenê gotarên ku min bixwe nivîsandinê diguherînim. Eger min nenivîsandibe ez ti kelîme naguherînim tenê sererast dikim. --Balyozxane (gotûbêj). 10:33, 22 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide
Balê, bila jî gotarên te bin. Ez dibejim tu peyvên wek ne kurdî, peyvên wek di warên fermî wek xeberan û dibistanan naye bikaranîn, tu bikaranî. Heva derdê min e. Dest ji peyvên telebe berde, kes ji kurdên Bakur û sê parçeyên din ve peyve bikar nade, çara din henê wek xwendekar. Peyvên ku gorî te „Peyvên çêkirî“ in, îro ji aliyê rêxistinên kurdî jî tenê ten bikaranîn. Ev forma te ya kurdî ji demekê ye ku kurd serxwebûn nebû û ev jî bi sedsalan dirêj e. Ev kurdiya îro bi peyvên xwe a delal, kurdiya demê me ye û ezê her rê dest bikim ku ve zimanê di xweşiyê xwe de biparezim.
Ansansor ❌ = Hilanok
Telebe ❌ = Xwendekar
Kelîme ❌ = Peyv
Dest ji peyvên tirkî û erebî berdin. Peyvên wek ji zimanê farisî bi zimanê me re yek in, jiber ku zimanê me endamekî malbat-zimanê hîndo-îranî yê. Colemêrgî30 (gotûbêj) 12:29, 22 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide
@Colemêrgî30 Eger ji sernavê gotarekê ne razî bî, dikarî dengdan çêkî lê belê tu nikarî zimanê me ji me re qedexe bikî.
Not: Ev çend car in tu kelîmeya "xeber" bi kar tînî gelo tu hîn fêr nebûye ku bi "zimanê aqademîq" jê re "nûçe" tê gotin   Ewqas behsa medyayê dikî ma tu ti car wana naxwînî? --Balyozxane (gotûbêj). 12:43, 22 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide
Temam tu rast î, peyva „xeber“ jî ne kurdî ye, ev xeletiya min e, bibore. Lê gelo, dîsa jî ti peyvên ku tu dixwazî bikar bînî bila li sitranên kurdî de jî tune ye. Tu carek fîkr bide ser ve yekê, çimgi bersivên te ev rastî cûda nakin ku zimanê me xirab û parçe dibe, heger ku em li vir formeke ne fermî a kurmancî bikar bînin. Spas dikim, roj baş. Colemêrgî30 (gotûbêj) 14:03, 22 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide
@Colemêrgî30 Xeletî, fîkr, xirab, parçe hemû erebî ne. Çima van kelîmeyan bi kar tînî? Bêyî deynkirinên ji zimanên din ti ziman nikare bijî. Binêre îngilîzî bi hezaran kelîmeyên xerîb tê de hene lê ew nabêjin zimanê xwe paqij bikin. --Balyozxane (gotûbêj). 14:14, 22 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide
Ne paqijkirina ziman e, tu rast î, ev peyvên herwiha jî ne kurdî ne, lê ti formeke ya din ji van re tune gorî zanyara min. Lê formeke kurdî a sitranan, medya û dibistanan heye, ev nikare cûda be. Em nikarin xwe dûrxin û formeke fêm kirî ji bo kesên ku kurdî bila bi sêdî 75 nizanin, bikaranîn. Ez dixwazim ku em bibin yek bi hevra, ez dixwazim ku wekî kurmancên başur, bakur, rojava û rojhilat zanîst bin ku tenê yek formê kurdî a fermî heye û ev jî hewce e ku hûn hîn bikin, ne kurmanciyekî wîkîpedî, dûr ve kurmanciyekî medya û dûr ve kurmanciyekî bin erdê. Ev ne riya yekîtî ye, ev riya bipirsan e. Dîsa jî, bi kerema xwe vegerandina sernavên gotar bi peyvên tirkmancî berdin. Colemêrgî30 (gotûbêj) 14:43, 22 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide
@Colemêrgî30 Abê ev ne tirmancî ne çima naxwazî fêm bikî? Eger hilanok te li ser wîkîpediyayê nedîtiba, tu yê ti car hîn nebûya. --Balyozxane (gotûbêj). 14:52, 22 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide
Ez xwestina te dizanim, lê xwestina te çewt e, tu çima nedixwazî eva fêm bikî hevalê keleşo?
Bila kurdên xayîn peyvê hilanok nas dikin û di medya xwe de bikaranî didin:[[1]]
Dest ji peyvên demê asîmîlasyonê ku ketine zimanê me û hatin „kurdîkirin“ berde, tiştekî fermî ev peyvan jî bikaranî nade, em jî li ser platformekê fermî ne, em xwe perçe nekin û bi yek ziman re derbasdarî berdin, ne zimanekî ku kurdên herêmê te tenê fêm bikin. „Nûçe“ya te hebe, kurdên Tirkiyeyê baş bi kurdî nizanin, dê û bavên ji hinekan jî nizanî bûn. Ji bîr meke, tene ku halê me niha li ve bela de ye, emê dîsa xwe cûda nekin û peyvên van li ser zimanê xwe bi cîh bidin. Gelo, dikarim pirs bikim eslê malbata te ji ku ye? Colemêrgî30 (gotûbêj) 15:53, 22 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide
Silav Colemêrgî30, di derbarê mijarê herkesî ji xwe fikrê aniye ziman. Ji kerema êdî bê wate nîqaşê dirêj neke. Penaber49 (gotûbêj) 16:02, 22 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide
Silav @Penaber49, erê, bê wate. Spas jibo nasîkirina wê. Ez dikarim bibejim ku wîkîpediya kurdî di bin ve siyasetê peyvên acêm û erebî dewlemendbûna xwe winda dikî. Spas ku me herkes fîkrê xwe aniye cîh, lê ti dermanekî piştrast nekir. Spas jî ku wîkîpediya kurdî bi ve awaye di pêşerojê de xirab dibe. Min hewl kir. Dem baş. Colemêrgî30 (gotûbêj) 16:43, 22 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide
Silav Colemêrgê, min şaş fem meke. Ez ji dirêjkirinê re dibêjim bê wate. Bi dijberîtî tu tiştek çareser nabe. Hevalê Balyozxane fikrê aniye ziman. Li wîkîpediyayê hemî tişt bi nîqaş û bi biryarek hevpar bi rêve diçe. Ne tenê wîkîpediyaya kurdî li hemî wîkîpediyan her tişt bi nîqaşan çareser dibe. Min jî li jor di derbarê nîqaşê fikrê anî ziman. Dibe ku her kes hinek caran çewt jî bifikire rast jî bifikire. Divê mirov ji bo çareseriya pirsgirêkê bibe alîkar. Penaber49 (gotûbêj) 17:00, 22 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide
Silav bira, di derbarê direktîva ku ez niha li ser dixebitim heman awa li ser wîkîpediyayên îngilîzî û tirkî heye. Ji ber ku bi caran ji aliyê bikarhênerên li wîkîpediya îngilîzî li ser hatiye nîqaşkirin kêmasiyên zêde tê de tuneye. Ku wextê heye di demekî guncav de dikarî li ser wîkîpediyayên din li polîtkayê binêrî. Penaber49 (gotûbêj) 15:47, 22 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide
@Penaber49 Bira, wekî ku min got min hem ya îngilîzî hem jî ya tirkî xwendibû. Her du jî kêrî me naye lê polîtîkayeke din tine ye mixabin. Dîsa jî te kengî rûpel hazir kir, li ser Dîwanê binivîse ku te rûpeleke wisa çêkiriye û eger ti kes îtîraz neke bila polîtikayeke resmî be. Min xelet fêm neke, ez ne dijî polîtîkayê me. Bêyî agahdarkirina bikarhênerên din dîrektîv û polîtîka tenê bi tercimekirinê çênabin. --Balyozxane (gotûbêj). 17:18, 22 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide
Temam bira dema ku xilas bû ezê civakê agahdarî bikim. Ya din bira ev peyva tarîx ku di nav lînka çavkaniyan de dertê ez bawerim ku te li wir zêde kiriye. Bi rastî li min hinek sosret tê bira ji kerema xwe di derbarê vê peyvê de careke din dîsa bifikire. Penaber49 (gotûbêj) 17:48, 22 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide
@Penaber49 Chyet di ferhenga xwe de wisa nivîsiye:
Bikaranîna dîrok bi maneya tarîx mantiqa tirkî ye. Maneya dîrok history e. Ji bo date tarîx tê bikaranîn. Yên ku dîrok bi maneya tarîx bi kar tînin ji ber nezaniyê wisa dikin. (ku ez jî ketibûm vê xeletiyê) --Balyozxane (gotûbêj). 18:08, 22 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide
Ji bo ku hêsaniyê min dîrok jî xiste şablonên çavkaniye. Her du meriv dikare bi kar bîne lê belê hertim tarîx derdikeve. --Balyozxane (gotûbêj). 18:13, 22 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide
Bira wek ku tu jî dizanî kokê peyva tarîx erebî ye lê ev jî ne mihûme. Civat niha li dijî van peyvan e rastî bira ez li dij im. Ji bo çi bêjî niha ji medyayê bigire heya nivîsandinê kurmancî yek formateke. Kesek ku bi vê yekê re eleqedar bibe û li wîkîpediyayê binêre ew şaş bin û me şaş fem bikin. Ku bi gotina min be tu van peyvan vegerînî êdî baştir be. Ji bo ku hişê mirov tevlîhev dibe ev yek zirar jî dide xebatên wîkîpediyayê. Penaber49 (gotûbêj) 18:24, 22 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide
@Penaber49 Bira tiştê tu dibêjî gelek bêmantiq e li gorî min lê belê ji bo xatira te ez ê bikim roja gihiştinê --Balyozxane (gotûbêj). 18:51, 22 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide
Spas bira, roja wergirtinê yan jî roja gihîştinê jî dibe. Penaber49 (gotûbêj) 18:55, 22 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide
@Penaber49   Çêbû Min dev ji wergirtinê berda ji ber ku Roja wergirtinê= Date retrived, roja gihiştinê = Date accessed. Şablon Date accessed bi kar tîne loma. --Balyozxane (gotûbêj). 18:57, 22 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide
Temam bira min jî dît hatiye guhertin sipas. Penaber49 (gotûbêj) 19:02, 22 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide

Create some pages in Kurdi Wiki biguhêre

@Balyozxane Hi, I am from Albania and I have a request. Can you create two pages for the cities of Durrës and Vlorë in Kurdi Wiki? I would thank you so much... Jonipiri (gotûbêj) 18:05, 23 adar 2024 (UTC)Bersiv bide

Wêneyê Ebru Yaşar biguhêre

Roj baş @Balyozxane

Min wêneyê Creative Commons li ser Ebru Yaşar çê kir . Wêne Screenshota vîdyoyeke YouTubeê ye . Min aliyên reş jî bi sepana Polishê jê kir. Gelo tu dikarî kalîteya wêneyê kontrol bikî ? Silav Avestaboy (gotûbêj) 07:44, 8 nîsan 2024 (UTC)Bersiv bide

@Avestaboy Zêde ne xirab e lê dema nêzîk dikî wêne xirab xuya dike. --Balyozxane (gotûbêj). 18:33, 8 nîsan 2024 (UTC)Bersiv bide
Êvar baş @Balyozxane Gelo tu dikarî wan 2 wêneyên Ebru Yaşar û wêneyê Melis Sezen li ser Wîkîdaneyê bar bikî ? Ez aniha li memleketê me û aniha komputera min li cem min tune . https://commons.m.wikimedia.org/wiki/File:Ebru_Yasar.jpghttps://commons.m.wikimedia.org/wiki/File:Ebru_Ya%C5%9Far_(_Haddinden_Fazla).jpghttps://commons.m.wikimedia.org/wiki/File:Melis_Sezen.jpg
Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 19:23, 9 nîsan 2024 (UTC)Bersiv bide
Silav Avestaboy, wêneyên ji screenshota vîdeoyên YouTube tê girtin rêveberên communsê jê dibin. Ez texmîn dikim polîtîkayek communsê wekê wîkîpediyayê heye wêneyên ku kalîteya wan kêm e û di qaîdeya veşartinê de nebin jê dibin. Penaber49 (gotûbêj) 21:05, 9 nîsan 2024 (UTC)Bersiv bide


~~BVPRASADTEWIKI~~ tHANK YOU FOR INVITING ME FOR the free encyclopedia in Kurdish , IAM NOW BUSY WITH TELUGU WIKIPEDIA.

Wêneyê Ben Calvin Hary biguhêre

Silav @Balyozxane@MikaelF@Ghybu

@Gomada Min wêneyan ji YouTubeê bar kiribû. Aniha wêneyê Ben Calvin Hary li ser Wikimedia Commonsê ji bo jêbirinê hatiye pêşkirin. Gelo sedem çiye  ? Wêne li ser kanala fermî ya nivîskar di bin lîsansa Creative Commons licence de ye .://de.m.wikipedia.org/wiki/Ben_Calvin_Hary Avestaboy (gotûbêj) 09:10, 20 gulan 2024 (UTC)Bersiv bide

Silav Avestaboy! Ne hat jêbirin, bnr. commons:Commons:Deletion requests/File:Ben Calvin Hary.jpg Ghybu (gotûbêj) 12:31, 20 gulan 2024 (UTC)Bersiv bide
Merhaba hevalê @Ghybu Tu çawanî ? Başî ? Min ji kesên cuda re nivîsand. Lewma şablona jêbirinê aniha hatiye rakirin. Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 13:06, 20 gulan 2024 (UTC)Bersiv bide