Rexnekirina hedîsan dîroka wê digihîje dema xelîfeyan. Hedîs ji bona gotinên Muhemmed pêxember tên gotin. Muhemmed pêxember hê di saxiya xwe de nivîsandina hedîsan (gotinên xwe) qedexe kiriye. Piştê wefata Muhemmed pêxember hinek kes dest bi nivîsandina hedîsan dikin lê Omer wan hedîsan şewitandiye.[1]

Hinek misilman ji bo îslamê têne Quranê çavkanî dibînin û hinek jî hedîsan û sunetê jî wek çavkanî dibînin. Di dîroka îslamê de her gav hedîs hatine rexnekirin. Ji ber ku di nav hedîsan de nakokî pir in û hinek hedîs jî dijî ayetên Quranê ne.

Hedîsa pir bi nav û deng ku tê gotin Muhemmed pêxember gotiye "Ez ji we re tiştekî dihêlim, ger hûn li pê wê werin hûn tu car rêya xwe şaş nakin, ew tişt Quran e". Cardin di hedîsek din de "Ez ji we re du tişt dihêlim, ger hûn li pê wê werin hûn tu car rêya xwe şaş nakin, ew tişt Quran û Hedis in". Cardin di hedîsek din de "Ez ji we re tiştekî dihêlim, ger hûn li pê wê werin hûn tu car rêya xwe şaş nakin, ew tişt Quran û ehlê beyt e".

Sehabeyê Kurd Cabanê Kurdî gotiye min bîhîstî ku Muhemmed got; "Kî li ser navê min gotinek derew bêje (bêje ku Muhemmed gotiye) bila di dojehê de cîhê xwe amade bike" ji ber vê yekê ez ditirsim ku hedîsan bêjim.[2]

Alimên Serdema zêrîn a îslamê de jî gelekî wan li dijî hedîsan derketine û rexne kirine. Alimên hedîsan rexne kirine yên herî naskirî Cahiz, Dirar bin Amr, Wasil bin Ata û Îbrahîm Nazam in . Dirar bin Amr ji bo hedîsan pirtûkek bi navê "Kitabû Tenakûzîl Hedîs" ("Rexnekirina Hedîsan") nivîsandiye.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ TDV İslam Ansiklopedisi, Ömer
  2. ^ Taberanî, el-Mucemu’l-Ewsat