Kurdî&Soranî biguhêre

Kurdî ku:Alfabeya yewnanî has completed state of itself and all its subarticles about Greek letters without exceptions. You can use it and its all subarticles as source of making completion of all subarticles of ckb:ئەلفوبێی یۆنانی about Greek letters along with main Soranî article about Greek alphabet itself. 64.191.50.30 15:08, 8 adar 2010 (UTC)Bersiv bide

Slaw kak Çalak, çonît? (: Ger îngilîziya te hebî, tu dikarî şiroveyekê li vir binivîsî. Kul û derdê vî tirkî kurdî ye. Dixwaze ji bo me biryaran bistînî. Em bi xwe dikarin hizir bikin û biryarê bigirin. Soranî, kurmancî, dimilî, kelhûrî, hewramî hemû yê me kurdan e. Ger tu karibî, weke kurdekî soran, hizirên xwe parve bike. Em naxwazin kod werin guhertin, herwiha binêre. Spas.—Gomadapeyam 14:44, 5 pûşper 2012 (UTC)

Spas kek Gomada. Vir malpela wîkîpediyaya kurdiye û hemû kurdek dikarin beşdarî bikin, ferq nake kirmancî be, soranî be an dimilî, kelhûrî an hewramî. ne pêwîste pantirk an panfarsek ji bo gelê kurd birryar bistînin, ejî dijê guhertina kodê wîkipediyaya kurdîm. Min înglîzî fam dikim lê baş nikarim binivîsim, heke to dikarî şiroveyek bi înglîzî ji bo min binivîse, ez li commonsê îmza dikim.--ÇalakGotûbêj 15:44, 5 pûşper 2012 (UTC)
Baş e, ezê piştre ji te re peyamekê bişînim. Bimîne di xweşiyê de.—Gomadapeyam 17:10, 5 pûşper 2012 (UTC)

Dîsa slav (: Tu dikarî tercîhên xwe biguherî? Em nikarin e-nameyan ji te re bişînin. Ger tu karibî li vir, tercîha Ji bikarhênerên dî e-nameyan qebûl bike erê bike.Spas.—Gomadapeyam 13:56, 6 pûşper 2012 (UTC)

Çê bû kek Gomada!--ÇalakGotûbêj 17:57, 6 pûşper 2012 (UTC)
Min ji te re peyamek şand. Şev baş!—Gomadapeyam 21:20, 6 pûşper 2012 (UTC)
Spas! Min jî şand.--ÇalakGotûbêj 10:48, 7 pûşper 2012 (UTC)

Silav birayê Çalak, tu dikarî li ckb: bi hevalan re biaxivî û ji bo civîna xebatkarên kurd wan agahdar bikî? Hûn dikarin li ser ckb: peyameke agahdariyê binivîsin ji bo ku hemû xebatkar bibînin. Herwiha tu dikarî vê nivîsê ji bo hevalên bi kurmancî baş nizanin, wergerînî? Spas.—Gomadapeyam 11:38, 9 pûşper 2012 (UTC)

Helbet, bi tîpên erebî an latînî?--ÇalakGotûbêj 17:39, 9 pûşper 2012 (UTC)
Ger tu li vir binivîsî, bila bi tîpên latînî be. Lê ne mecbûrî ye. Min got heke hevalên soran fêhm nekin, tu dikarî ji bo wan wergerînî. Lê tu dikarî li vir bi tîpên erebî binivîsî û ji hevalên wîkiya soranî re bêjî bila hizirên xwe li vir binivîsin. Ne pêwîst e tu her tiştî wergerînî. Hevalan agahdar bike, bes e. Tu hîç bi hevalên Aza û Marmzok re diaxivî? Ew rêveberên wîkiya soranî ne. Wan dikarîbû, peyameke wisa li ser wîkiya soranî amade bikin. Min hinekî serê te êşand (: Li qisûra min nemeyzêne. Bimîne di xweşiyê de. Spas.—Gomadapeyam 09:44, 10 pûşper 2012 (UTC)
Ez her tiştek pêwîst be dikim, bêhedan mebe!--ÇalakGotûbêj 10:11, 10 pûşper 2012 (UTC)
Zor spas (: —Gomadapeyam 10:15, 10 pûşper 2012 (UTC)
Çê bû Kek Gomada!--ÇalakGotûbêj 16:35, 10 pûşper 2012 (UTC)

hûn çima sipil dikin spil? biguhêre

silav kakê calak , di pirtûka dr. Hüseyin Bektaş û di kovara kurmancî ya ku ji dezgehê zimanê kurdî tê weşandin sipil hatî nivîsandin. eger hûn çavkaniyan nasdikin ku spil nivîsandine bêzehmet parve bikin .silav û rêz--Jobar.bouzan (gotûbêj) 16:23, 21 pûşper 2012 (UTC)

Silav kek Jobar bouzan. Di gelek çavkanî de sipî hatiye nivîsandin, Spî raste an Sipî? Stêr raste an Sitêr? Tu dibêjî "bi kurdî du dengdar li paş hev nebe", bo meger Kurd Erebe! Ejî dibêjim bi kurdî sê dengdar li paş hev jî dibe: Stran. Hûn xelet hizir dikin. Di zimanê pehlevî de "spul" hatiye herwiha di avesta de "spərəzan". Spas.--ÇalakGotûbêj 19:35, 21 pûşper 2012 (UTC)
xem neke ,bila wek hûn dibêjin be.hûn min çewt têgihêştin. bibore ,min hûn nekir ereb. dem xweş --Jobar.bouzan (gotûbêj) 05:09, 22 pûşper 2012 (UTC)
Silav Calak
tu dikarî ji kerema xwe maf bo Botê xwe ji MikaelF bixwazî, ew burokrat .Bila tevkariyên Bot besha 'Guherandinên wawî' tijî neke.SpasGeorgeAnimal. 08:22, 15 rezber 2012 (UTC)
Çê bû kek George Anima! Ev Bot ji bo kurdane. Spas.--ÇalakГотубеж 08:24, 15 rezber 2012 (UTC)

Gundên Rojhilatê Kurdistanê biguhêre

Silav birayê Çalak. Hêvîdar im tu baş bî, spas ji bo gotarên te yên gundên Rojhilatê Kurdistanê. Ger dema te hebî tu dikarî gotarên van gundan jî biafirînî? Bimîne di xweşiyê de.—Gomadapeyam 15:56, 23 rezber 2012 (UTC)

Şayenî nebû! Ez her tiştêk li wîkî ckb de drust bikem, vir jî hetmen drust dikim, ferq neke. Ji bo nekarim, ev jî çê dikim!--ÇalakГотубеж 16:06, 23 rezber 2012 (UTC)

tewandina lêkeran di Soranî de biguhêre

Silav bra!
Tu dikarî li Wîkîferhengê bi botê xwe formên lêkeran ên Soranî biafirînî. Mînak bo kurdî:
  • dibînim:
  1. kesê yekem yekjimar dema niha ji lêker dîtin hwd.?--silavGeorgeAnimal. 17:14, 19 sermawez 2012 (UTC)

Silav George Animal gyan! Heke ku tu baştir mebesta xwe bigehînî, ejî hetmen alîkarî dikim. Dikarî nimûne bihîni li wîkîferhengê?--ÇalakГотубеж 17:34, 19 sermawez 2012 (UTC)

Silav Calak
mînak botê min wan bo kurdî (kurmancî) diafirîne lê belê soraniya min hewqas ne rind e.Inshalla ezê soraniya xwe bash bikim.--silavGeorgeAnimal. 18:02, 19 sermawez 2012 (UTC)
pîroz dikim bi soranî chi ye?Min shash fam neke Sproanî jî zimanekî me ye, lê belê ez bi tîpên soranî nizanim binivîsînim.-silavGeorgeAnimal. 18:07, 19 sermawez 2012 (UTC)
George Animal gyan gelo formên lêkeran pêwîste? Hizir bikim tenê lêker bese. Li wikiyên din, tiştekê wiha heye?
pîroz dikim → pîroz dekem, pîrozbayî dekem.--ÇalakГотубеж 18:22, 19 sermawez 2012 (UTC)
Ez wisa mînak bo soranî dibêjim.Tu dikarî bi botê xwe bo dema bê, dema niha, dema borî biafirînî?--GeorgeAnimal. 18:28, 19 sermawez 2012 (UTC)
Bo hemû lêkeran. Amade kirin, Bawer kirin, Dirêj kirin hwd.GeorgeAnimal. 18:32, 19 sermawez 2012 (UTC)
Ji bo nikarim, dikarim. Tenê dema niha û dema borî?
Ji bo hemû 1902 Lêkerên kurdî?--ÇalakГотубеж 18:42, 19 sermawez 2012 (UTC)
Tu dikarî dema bê jî mînak amade bikim --Heke dema te hebe bo hemû lêkeran (tenê heke ku dema te hebe).Ez nxwazim ku tu aciz bibî.silavGeorgeAnimal. 18:53, 19 sermawez 2012 (UTC)
3 dem: Dema niha û dema borî û dema bê. Zor başe, ez çê dikim! Tiştêk: JKXR menivîse Soranî, binivîse navendî → Kurdî (Navendî).--چالاک (gotûbêj) 19:00, 19 sermawez 2012 (UTC)

Ey Reqîb bi soranî biguhêre

Silav kak Çalak, tu dikarî ji kerema xwe re li versiyona soranî ya Ey Reqîb meyzênî? Min hinek guhertin pêk anî.—Gomadapeyam 12:08, 4 berfanbar 2012 (UTC)

Silav kek Gomada. Min sererast kir lê bi rastî versiona Ey Reqîb geleke. Ji bo nimûne fikir bikim ev versiona bingehî be:
Ey reqîb her mawe qewmî Kurd zuban
Nay rimênê daneyî topî zeman
Ême roley rengî sor û şorşîn
Seyrîke xiwênawîye rabûrdûman
Ême roley Mîdya w Keyxosrewîn
Dînman ayînmane nîştiman
Kes nelê Kurd mirdûwe Kurd zîndûwe
Zîndûwe hîç nanewê alakeman
Çend hezar lawanî Kurdî ner reşêr
Bûn be qûrbanî û hemûyan nêjran
Lawî êsta hazir û amadeye
Canfîdane canfîdane canfîdan
Lawî Kurd helsane ser pê wek dilêr
Sa be xwîn neqşî eken tacî jiyan
Kes nelê Kurd mirdûwe Kurd zîndûwe
Zîndûwe hîç nanewê alakeman

Spas.--ÇalakГотубеж 14:42, 4 berfanbar 2012 (UTC)

Silav. Gundên Zêwe, Mirgewer û Zêwe yek kin?--Ghybu (gotûbêj) 22:56, 24 berfanbar 2012 (UTC)

Silav kek Ghybu. Her du yek tiştin. JKXR Dîroka her du li gel hev tevlihev bike, spas.--ÇalakГотубеж 23:57, 24 berfanbar 2012 (UTC)
Tu dikarî vî rûpelê bixwînî ji bo yekkirina dîrokên gotaran (mînaka yekkirin)--Ghybu (gotûbêj) 02:10, 25 berfanbar 2012 (UTC)
Spas kek Ghybu. Ez yekkirina dîrokên gotaran dizanim, ez tenê got dîroka 2 gotara "Zêwe" û "Zêwe, Mirgewer" yek bike. Pirr spas.--ÇalakГотубеж 08:46, 25 berfanbar 2012 (UTC)

Nivîskên Bêstûnê biguhêre

Slav braderê Çalak, gelo Frevertîş ne hinekî bi devoka farsî çêdibe? Tu dizanî di farsî de dengê w nîne. Kurdên îranê dibêjin Frevertîş? Pirtûkeke li ser Medan hatiye nivîsandin, di wir de nivîskar hewl daye, navan bi şêweyê kurdî binivîse, û Ferwertîş bikaraniye. Min jî lewma, ew versiyon nivisand. Lê bilêvkirina kurdên me yên îranê girîng e. Herwiha di versiyona îngilîzî de Araxa weke ermenî hatiye nivîsandin. Gelo wê demê ermenî hebûn li Babîlê? Te orjînala nivîskê bi farsî xwendiye?—Gomadapeyam 21:10, 29 berfanbar 2012 (UTC)

Sillaw biray min kak Gomada. Min leser mêjûy Îranî kon kar dekem. Le wîkî farsî witarî mêjûy mad denûsim. Witarî Diyakom estêredar kird û êsta leser Frevertîş kar dekem.
Nawî Frevertîş le zimanî Madî û Farsiy kon da her Frevertîş nûsrawe, bo çî be Kurdî debête "Ferwertîş"?? Le Farsî da dellên Fervertîş. Nawî "Gaumāta"ş be Kurdî debête "Gomad" û "Gomada" xellete.
Araxaş ermenî bû bellam le Babil şorrişî kird.
Eger pirsyarêkit hebû le xizmet dam. Zor spas.--ÇalakГотубеж 09:39, 30 berfanbar 2012 (UTC)
Baş e, pêwîst e em piştre (hinga dema te çêbû) bi hev re li wîkiya me jî li ser Diyako, Frevertîş û hemû mêjûya Medan xebatê bikin.  Keyfa min ji dîrokê re tê, bi giştî mêjûya îranî û Mezopotamyayê, ango mêjûya bi kurdan re pêwendîdar. Belam dema mirov çavkaniyên li Îranê nexwîne hertim kêmasî çêdibe. Û kurdên me yên Îranê di nav vê çandê de mezin dibin lewma divê em pêşî nêrîna wan bizanibin. Ji ber vê yekê, nêrîna te ji min re pir girîng e. Spas ji bo alîkariya te, û li qisûra min nemeyzêne , van rojan dema min pir kêm e.Xx—Gomadapeyam 14:38, 30 berfanbar 2012 (UTC)
Min le wîkî farsî beşderî dekem çun bekarhênerî dîş beşdarî deken karekan zûtir xillas debin. Paş xillas bunî hemû witarekanî mad le wîkî Farsî, legell yek (bi hev re) le ser mêjûy mad le wîkî Kurdî xebatê dekeyn, bêguman! Zor spas bo to biray min Gomada.--ÇalakГотубеж 15:12, 30 berfanbar 2012 (UTC)

[1]   Şevbaş--Ghybu (gotûbêj) 01:30, 21 adar 2013 (UTC)Bersiv bide

Kek Ghybu ev çiye? Ez nikarim biçim, youtube li Îranê filtere!--ÇalakГотубеж 17:41, 21 adar 2013 (UTC)Bersiv bide

Newroz 2615 biguhêre

Cejna newroza ta pîroz be, bijî sala nû a 2615'em! Newroztan pîroz bêt silav --Alsace38 (gotûbêj) 19:46, 22 adar 2013 (UTC)Bersiv bide

Pirr spas bira Alsace, Cejna newroza li hemû gela Kurd piroz be! Bijî!--ÇalakГотубеж 19:50, 22 adar 2013 (UTC)Bersiv bide
Silav Calak
Ez jî Newroza te a sala nû pîroz dikim.Hêvîdarim ku tu herdem li pêsh bî û tendurust bî.silavEv peyama bêîmze ya George Animal (gotûbêjbeşdarî) e.
Sillaw û rêz kak George, minîş cêjnî newroz le to pîroz dekem, zor keyfxoşim degell hevalanêk wekû engo xebat dekem. Spas!--ÇalakГотубеж 20:11, 22 adar 2013 (UTC)Bersiv bide

Silav Calak, li vir alîkariya te pêwîst e... Spas--Ghybu (gotûbêj) 21:35, 6 avrêl 2013 (UTC)

Silav kek Ghybu, ez çawan dikarim alîkarî bikim? Ev şablon çawan kar dike?--ÇalakГотубеж 08:07, 7 avrêl 2013 (UTC)
Çêbû! Mînak (Infobox bi=?). Tu dikarî "Roja jidayikbûnê" û "Roja mirinê" bikî "Zayîn" û "Mirin" --Ghybu (gotûbêj) 09:48, 7 avrêl 2013 (UTC)
Karekî pirr başe. Heke bikarim alîkarî bikim, pirr kêfxweş dibim.--ÇalakГотубеж 11:13, 7 avrêl 2013 (UTC)

Phrygian-kurdish words biguhêre

  • Hevalên hêja û birêz. Ez alîkarîya wa dixwazim; Gelek pevên zimanê Phrygian nêzik in li zimanê kurdan.

Can you read this english-phrygian lexicon, and can you tell me if you see any phrgian words which are common to kurdish (zazakî kurmanjî soranî)??

Wîkîferheng biguhêre

Silav, Tu dikarî nivîsa (erebî) vê logoyê li jêr binivîsî. Spas--Ghybu (gotûbêj) 13:20, 27 gulan 2013 (UTC)Bersiv bide

Silav kek Ghybu, bizane raste?--ÇalakГотубеж 13:33, 27 gulan 2013 (UTC)Bersiv bide
Na, ser logoyê çi hatiye nivisandin. Ez logoyê paşê "svg" dikim--Ghybu (gotûbêj) 13:36, 27 gulan 2013 (UTC)Bersiv bide
Ez nikarim vê logoyê bibînim (wêneyên ji aliya dewlet hatiye fîlter kiriin!). JKXR li vir bi latînî binivîse, ejî li vir bi erebî dinivîsim.--ÇalakГотубеж 13:41, 27 gulan 2013 (UTC)Bersiv bide
Ser logoyê bi tîpên erebî hatiye nivîsandin, ez jî tîpên erebî rind nasnakim... Pirsgirêk nîn e! Silav--Ghybu (gotûbêj) 13:53, 27 gulan 2013 (UTC)Bersiv bide
Ez bi antifilter dît! Kerem ke:
ویکیفەرھەنگ
پڕزمانی
فەرھەنگا ئازاد
--ÇalakГотубеж 13:55, 27 gulan 2013 (UTC)Bersiv bide
Spas--Ghybu (gotûbêj) 14:18, 27 gulan 2013 (UTC)Bersiv bide
Li xizmet dam!--ÇalakГотубеж 14:22, 27 gulan 2013 (UTC)Bersiv bide

سوپاس biguhêre

Sopas ji bo arîkariya te, Чалакгьйан! --MikaelF (gotûbêj) 14:26, 27 gulan 2013 (UTC)Bersiv bide

Ez li xizmet Kurdan dam, bira Mikael!--ÇalakГотубеж 14:29, 27 gulan 2013 (UTC)Bersiv bide

Vala nîn kek Ghybu (kîjan valan?), ez li gora wîkî înglîzî çê dikim.--ÇalakГотубеж 11:03, 29 gulan 2013 (UTC)Bersiv bide
Li en.wiki çar milyon gotar hene. 1, 2... di "gotara bingehîn" din gotar hene?--Ghybu (gotûbêj) 11:15, 29 gulan 2013 (UTC)Bersiv bide
Ezê hinek kategoriyên din lê zêde bikim. Niha pirsgirêk nîne.—Gomadapeyam 11:23, 29 gulan 2013 (UTC)Bersiv bide

@Ghybu:Îwikiya guherandinên dawî pir dirêj e û kurdî di lîsteyê de nîne. Ji kerema xwe kodên wê serast bike û ji rêveber re bêje ku biguherîne. Spas.—Gomadapeyam 11:49, 29 gulan 2013 (UTC)Bersiv bide

@Ghybu:Kanê vala nîn! Ez çi bikim, ez tenê dikarin kategorî an şablon çi bikim.--ÇalakГотубеж 12:42, 29 gulan 2013 (UTC)Bersiv bide

"w" yan "u" biguhêre

Her wek Celadet Alî Bedirxan di pirtûka xwe de dibêje tîpa "u" qet di destpêka bêjeyên Kurmancî de nayê. ji ber vê navê Ûrmiyeyê qet nikare bi Kurmancî "urmê" be. Mînaka werdek jî ne duruste. Di tabloya r 33 pirtûka "Elfabêya Kurdî" xuyaye ku di Kurmancî de jimara hatina "u" di destpêka bêjeyan de sifre. Îrec Mêhrbexş (gotûbêj) 14:27, 6 pûşper 2013 (UTC)

ڕاست دەکەی برا. وا دیارە خەڵکی ناوچەی خۆمانی. سۆرانی باش دەزانی؟ لە کوردیی سۆرانی دا نموونەی وشەی ئاوا زۆرە:
ھوشک/ھشک → وشک
ھوشتر/ھشتر → وشتر
ھوور → ورد
ھوشیار → وشیار
ئوستا → وەستا
ئوڵاغ (تورکی) → وڵاغ
ئوتاق (تورکی) → وەتاق
ئوجاق (تورکی) → وەجاخ
ئوتوو → وتوو
--ÇalakГотубеж 15:21, 6 pûşper 2013 (UTC)

Silaw kake giyan Minîsh soranî heta radeyekî çak dezanim. Her weha le zankosh rishtekem zimmannasiye wate ew shtane halîm. Qisey ke dekemîsh be belge dekem. Shew bash! Îrec Mêhrbexş (gotûbêj) 19:18, 6 pûşper 2013 (UTC)

ئەرێ چاک دەزانی براکەم. منیش لەسەر زمانناسی کار دەکەم. ھەر بژی.--ÇalakГотубеж 20:10, 6 pûşper 2013 (UTC)

Silav Çalakcan! Di soranî de peyva ajal bi îngilîzî tê wateya animal? An jî ajal ji hevreha peyva kurmancî sewal e (heywanên weke bizin, mih) ku tê wateya small ruminant?—Gomadapeyam 22:51, 6 pûşper 2013 (UTC)

Silav birayê min! Di kurdiaya navendî (soranî) û kurdiya başûrî (kelhurî/feylî) û hewramî da ajall an jî Ajell bi heywanên weke bizin, pez, çêl û … dibêjin. Bi şêr û piling nebêjin ajall! Yanî bi înglîzî livestock. Bijî.--ÇalakГотубеж 06:14, 7 pûşper 2013 (UTC)
Zor spas, ji soranî derbasî kurmancî bûye, lê di televizyonên an jî ferhengên bi kurmancî de bi wateya heywan tê bikaranîn.—Gomadapeyam 08:34, 7 pûşper 2013 (UTC)
Li cihê peyva Erebî (heywan) tê bikarînan lêbelê ẍelete.--ÇalakГотубеж 10:11, 7 pûşper 2013 (UTC)

Silav Bi heyvanên wehshî dibêjin "lawir" Îrec Mêhrbexş (gotûbêj) 07:27, 7 pûşper 2013 (UTC)

ڕاست دەکەی. کاک ئیرەج ئەم وشەیە ئی کام زاراوەیە؟--ÇalakГотубеж 10:18, 7 pûşper 2013 (UTC)

Lawir bi soraynî û rawir bi kurmancî Îrec Mêhrbexş (gotûbêj) 18:42, 9 pûşper 2013 (UTC)

Spas.--ÇalakГотубеж 18:44, 9 pûşper 2013 (UTC)

kak çalak biguhêre

Kak çalak Eger cenabit zimannas bin be asanî detwanin ew Shtane be bê qells bûn bo xotan helsengînin û be heqîqet bigeyin belam bedaxeve zorbey ew kesane ke deyanhevê xizmetek be kurdayetî biken le rêgay mentiq û îlmeve dûr debin.

Bo nimone azerî û turkî ke herdukyanish çak çak dezanim her du fasileyan beqet fasiley du zaravey xomanish niye belam her du be unwanî du zirmanî ciya denasrên.

Kê deyhevêt be durust kirdinî sormancî hem zimanî soranî xira ket hemî kurmancî le beyn bibet. Fikirî awa zor dijminanetire ke kurdî hemû le beyn bibeyn. Du zimanî soranî û kurmancî du zimanî dewlemendî malbatî zimanekanî kurdîn spas Îrec Mêhrbexş (gotûbêj) 19:30, 9 pûşper 2013 (UTC)

کاکە من زۆر زیاتر لە جنابت زمانەوانی دەزانم بە خوێندن لە زانستگا نییە. منیش چاک دەزانم سۆرانی و کورمانجی چەندە جیاوازییان ھەیە. تەواوی زمانەوانان دنیا ڕایان وایە سۆرانی و کورمانجی دوو زاراوەی (ئەکسنت) زمانی کوردین بەڵام نازانم جنابت چۆن بەوە گەییشتی ئەوانە زمانن. من باسی سۆرمانجیم نەکردووە؛ ئێوە کورمانجی قسە بکن و ئێمەش سۆرانی؛ قەیدێ چ دەکا. بەڵام ئەم قسانە لای من مەکەوە. زۆر سپاس.--ÇalakГотубеж 19:41, 9 pûşper 2013 (UTC)

Van metleban bibîne Îrec Mêhrbexş (gotûbêj) 20:42, 9 pûşper 2013 (UTC)

Http://kurds_history.enacademic.com/499/Sorani Historical Dictionary of the Kurds - Page 197 Http://www.lightspeed.ca/personalpage/siamak/ghassemlu/language/language.htm Kurdish is diverse dialectally with geographical variation. Sorani and Kurmanji are generally regarded as separate languages. Others regard them as dialects of the same language to reflect their common origin and divide them as follows: Northern Kurdish or Kurmanji; Central or Sorani; and Southern, spoken in the area of Bakhtaran, Iran. Each of these groups are dialectally diverse in turn. Some authorities recognize a two-way split between Northern and Southern

Emesh bixwêne bo zanyrî çaktir ---Kreyenbroek (1992) pp71---

zor belgey tirîshim pêye ke zimannasan zoriyan soranî û kurmancî du zimanî ciya belam le yêk malbat (kurdî) dezanin. Delîlî zorbdey ew kesane ke em du zimanane yêk ziman be du zarave dezanin siyasiye. Blau , barak, thackston, ....Îrec Mêhrbexş (gotûbêj) 21:12, 9 pûşper 2013 (UTC)

کاکە ڕەنگە من بسەلمێنم ھەورامی و زازاکی زمان بن بەڵام قەت ناسەڵمێنم کرمانجی و سۆرانی و کەڵھوڕی زمان بن. جیاوازیی نێوان سۆرانی و کرمانجی ئیدی ئەوەندە زۆر نییە بڵێین وەک دوو زمانی سەربەخۆ وان. یانی ئێستا تۆ سۆرانی قسە دەکەی یانی فێری زمانێکی تر بووی؟! پێکەنینم دێ بە خوا. نا مامە ئەگەر سۆرانی زمانێکی سەربەخۆ با ئاوا ئاسان فێری نەدەبووی! زۆر دوور ناڕۆم و ناڵێم بڕۆ فێری زمانێکی سەربەخۆی تر وەک ژاپۆنی بە ھەر پێت دەڵێم بڕۆ فێری بەلۆچی بە بزانم ئەویش ئاوا ڕاحەت وەک سۆرانی فێر دەبی! کرمانجی و سۆرانی حەفتا ھەشتا لە سەدی وشەکانی یەکن و ڕێزمانیشیان (بێجگە لە دوو جۆر جێناوی کرمانجی و کردای نادیار) زۆر لەیەک دەچێ. ئەم باسە لای من تەواو بووە. سپاس.--ÇalakГотубеж 10:35, 10 pûşper 2013 (UTC)

Silav kek Çalak, navê vî zilamî weke Mîrza Ẍulam Ehmed an jî Mîrza Qulam Ehmed dirusttir e? Bi farsî çawa ye?—Gomadapeyam 09:42, 15 pûşper 2013 (UTC)

Silav brayê min, kek Gomada. Bi farsî dibêjin Mîrza Ẍulam Eḧmed.--ÇalakГотубеж 10:16, 15 pûşper 2013 (UTC)
Zor spas.—Gomadapeyam 13:01, 15 pûşper 2013 (UTC)

Slav kek Çalak, destê te sax be ji bo nivîsandina gotara Nasir Fekûhî, lê tê gotin ku ev mirov îranî ye. Belê îranî ye, lê çi ye? Fars, kurd, azerî belûç hwd.? Agahî heye?—Gomadapeyam 12:40, 22 pûşper 2013 (UTC)

Silav bra. Li Tehranê li dayik biye (îraniye) lêbelê ez hizir dikim Ereb be.--ÇalakГотубеж 12:50, 22 pûşper 2013 (UTC)

بەشێکی نوێ دەست پێ بکە ('+ ') biguhêre

Silav, Tu dikarî koda ckb:MediaWiki:Common.js jî sererast bikî: [2] / [3]--Ghybu (gotûbêj) 00:48, 20 gelawêj 2014 (UTC)

Spas ji bo agahdarî, çê bû.--ÇalakГотубеж 07:08, 20 gelawêj 2014 (UTC)

 
Silav, Calak. Li ser rûpela gotûbêja Gomada peyamên te yên nû hene.
Dema ku tu bixwazî tu dikarî vê agahdariyê  bi rakirina şablona {{Bersiv}}ê jê bibî.

Pehlewanê Gurzdînwend biguhêre

Sllaw kek Çalak, çonî? :) Tu dikarî ji kerema xwe vê gotarê li ser wîkiya me binivîsî? Tu dikarî bi soranî jî binivîsî, lê bêzehmet bi tîpên latînî ku em jî karibin bi kurmancî gotarê binivîsin. Spas.—Gomadapeyam 18:13, 14 adar 2015 (UTC)Bersiv bide

Bibîrxistin: Ev gotar hê jî bi zaravayên kurdî nehatiye nivîsandin. :)—Gomadapeyam 17:25, 4 gulan 2018 (UTC)Bersiv bide
Hetmen!--ÇalakГотубеж 17:58, 4 gulan 2018 (UTC)Bersiv bide

Xuyakirina mobîl biguhêre

Silav Çalak. Hinik şablon di xuyakirina mobîl de naxewunin. Çima? Tu kanî çêkî? →→Mehk63 peyam 09:15, 10 rêbendan 2016 (UTC)

درخواست biguhêre

سلام پس از رایانامه‌نگاری با بنیاد ویکی‌مدیا، آن‌ها یادآوری کرده‌اند که باید درخواستم را به همه‌ی مدیران ویکی‌پدیای فارسی بفرستم تا رسیدگی شود؛ اینکه من خواستار بازگشایی صفحه بحثم هستم، فکر می‌کنم نرمش‌پذیری قوانین و سیاست‌ها این حق را به هر کاربری می‌دهد تا در صفحه بحث خود ویرایش کند. سپاس --Sonia Sevilla (gotûbêj) 17:28, 30 berfanbar 2016 (UTC)

سلام. من در میلینگ لیست مدیران عضو نیستم و در جریان اتفاقات نیستم.--ÇalakГотубеж 08:45, 28 pûşper 2017 (UTC)

Parlamentoya Herêma Kurdistanê biguhêre

Silav Calak, Tu çawan î? Pirseke min heye: tu dizanî di kîjan salê de Parlamentoya Herêma Kurdistanê hatiye çêkirin? Bnr. [4]: were jêbirin? Spas.--Ghybu (gotûbêj) 01:34, 28 kanûna pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

Silav Bira! Mixabin ez hîç tiştek liser Herêma Kurdistanê nizanim :( --ÇalakГотубеж 17:15, 28 kanûna pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide