Wîkîpediya:Rêveber/Balyozxane

Bikarhêner:Balyozxane biguhêre

Merheba,

Ez Balyozxane (g · b · a). Karê Wîkîpediyayê pir in niha tenê 2 rêveber hene û ew jî pir kêm e. Roj bi roj wîkiya me mezintir dibe. Hîn gelek tişt hewce ne ku em bikin. Bi taybetî di warê Amûran de gelek kêmasiyên me hene. Ez ê amûrên nû wekî en:WP:Twinkle û en:WP:Shortdesc helper çêkim. Li ser rêzik û dengdanan bixebitim û hîn gelek tiştan bikim. Loma dixwazim bi mafên Interface Adminstratorji bo rêveberiya Wîkîpediyayê berendam. Hûn dikarin şîrove û dengên xwe li jêr binivîsin.--Balyozxane (gotûbêj). 23:26, 23 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Dengdan biguhêre

@MikaelF, Ghybu, Guherto, Avestaboy, Gomada, û Bikarhêner: @Jiju, Mohajeer, Penaber49, KelêÛxelfetî, Biyolojiyabikurdi, û Ferrus: @GPinkerton, Pispor, Bibliophile, û Rewiye tine:----Balyozxane (gotûbêj). 23:33, 23 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

 
Dengdan di 23.11.2022 de dest pê kir û di 14.12.2022 de bi dawî bû.
Nehat pejirandin.    9 (%69)   4 (%31)   0 (%0)

Bo biguhêre

  1.   Erê Her hebe. Key Mîrza (gotûbêj) 18:53, 12 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
  2.   Erê --Ghybu (gotûbêj) 00:09, 24 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
  3.   ErêPenaber49 (gotûbêj) 04:06, 24 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
  4.   Erê Ferrus (gotûbêj) 05:38, 24 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
  5.   Erê Hêja Balyozxane, xebatên kalîtedar dike, her xebatê xwe bi baldarî dike. Hewlên wî yên rastkirin û baştirkirina û encamên erênî ên vê yekê li holê ne. Wîkîferheng bi xêra wî û çend xwişk û birayên me yên hêja baştir bûye. Lewma bi qeneaeta min divê mafê birêvebiriyê ji Balyozxane re jî were dayîn. -- Bikarhêner (gotûbêj) 10:21, 24 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
  6.   Erê Ez hêvîdar im ku tu jî rêveberekî wêrek û azad bî. Serkeftin. --MikaelF (gotûbêj) 19:35, 26 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
  7.   Erê Keyomerd (gotûbêj) 09:37, 11 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
  8.   Erê 🌸 Sakura emad 💖 (gotûbêj) 11:43, 12 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
  9.   Erê! -- Mirzali (gotûbêj) 20:36, 12 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Dij biguhêre

  1.   Na Hevalê @Balyozxane: têra xwe xebatkar e. Lê herwiha islûba wî jî ew qasî ne baş e. Xuya ye dê bi ser bikeve, bimbarek be. Lê bila hema ev dengê dij jî vegotineke giringiya danûstandin û isûlan be. Da her di bîra wî û me gişan de be. –Pispor (gotûbêj) 21:51, 24 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
  2.   Na Min wextê xwe girt ku vê biryarê bidim, lê ez hîn jî li ser vê ramanê me. Ez vî dengî ne ji ber argumanan distînim, ji bo raya xwe digirim. Dibe ku di pêşerojê de ez dengê erê bidim. Digel vê yekê jî ez hêvîdar im ku pêşerojeke baştir çêbibe û hêvîdar im ku em careke din nebin şer. —KelêÛxelfetî (gotûbêj) 23:20, 24 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
  3.   Na Biyolojiyabikurdi (gotûbêj) 22:28, 24 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
  4.   Na Herî dawî kengî wekî bikarhênerekî Wîkiyê tevlî malperê bûme nayê bîra min, lê belê her tim min bala xwe da li ser guhertin û guherandinan. Û min nexwestibû tevlî vê dengdanê bim. Lê bila sax be, ew bi xwe ez vexwendim û nabe ku dilê wî bihêlim. Ez ê li vir sebeba dengê xwe vebêjim: Hûn ê jî bibînin, xêrxatina wî ya pêşîn min bi xwe kiriye. Lê belê hevalê Balyozxane ji ber awayê xwe yê têkilîdanê dilê min ji vê platformê sar kiribû û di nav demê de ji ber karûbarên xwe jî min êdî dest û nigên xwe ji vê platformê kişandin. Xebatên ku wî kirine xweş in û ya pîrozkirinê ne, lê belê ne hemû. Min di wî de xwe-çêtir-dîtin dîtibû. Û piştî demekê dirêj jêgirtinekê wî ya jêr a di bin gotûbêjê de xwe da xuyakirinin ku hîn jî dewam dike. ji yekî re gotiye "Tu bi hewlên xwe pêbaweriya Wîkîpediyaya me dikujî. Ji kerema xwe re MEKE!!!“. (Bila gumanbariya pêbaweriya Wîkiya me li aliyekî bimîne) Xuya ye ji ber tevgerekê dubarekirî tehemula wî nemaye, lê ev bo peyvekê vî awayî ne mazeret e. Divê mirov her tim bi xweşzimanî tev bide. Bikarhênerê ku vê peyva wî jê girtiye, xuya ye dilê xwe girtiye. Lê bersiva wî ji ya pêşîn jî xirabtir e: "Çi heye li vir? Kêfa te ji çi nehat? Min rastî gotiye." Rastgotin û nezaket her tim ne parelelî hev in. Û xebatkarî jî hertim kêmasiya mirovan venaşêre. Her wiha, di taliyê de naxwazim kesekê vî rengî li vir bibe rêveber. Hêvîdar im xebatên wî zêdetir û kêrhatîtir be, lê jê pirtir, hêvî dikim ku tehemula wî ji xebatkêşiya wî bêhtir bibe. Qewet be. Jiju (gotûbêj) 20:24, 13 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Bêalî biguhêre

Gotûbêj biguhêre

Roja we tev de xweş be! Bi ya min rêveberî ne tenê bi beşdariyan dibe, yan jî kê gelek nivîsar nivîsîne. Ji bo rêveberiyê zimanekî yekgirtinê û dîtina çareyan a bi zimanekî şîrîn jî lazim e. @Balyozxane: Weke nimûne te berî du rojan ev nivîsiye: "Heger ev yek ne bes be bo astengkirinê edî ti baweriya min ji bikarhênerên wîkiya kurdî re dê neyê û ez ê dev ji vê rezîliyê berdim yan jî ez ê jî wekî wî hezaran gotarên google wergerê çêkim û rêziliya me rêziltir bikime." Tê vê ji me re çawa bidî fêhmkirin? Em hemû dixwazin ji bo zimanê xwe xebatekê bikin. Kesên nû tên, nizanin çi dikin an dibêjin qey bi awayê ew dixebitin arî kurdî dikin, carinan nivîskar, blogvan hwd. tên reklama xwe dikin. Bi kurt û kurmancî kêşeyên me pir in, lê divê ev nebin sedema nîqaşên êrîşkirina bikarhênerên dî yan jî dûrxistina wan a di derbekê de. Gelo tu yê bikaribî di pêşerojê de bi zimanekî ne-agresîv kêşeyan çareser bikî?—Gomadapeyam 11:43, 24 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Erê. Di vê yekê de gumanên min jî hene. Ghybu (gotûbêj) 12:46, 24 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu û Gomada: Nizanim haya we heye lê ez ti carî ji bikarhênerên din re bi awayekî êrîşker naaxivim. Binêre [1], [2], [3]. Di vê hevoka min a te nîşan da de min bêhntengiya xwe ya dijî rêveberiya Wîkiyê nîşan da. Yanî ji her duya we re. Mala we ava, ew çend sal in hûn xîzmetê zimanê me dikin. Ji bo vê, ez spasdar û xulamê we me. Heger hûn bibînin ku ez bi awayekî erîşker û agresîv dixebitim, dîsa hûn dikarin min jî asteng bikin. Ne kesekî dîktator im û ti car jî nabêjim bila hertim wekî bi ya min be. Ez ê her tim di nîqaşan de dengdanê çêkim. Biryar dê dîsa ya we be. Rêzikên wîkiya me tine ne. Ez ê pêşî ji bo çêkirin û pejirandina wan a bi dengdanan bixebitim. Dûre li gorî wan tevbigerim. --Balyozxane (gotûbêj). 13:37, 24 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Silav Gomada ez bi te razî me, di van çend rojên dawî de, Heval Balyozxane bi awayekî êrîşkar rastî êrîşan hati bo min. Heger tu dixwazî ​​bi xwe jî bibînî, tu dikarî li ser "Gotûbêj"a min bigerî. Ez naxwazim asteng bibim, ez ji vê kar hez dikim. Ez spas dikim ku ew li vir tê behs kirin. KelêÛxelfetî (gotûbêj).20:19, 24 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

@KelêÛxelfetî Birayê delal! Min bi te re bi awayekî êrîşkar ti car xeber neda! Tenê ji ber ku ez guhartinên te jêdibim, tu dibêjî qey vî kurikî êrîşî min dike. Xebatên te xelet e. Herkes vî yekî qebûl dike lê ji te re tenê ez û hevalê Penaber49 astengî derdixin. Ka here gotûbêja xwe û hevokeke min nîşanî min bide ku ez êrîşî te dikime? Tu nikarî bibînî! --Balyozxane (gotûbêj). 19:29, 24 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

„Silav, berî ku wergera xwe biweşînî, jkx bala xwe bide ku te her tişt sererast kirine. Gotareke kurt û rast ji wergereke dirêj û xelet çêtir e. Armanca me dayîna agahiyên rast e. Tu bi hewlên xwe pêbaweriya Wîkîpediyaya me dikujî. Ji kerema xwe re MEKE!!!“ zimanekî ne xweş û agresîv ji Bikarhêner:Balyozxane, ew ji tenê li gotûbêja min.

KelêÛxelfetî (gotûbêj).20:33, 24 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

@KelêÛxelfetî Çi heye li vir? Kêfa te ji çi nehat? Min rastî gotiye. --Balyozxane (gotûbêj). 19:38, 24 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]


@Balyozxane Ma hûn ferq nakin ku hûn pir caran di guherandinên min an li ser rûpela bikarhênerê min de zimanek tund bikar tînin?KelêÛxelfetî (gotûbêj).20:40, 24 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
@KelêÛxelfetî Min carek jî zimanekî tund bi kar neaniye! [4], [5], [6], [7], [8], [9], [10]. --Balyozxane (gotûbêj). 19:47, 24 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Ew ne tenê tişt e, hûn dikarin biceribînin ku niha tiştek li ser wê bikin, tenê bihêlin.KelêÛxelfetî (gotûbêj).20:49, 24 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Gomada nivîsî jî heye. Têkiliya xwe fêr bibin, da ku gava hûn dûr nekevin.KelêÛxelfetî (gotûbêj).20:50, 24 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

@KelêÛxelfetî Ez nikarim te tenê bihêlim ji ber ku tu her tim xeletiyên mezin bi zanebûnî dikî. Te berê jî gotibû [11] armanca te tenê çêkirina gelek rûpelan e. Ew nederbasdar e. Li vir ti kes qebûl neke ku em hemû gotaran bi wergerê çêkin û ti tişt jî sererast nekin. Kengî tu dev ji wergerên xirab û lêzêdekirinên çavkaniyên xelet berdî, ez ê te tenê bihêlim û dest bi alîkariya te bikim. Çi hewce be ez ê alî bikim. --Balyozxane (gotûbêj). 19:55, 24 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Dibe ku çavkanî ne xelet bin, an hûn li dijî qaîdeyên Wîkîpediya îngilîzî diaxivin? Hemî zimanên Wîkîpediyayê bêkêmasî ne ji kerema xwe hûn dikarin bi gelemperî ji min re bibêjin û bibin alîkar û ne dijminê min. Ez êrîşkariya we pir bêtehamul dibînim. Ger ez bipirsim hûn çend salî nin?? Ez naxwazim bi vê pirsê ne edebî bibim.KelêÛxelfetî (gotûbêj).21:00, 24 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

@KelêÛxelfetî Çawa çavkanî ne xelet bin? Te Kela Wanê ji bîr kir? Tişta ku tu dikî pir eşkere ye. Tenê ji ber ku ez dev ji hemû karên xwe berdidim û diçim li rastiya çavkaniyên te digerim, ez wan tiştan ferq dikim û guhartinên te jê dibim. Alîkariyeke çawa dixwazî? Herkes dev ji karên xwe berdin û li pey şopa sererastkirina wergerên te yên xirab bikevin? --Balyozxane (gotûbêj). 20:10, 24 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
@KelêÛxelfetî Heger tu dev ji karê xwe yê xelet bernedî, dawiya me jî wekê wîkiya skotî bibe! --Balyozxane (gotûbêj). 20:12, 24 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

@MikaelF, Ghybu, Guherto, Avestaboy, Gomada, û Bikarhêner: @Jiju, Mohajeer, Penaber49, KelêÛxelfetî, Balyozxane, û Ferrus: @GPinkerton, Pispor, Bibliophile, û Rewiye tine:

Silav ji we hemûyan re. 2 sal berê reveberên wîkîferhengê gotin me rêbazek nû amade kiriye. Divê xebatên te li gor rêziknameya me be, an na emê xebatên te jê bibin.Paşê hin xebatên min jê birin. Sedema jêbirînê jî wekî peyvên “çekirî” nîşan dan. Wekî mînak; ji van kesan wetrê “xwewîst” peyvek çêkiriyê loma nabe ko di wîkîferhengê de cih bigire. Hevalên hêja, ev peyv di kurdiya soranî de wekî “xwowîst” tê bikaranîn (bi înglîzî:voluntary).Her wekî hûn jî dizanin, di kurdiya kurmancî de em li dewsa “xwo” ya soranî “xwe” bikartînin. Loma min jî peyvê wekî xwewîst bikar anîbû. Rêvebir peyvê jê birin. Min got di kurmancî de heta niha zimanek zanistiyê çê nebûye, li ser zîndezaniyê(biyolojî) de hîç pirtûk nehatine nivîsin, loma nabe ko tu ji bo her peyva zindezaniyê 3 çavkanî bixwazî. Lê min dît ko rêvebir dibêjin riziknamê û rêzikname.[12] Loma ez neçar mam ku dawî li xebata xwe ya ser wîkîferhengê bînim. Niha heman kes îcar dibêje min bikin rêveber ko ez li ser çêkirina rêzikên nû kar bikim. Wer xuya dike ko hevalê me dixwaze heman tiştan li vir jî bînê serê me.Biyolojiyabikurdi (gotûbêj) 20:28, 24 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Merheba @Biyolojiyabikurdi: Merheba keko. Mijarên ku te li vir behs kiriye hinekî dirêj in û eleqedarê rêvebiriya Wîkîferhengê ne jî. Lewma wekî rêvebirekî Wîkîferhengê ez ê jî çend gotinên bibêjim.
1 - Xebatên te bidetay in, bi baldarî hatine hazirkirin û bikalîte ne. Lewma te pîroz dikim ji ber xebatên te yên hêja. Lê divê em vê yekê jî bibêjin, zimanekî çêkirî tu fêde nade miletekî. Isûl û esasa hin pêkanîna hin tiştan hene, ger mirov riayetê van isûl û esasan nebe wê hin problemên cidî derên holê. Mîsalen ger bi "Rêbazname"yê ti isûl û esas neyê danîn, wê Wîkîferheng "pêbawerî"ya xwe winda bike. Berî hatina me, di Wîkîferhengê de gelek madeyên ji ferhengekî din (tirsik.net) kopîkirî cih digirtin û ji ber ku bêdestûr ev dane hatibûn kopîkirin, Wîkîferheng jî mafê telîfê yê xwediyê(n) wê malperê bi giranî îxlal dikir. Ji xeynî van gelek peyv hatibûn çêkirin ku rûpelê ber bi rûpelên vala ve alî dikirin, wekî pirjimariya peyvên îngilîzî. Wekî nimûne, peyva "slammers" hebû, û di gotarê de digot pirjimara peyva "slammer"ê ye, lê peyva slammer nehatibû çêkirin. Gelek peyvên ku bi botan bi vî awayî hatibû çêkirin hebû di Wîkîferhengê de û ev peyv tenê Wîkîferhengê ji aliyê hejmarê ve xurt nîşan dida. Wekî ku hêja Balyozxane jî behs kiriye, di çend zimanan de problemên wisa rê daye ku Wîkîferhenga wan bibe mijara nîqaşê û îxlalên wan bi girseyî (massive) hatine rastkirin, jêbirin. Wekî din heya vêga ji ber gotarên kopîkirî yên ji malperekê din, gotar bi awayekî rast nehatibûn çêkirin, wekî nimûne di bin peyva beşa maneyê de peyvên hevmane û nêzîk û têkildar tev tevî hev hatibûn danîn. Divê ji bo peyvên bi zimanên din tercimeya wan a kurdî were dayîn û ji bo peyvên bi kurdî maneya peyvê were îzahkirin, ne ku temamê peyvên nêzîk, têkildar û hevmane tevîhev bên danîn. Me hewl daye, û em hewl didin ku van xeletiyan jî yek bi yek rast bikin. Ji xeynî van, cure, awayê bikaranînê, cinsiyeta gotaran nehatibûn diyarkirin, li ser her gotarê tenê "wate" hebû. Me hewl daye ku em vê xeletiyê jî rast bikin. Ji xeynî van gelek peyvên nûçêkirî hene ku ji bo van ti çavkaniyekê nîne.
Ferhengsazî jî qadeke ilmî ye û wekî ku min li jorê jî gotiye, ev îlm jî xwedî isûl û esasekê ye. Ger em riayetê van isûl û esasan nekin, wê problemên mezin derkevin holê. Mîsalen ger peyv ji aliyê civatê ve neyên qebûlkirin (ev qebûla wan bi bikaranîna li nav xeberdanê an zimanê nivîskî tê famkirin), mirov çi peyvê çêke, wê ferheng ji rastiya civatê dûr bikeve û pêbaweriya ferhengê bikeve. Ji xeynî dûrxistina ji zimanê civakê an çêkirina zimanekî nelikar rê dide gelek problemên din, mîsalen ji bo peyveke îngilîzî peyva "x" tê çêkirin, lê mirov dibîne ku di rastiyê de diviyabû ku peyva "x" ji bo peyvekî din a îngilîzî hatibûya çêkirin, ev yek jî rê dide ku peyvek ji bo du peyvên nêzîk were bikaranîn û ji bikaranîna wan jî ji hev cuda nabin. Her wekî ku dibêjim, ger riayeta isûl û esasên wê îlmê neyê kirin, wekî vê gelek problemên din derdikevin. Û rastkirina wan probleman jî ji çêkirina peyvan çendîn qatî zehmettir dibe.
Yek ji isûl û esasan jî ev e ku wekî min li jor jî îzah kiriye, ger miletek peyvekî qebûl kiribe, divê berî ku ew peyv li ferhengan bên zêdekirin, ew peyv li nava civatê bên bikaranîn, çi bi nivîskî çi jî bi devkî. Ji bo bikaranîna devkî mimkin e ku mirov li xeberdanên însanan binêre, ji bo bikaranîna nivîskî jî mirov dikare li çavkaniyên nivîskî ên wekî kitêb, kovar û malperên înternetê binêre. Ji van çavkaniyên jimartî, kitêb li gorî yên din zêdetir xwedî baweriyê ye.
Wekî ku min di berê de jî gotibû, berî Rêbaznameyê peyvên pir virrokî (şaş, xelet, bi tirkî "uydurma") dihatin tevlîkirin û wisa diman an admînên me li gor dilê xwe jê dibirin an dihiştin. Lê vê gavê ev yek rûnişt ser sîstemekê. Di vê yekê de şaşiyeke nabînim ez bi dîtina xwe. Û ji ber ku zimanê me ne wek zimanên din rind-standardbûyî û xwedî-sazî nîn e, gelek kes peyvên nû çêdikin, bi vê Rêbaznameyê me xwest ku peyvên nû neyên tevlîkirin. Nexwe pir pir zêde wê peyv hebûna. Peyvçêkirin ne tiştekî zehmet e, lê zêdezêdebûna peyvan xwedî gelek ziraran e. Me Rêbaznameyê ji bo çendîn sedemên wisa qebûl kir.
Dîsa wekî ku min di berê de jî gotibû, hin kes vê derê wek cihê xelaskirina peyvan yê ji windabûnê dibînin. Lê ev yek şaş e. Ji bo "xelaskirin"a peyvan mêtod ne ev e. Ji bo ku peyvek li Wîkîferhengê bê zêdekirin, divê peyveke belav, biçavkanî be (çavkaniyên pêbawer). Ji bo ku têgihekê bibe "belav" û "biçavkanî" bila alimên me, nivîskarên me kitêban binivîsînin, li ser kovarên ilmî û edebî gotaran biweşînin, kitêban wergerînin, li ser malperan binivîsînin. Lê bila rasterast cara pêşîn li vir neyên qeydkirin. Belê rewşa miletê me ne wekî miletên din e. Lê ev yek rê nade ku hin rêbaz nîn bin ji bo tevlîkirina peyvan li ferhengê, wekî din wê her tişt pir tevlîhev be û pêbaweriya vê ferhengê ji holê rabe.
Ji bo vê peyvê jî ger çavkaniyên bi kurmancî hebe, wê peyv jê neyê birin. Çavkaniya bi kurmancî dibe ku bi herfên aramî jî be, bi herfên latînî jî, sînoreke wisa tine ye, lê sînoreke ji bo biçavkanîbûnê heye. Peyvên bêçavkanî têne jêbirin. Ger ji bo vê peyvê çavkaniyên bi kurmancî tine be, ev peyv tenê wek soranî (bi herfên aramî an latînî, bi şiklê ku di soranî de tê bikaranîn) dikare were qeydkirin -helbet ger ji bo soranî çavkanî hebin-. Herwiha divê çavkaniyên ji bo têgihan ne ji eynî şexsê bin, nexwe kesek dikare gotareke xwe jî, an gotarên xwe yên cuda ên eleqedar li qadên cuda ên wek çend kovar, malper bi rehetî biweşîne û her yek ji wan wek çavkaniyeke nîşan bide, wisa jî nabe.
Van gotinan ji ber vê dibêjim ku meqseda me ne astengbûna li hember hin kesan e, lê meqsada min ev e ku Wîkîferheng, Wîkîpediya xwedî baweriyekê bin, bi qalîte bin, agahiyên li vir rast bin, em zimanê kurdî bi wasiteya platformên wisa li ser înternetê bi pêş bixin û rê nîşanî wan kesan bidin ku dixwazin xebatên bikalîte hazir bikin.
Cardin û cardin wekî ku min di berê de jî gotibû, wekî din jî em tev jî ji bo xizmetkirina zimanê kurdî, xizmetkirina îlmê li vir in. Divê rasterast serî li metoda devjêberdanê nedî. Spas. -- Bikarhêner (gotûbêj) 22:30, 30 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
Silav Birêz Biyolojiyabikurdi. Xelet tê bîra te. Pirsgirêk ne "xwewîst" bû. Ew peyv hîn jî [13] li ser wîkîferhengê ye û me ti car li ser vê peyvê nîqaş nekir. Pirsgirêk peyva tîşko bû. Ji bo te jî em çûn rêvîzyona rêbaznameyê. Peyva tîşko jî piştî vê rêvîzyonê wek peyîtandî hate nîşankirin û niha berdest e. [14]. Xeletiya te ya din jî ew e ku rêveberan ew rêbazname çênekir! Bikarhênerên wîkiyê piştî nîqaşên dûvûdirêj çêkir. [15]. --Balyozxane (gotûbêj). 20:40, 24 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

@Balyozxane ji kerema xwe li vir binêre.[16] Ev peyama bêîmze ya Biyolojiyabikurdi (gotûbêjbeşdarî) ye.

  •   Şirove Ma bi rastî jî islûba min ew qas kirêt e? Xwedê min ferq nekiribû. Min digot qey ez tenê rastiyan dibêjim. Lê temam heke hevalê Pispor jî wisa gotibe, êdî ez ê ti car bi bikarhênerên din re nekevim nîqaşan. Ez lêborînê ji hemû hevalan dixwazim.----Balyozxane (gotûbêj). 22:12, 24 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Silav hevalno, ez dibêjim pirsgirêka meyê li vir kêmbûna polîtîkayên wîkîpediya kurdî ye. Ger ku li gorî pirsgirêk xwe polîtîkayan binivîsînin ew dem dikarin bi hêsanî hem hevdû fem bikin û hem jî dikarin derdê xwe ji hev re bêjin. Mînak demekê hevalekî bi awayekî israr dixwest ku gotara xwe binîvîse, me bi mehan nedikarî derdê xwe jêre bigota. Fikrê ev divê em ji vir pê de li gorî pirsgirêgan polîtîkayan binivîsin û li gorî van polîtîkayan tev bigerin. Mînakên polîtîkayan li ser Wîkîpediya îngilîzî tirkî erebî hene. —Penaber49 (gotûbêj) 10:05, 25 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

  Şirove @MikaelF, Ghybu, Guherto, Avestaboy, Gomada, û Bikarhêner: @Jiju, Mohajeer, Penaber49, KelêÛxelfetî, Balyozxane, û Ferrus: @GPinkerton, Pispor, Bibliophile, û Rewiye tine: Li gorî metawîkiyê xuya ye divê ji %80 dengên erenî hebin ku were pejirandin. Loma min dengdanê hefteyekî din dirêj kir. Li hêviya dengên we me  --Balyozxane (gotûbêj). 23:05, 10 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

as far as i understood you're requesting adminship @Balyozxane? 🌸 Sakura emad 💖 (gotûbêj) 12:05, 12 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
@Sakura emad Yes, thanks for the vote! --Balyozxane (gotûbêj). 12:44, 12 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane in that case please move your request on meta from Requesting IA Access to Admin Access, and i have some questions regarding your works on admin areas, 🌸 Sakura emad 💖 (gotûbêj) 13:01, 12 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
@Sakura emad No need to remove the request, it's on hold, albeit informally. What do you mean by my works on admin ares? --Balyozxane (gotûbêj). 13:15, 12 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
Sorry for the confusion, yes my request is for Interface Adminstratorship as stated on the introduction part --Balyozxane (gotûbêj). 13:17, 12 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
Ev wextek e ez neketibûm wîkiyê, vaye ez hatim lê ez dereng mam. Li qusûrê nemêzêne heval.. Guherto (gotûbêj) 18:44, 14 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]