Open main menu

Dêrika Çiyayê Mazî an jî Dêrik (bi tirkî: Derik ) navçekî û bajarekî li Bakûrê Kurdistanê ye. Dêrik ser bi Parezgeha Mêrdînê ye.

Dêrika Çiyayê Mazî
Derik
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Mêrdîn (parêzgeh)
Serbajar Dêrik
Qeymeqam Tarkan Keskin

Hejmara nahiyan 2 nahiye
Hejmara bajarokan 1 bajarok
Hejmara gundan 71 gund

Gelhe (2008) 57.237 kes
Rûerd 1.367 km2
Berbelavî 41,9 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2008) 19.704 kes
Koordînat 37°21′51″Bk 40°16′10″Rh / 37.36417°Bk 40.26944°Rh / 37.36417; 40.26944
Koda postayê 47800
Koda telefonê (+90) 482
Nexşeya cihan Tirkiye
Dêrik is located in Tirkiye
Dêrik
Dêrik

DîrokBiguherîne

Di sala 1874'an de dezgeha şaredarî li Dêrikê hatiye damezrandin û ji dest pêkê heta sala 1923an bi Amedê ve girêdayî bû. Ji sala 1923an û pê ve bi Mêrdînê ve hatiye girêdan. Li gora serjimara îniya di Cotmeha sala 1927'an de, li navenda navçeyê 528 mal, 38 dikan, Mizgeftek û Dêrek hebû ye. Dîsa li gora vê serjimarê, serjimara bajêr li ser hev 6930 kes in û ji vana 1370 mêr û 1278 jî jin in. Tevî jimara gundên li ser hev serjimara bajêr 15 111 kes in û ji vana jî 8181 kes pîrek û 6930 kes jî mêr in.

Dêrik, sê aliyên wê bi çiyayên asê ve girtiye, pişta wê li Çiyayê Mazî û berê wê li Wêranşar û li beriya Serê Kaniyê ye. Beriya Dêrikê ji quntêna Çiyayê Mazî dest pê dike û her ku ber bi deştê ve dadikeve bilindahîya erdê wê nizim dibe. Li ser milê çepê sînorê erdê wê dighêje deşta Qoserê û îklima wê, zivistan û havînan bi dijwarî derbas dibin.

Pal û berwarên Çiyayê Mazî bi piranî dar û deviyên berrî û mazî nin. Di van salên dawî de, her ku diçe dar û devî zêdetir dibin. Li beriya Dêrikê her çiqas cihên qeraç hebin jî erdên bi bereket pirtir in û li van erdan weke genim, ceh, nîsk û nokan tên çandin. Piştî ku di van salên dawiyê de hin bendav û pengavên li mintîqeyê çêbûn û gelek bîr hatin kolên, çandiniyên weke penbo, garis, kuncî û bîstanên avî jî zêdetir bûn. Li erdên şehar û heta bi palên Qerejdaxê jî çiltûkeke bi xêr û bereket tê çandin. Ji xêndî van tiştên jî bi dehan perçeyên zeytûnên, rezên tirî û baxçeyên ji darên hinar, hijîr, mişmiş, gwîzan û ji her cûreyî fêkî pêk tên, henin.

Debara kesên ku li nava bajêr rûdinên, li ser deman û cenaniya rez, zeytûn û baxçeyan e û beşekî piçûk jî bi dikandarî û bazirganiyê re mijûl dibin. Debara gundiyên ku li hêla çiyê rûdinên, li ser xwedîkirina pez û hejik û êzingan e. Yên beriyê ji li ser çandinî û zîraetê ye. Ji xêndî zîraetê, tu tiştekî ku zêde bê kirin tune ye.

Di dîroka Mêrdînê de, kîjan dewletê û kîjan şaristaniyê li ser Mêrdînê hikum kiribe, Dêrik jî ji xwe re ketiya bin hikumdariya wan.

Heta demeke nêzîk jî qismekî mezin ji rûniştvanên Dêrikê, Ermenî bûn. Di van salên dawî de, ji ber sedemên aborî, civakî û siyasî, Ermeniyên Dêrikê ber bi Stenbol, Sûrî, Ewrûpa û Emerîkayê koçber kirin. Vê gavê jî bi qandî du-sê malbatên wan li Dêrikê manin. Di dema xwe de, qismekî mezin yê pîşesaziyê (seneetkarî) di destê Ermenîyên de bûn. Yek ji wan avahiyên dîrokî, Dêra Sor e ku li ser navê Ermeniyan maye. Li gora rîwayetê tê texmîn kirin ku Dêrikê navê xwe ji vê dêrê wergirtiye.

 
Zeytûnên Dêrikê
 
Hinarên Dêrikê
 
Hejîrên Dêrikê

Dêrik ji hêla av, kanî û çeman ve dewlemendiyeke herêmê ye. Piranîya çeman zivistanan der dibin û biharan heta bi serê havînan diherikîn. Lê piraniya wan, havînan dimiçiqin. Çemê Xabê, Çemê Şêbê, Çemê Zorava û Çemê Circibê hin ji wan çeman in. Ji xêndî van çeman jî, hin gol û barajên (bendav) ji bo avdanê û bi navê Kunreş, Sûbetan, Qurixî û Sêpnatê ku ji terefê dewletê ve hatinên çêkirin, henin.

Zeytûn, hinar û hejîrên Dêrikê gelek navdar in.

Dewletên ku li Dêrikê hikimdarî kirineBiguherîne

Beriya Zayînê

Piştî Zayînê

  • 200 Sasanî
  • 600 Bi rê ve birina Arûsê Carîs
  • 639 Feth kirina Ordiya İslamê ku di bin serokatiya Îyad B. Genam. (Dewra Hz.Emer)
  • 639-739 Dewra Marîye ya Arsûs û lawê wê Amuda ku li Mêrdînê berî her kesî ola İslamê pejirandibun.
  • 739-837 Di nav van salan de Dêrik û derdora wê xerabe man.
  • 837-894 Dewra Milûkê Misûlê Al î Hamdan
  • 894 Ji aliyê Xelîfe Mu'tadıt Bîllahê 16a Mêrdîn û derdora wê hat valakirin
  • 930-977 Bi rê ve birina Nasiruddevle Hesen
  • 977-1084 Mervanî
  • 1105-1400 Dewleta Artûkî
  • 1394 Talan û dagira imparatorê Moxolan Tîmûr
  • 1400-1468 Dewra dewleta Karakoyunlî.
  • 1468-1507 Dewra dewleta Akkoyunlî.
  • 1507-1515 Dewra Sefewiyan.
  • 1515-1923 Împaratoriya Osmanî
  • 1923 Dewra Komarê

ErdnîgarîBiguherîne

Dêrik bi ser sînorê Şemrex, Qoser, Serê Kaniyê û Wêranşarê ve ye. Qasî ku tê zanin ew, di navbera salên 1390 û 1400î de, ji terefê du qebîlên eşîra Têrrikan ku bi navên Mala Dawidê Kalo û Mala Qeya ye, hatiye ava kirin. Ji ber wê, heta niha jî ew cihên ku di dest pêkê de bûne cîhê avahiyê, bi navê Rezê Mala Dawidê Kalo û bi navê Mêrga Qeya tên bilêv kirin. Li ser kuştina mîrekî zilimkar ku li mintîqeya Amedê bi navê Rût Heso (Hesoyê Rût) dihat bi nav kirin, ev herdu qebîlan mecbûr manin koçî cîhê ku îro navenda Dêrikê ye, bikin.
Rûpîvana Dêrikê 1397 km² ye û li gora serjimara di sala 1998an de hatiye tesbît kirin ku nifûsa navenda navçeyê 19 hezar û 750 kes in. Nufûsa navçê di serjimara di sala 2000an de jî bûye 20.700 kes.

Raqima Dêrikê 780 metre ye û bilindahiya çiyayên wê 1500 metreyê derbas nakin. Çiyayên wê bi navê Çiyayên Mazî tê bi nav kirin. Dêrik bi berriya xwe jî, li ser sînorên deşta Herana ku heta dighê erdên Nisêbînê ye. Berriya Dêrikê, bi kevirên şehar (volkanîk) yên ji girqîjotên ji beriya dîrokê de teqiyane û li wan derdoran belav bûne ve dagirtiye. Vê gavê jî ji wan girqîjotan, madeya ku bi navê "kilinker" e û di çêkirina çîmento de wek havên tê bikaranîn, derdikeve.

 
Nexşeya Dêrikê

Cihên Navdar û Dîrokî yê DêrikêBiguherîne

Navdarên BajerBiguherîne

Osman Özcelik Eyyüp Güven Rodi zinar

û gelekên din. 

Koma mûzîkê ya Koma Azad di sala 1987an de ji aliyê Bawer Can û Turhan Yapıştıran li Dêrîkê ava bû.

Çend Helbestên Li ser DêrikêBiguherîne

Ji Qedrîcan re

I
Ey hevalo delalo, tu her tiştî dizanî
Di zimanê me kurdan tu wek melayê Xanî,
Tu xortekî çeleng î ez kalekî zemani
Dil û gerden şikestî bendewarê xizanî,
Xwedê te xweş bihêlî, tu xortekî ciwan î.

Erê rûyê te roj e, tava wê da diyara.
Devê te wek bişkoj e, nû derkevî ji xwe re.
Serê te kehruba ye, mû distinî ji me re.
Ayîneya Skender, çavê te bû li Dara.

Birhên te pîr zirav in her dû wek du kevana
Pozê te î çilakî, sade ji zêr û zîva,
Bejna te ya Siyamend li zozanê Farqînaa,
Sondê dixwim bi atêş bi wî xirqê kirîva,
Li ber tava te mane Zaz û tor û Brîva.

II

Dêrik çi xweş e bi dar û av e,
Ev ave, li her derê belav e.

Yek xab e belê, bihuşt û mawa.
Pir mişmiş û sêv û dar û selwa.

Pir gwîz û hejîr û xox û hinar,
Pir kanî û aş û av û cobar.

Yek dî heye pê dibên Kulêbê,
Gorî ne ji wê re Xurs û Şêbê.

Pir aveke sar û pak û şêrîn,
Pir dar û ber û gîyahe rengîn.

Bilbil digirî bi ah û zar e,
Daxwez bi xwe komala Hewar e.

Mizgîn didî ew heval û yare,
Qedrî ko li Şamê xwendewar e.

Çepkan dikutin dibên birawo,
Gorî te bibin xweh û birao

Cegerxwîn[1]

Di dema heşê min wenda dibûyî
Mizgînek ji min re hat û got: bixwîn
Min cegerperitî, min dilhilûyî,
Mêze kir ev mizgin i navê Cegerxwîn

Hevalê xoşewîst pesna gundê min,
Bi ah û keseran pêşkêş didî min.
Ji nû ve pêtek ar, da ser daxê min
Derd û kul tevdayîn tewşe Cegerxwîn!

Dêrik pir xweş e hêja ye pesnê;
Çi bikim nakev dest; ji ber vê xesmê
Bi dil birîndar in kurdên vê neslê
Ne ez û tu tenê hemî Cegerxwîn!

Ma Maden hindik e ji darên heran
Osmanye, Sêwerk, Mûşa-Serhedan.
Ji çayê Torozê het Deşî-Rewan,
Gi xabin! Hin çêtir bizan Cegerxwîn.

Dizanim tu zanî, welat giş xweş e,
Hin bajar hene ko tu lê na meşe
Mesela Elezîz çi lawkeleş e
Bidîta bi çavê şihrê Cegerxwîn.

Hevalo tu xweş bi; tim bi dilê xwe.
Welatê bihuştin tim bi sazê xwe,
Saz bikî di nava tilyên destê xwe
Da nezan bizanin tu yî Cegerxwîn.

Girêdanên derveBiguherîne

ÇavkanîBiguherîne

  1. Qedrîcan, Hewar Sal 1- 1932, Hejmar 12
  • Orijînala vê gotarê ji malpera derikli.com hatiye stendin.