Rêzan Tovjîn

Rêzan Tovjîn (jdb. 1978, Dêrika Çiyayê Mazî) Nivîskar, bernamenivîs û wergêreke kurd e .

Rêzan Tovjîn
Rezantovjin.JPG
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge


Jiyan û ZarokatîBiguhêre

Rêzan Tovjîn di 1993'an de dest bi rojnamegeriya kurdî kiriye. Di gelek rojname û kovaran de rojnamegerî, edîtorî, nivîskarî û gerînendetî kiriye. Di salên rojnamegeriyê de hatiye girtin û yek ji wan kesan e ku di temenê zaroktiyê de gelek salan girtî maye.

XebatBiguhêre

Di 2004'an de bi beşdariya 11 nivîskaran dest bi xebata Kovara W kir. Di avakirina Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê de cih girt. Demek kin serokatiya vê komeleyê jî kiriye.

Di avakirina Komeleya Lêkolîn û Pêşxistina Çand û Ziman (Karger) de cih girt. Di 2005'an de yekemîn Kovara komputergerî bi navê Kovara Pckurd derxist û piştre bi navê Bername NET kovarek derxist. Tovjîn heta dawiya sala 2006'an seroktiya komeleyê kir.

WergerBiguhêre

Mirin Di Xewê de Bû, Cuma Boynukara, Lîstik, 2010, Weşanên Lîs, Ji Tirkî

Xebatên IT, Nivîsbarî û BernamenûsîBiguhêre

geroka Opera û Avant Browser, scriptên wekî PostNuke, Mambo, Joomla, Php-Fusion, Squirrel Mail û bernameyên wekî anti-spyware a Winpooch û Ad-aware, PSPad, FTPFileZilla cara yekem di navbera salên 2004-2006'an de wergerand kurdî. Di wergera Abiword Ubuntu û OpenOffice de gelek salan kar kir. Ji bo zimanê kurdî li Facebookê were zêdekirin kampanya da destpêkirin û piştî hate pejirandin jî wergera wê pêk anî.

Wî heta îro gelek bernameyên tîcarî yên pirzimanî (kurdî, tirkî, îngilîzî, erebî) afirandine. Hin ji van bi navê New-C, Karger, Baro CMS, BİYS, BBYS, Otopas A di bazarê de ne. Ev pergalên webê (scrîpt) ku hemû bi zimanên kurdî, tirkî û îngilîzî hatine afirandin ji aliyê gelek sazî û dezgeyên fermî û civakî ve tên bikaranîn.