Winpooch bernameyeke anti-spyware e. Bi taybetî spyware li ber mirov kozikan dikole, kemînan datîne. Winpooch li hember van kemînên spyware hatiye afirandin. Di komputerê de cihekî gelekî hindik distîne. Bi vî awayê xwe di pêşiya raqîbên xwe de ye. Hem belaş e hem jî berhemeke Çavkaniya Vekirî ye.

Winpooch

Awayê xebata wê ji bernameyên din ên anti-spyware cuda ye. Lêgerîn û lêkolîna xwe di demeke kin de dike. Bernameyên din li danegeheke belî dinihêrin û lêgerîna xwe dikin, lê Winpooch li encama kodan dinihêre û veqetandina xwe dike. Ev jî wê li hember raqîbên wê lezgîntir dike. Ev bername wekî mentiq awayekî nû pêşkêş dike. Lê car caran hişyariyên balkêş dike. Dîmendera wê jî hem xweşik hem jî şêrîn e.

Winpooch 0.5.10 ji aliyê Komeleya Kargerê ve li kurdî hatiye wergerandin.