Tilbisim

Gundekî Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê

Tilbisim (bi tirkî: Tepebağ) gundekî li Dêrikê ye.

Tilbisim
Tepebağ
Dîmenek ji gundê Tilbisimê, 2010
Tilbisim li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Tilbisim
Tilbisim
Koordînat: 37°20′15″Bk 40°16′13″Rh / 37.33750°Bk 40.27028°Rh / 37.33750; 40.27028
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehMêrdîn
NavçeDêrika Çiyayê Mazî
Bilindahî
700 m (2300 ft)
Nifûs
2.000[1]
Koda postayê
47800
Koda telefonê(+90) 482
Map
biguhêreBelge

Tilbisim 3 km li binya Dêrikê, li ser rêya Mêrdînê ye û ji 180 malî pêk tê. Gund li dora girê keleyê ava bûye. Li ser vî girî di meydanek bi qasî 300-400 m² de xirbeyê kelaya hundir heye. Ji şiklê çêkirina vê keleyê tê fahmkirin ku ew ji aliyê bîzansiyan ve hatiye çêkirin.

Bedena bajêr jî ji aliyê başûr ve digihêje Çemê Zuha, ji aliyê rojava jî digihêje Girê Çalan, ji aliyê bakur digihêje baxçeyên Xabê û di aliyê rojhilat jî Qesra Nebî di nav sînorên wê de dimîne û digihêje Çemê Zuha. Dirêjbûna bedenê nêzîkî 2000 m ye û bajarê Tilbisim yê kevin di hundirê vê bedenê de ye. Ava Bajêr û Keleyê ya vexwarinê, zifistanî ji ava Xabê û havînî jî ji sarîncan dihate sitendin.

Ji xirbeyên Taxa Heciyan tê fahmkirin ku başûrê bajêr bi temamî ji serayan pêk dihat. Di hinek xaniyan de mozaikên rengîn yên bizansiyan heta vê dewrê jî mane. Beden û xirbeyên bajêr niha bi tevayî wenda bûne.

Galerî biguhêre

Çavkanî biguhêre