Lokman Ayebe, di sala 1981’ê de, li Dêrikê li Kurdistana Bakur çêbû, nivîskarekî Kurd e.

Lokman Ayebe
Jidayikbûn1981
Dêrik, Mêrdîn
PîşeNivîskar
Zimanê nivîsinêKurdî
NeteweKurd
HevwelatîTirkiye
biguhêreBelge

Li Zanîngeha Dîcleyê beşa hesapgeriyê xwend. Di 18 saliya xwe de bi Tirkî dest bi nivîsandinê kir. Dû re li gel ku baş dizanîbûn wê hevdu biêşînin jî, li qedera xwe ango li Kurmanciya xwe vegeriya.

Romana nivîskar a yekem, Jar lê Sermest, di sala 2004an de ji aliyê Weşanên Belkîyê ve hate çap kirin. Piştî wê sê salan, di sala 2007'an de ji aliyê heman weşanxaneyê ve romana wî ya duyem a bi navê Gava Heyatê hate derxistin.

Lokman Ayebe di heman wextî de di Kovara Çirûskê de çîrok û gotaran dinivisîne. Ayebe, hîn jî li Dêrikê dijî.