Xirbeyên Fitnê li Dêrika Çiyayê Mazî ye

Xerabbajarê Fitnê li binya Gundê Fitnê ye û bi qasî 13 km yan li bakurê rojavayê Dêrikê dikeve. Ev Xerabbajar di newalekê de ye û ji bakur ber bi başûr ve fireh dibe. Dirêjbûna newalê bi qasî KMê û fireh bûna wê jî bi qasî 500 metreyî ye.

Di vî Xerbbajarî de, xirbeyên dêran, serayan û hejmareke zêde xaniyên xerabe henin. Bi taybetî, xirbeyên dêra mezin xuya dike ku ev bajar bi teknîk û zanebûneke pêşveçûyî hatiye ava kirin. Kevirên avahî pê hatiye çekirin pir giran in û bi sitîleke pir bedew hatiye neqişandin. Pilana bajêr û sitîla çêkirina avahiyan xuyadike ku ev bajar di dewra Bîzansiyan de hatiye ava kirin.

Ev bajarê mezin û mûazem ji ber afatên Îlahî û ji destê defînegeran, di dema me de, ketiye rewşeke pirî xerab.