Edîp Karahan

Nivîskarê kurd

Edîp Karahan (1926-1976) nivîskarê kurd bû.

Edîp Karahan

Li gora agahdariyên ku di nasnameya wî de hatine nivîsandin, ew di sala 1930'î de li Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinyayê. Lê li gor ku merivên wî yên emirmezin dibêjin, ew di meha nîsanê ya ku piştî Şêx Seîd hatiye daliqandin de çêbûye. Loma jî qeneeta xurt ew ku di sala 1926an çêbûye. Ew lawê Hecî Cemîlê Şêxmûsê Hecî Osmanê Reşo ye. Navê dêya wî Hecî Semo ye. Ew ji eşîra Mahmudan e. Mahmûdî yek ji pênc eşîrên Dêrikê ye. Piştî Hecî Osman, Êlasoyê kurê wî bûye serokê eşîrê. Ji ber kurdayetiya Êlaso, Edîp Karahan di zaroktiya xwe de dihere (bi dê û bavê xwe re derbasî Binya Xetê dibe) sirgûnê.

Wî heta bi lîseyê li welêt xwendiye û berî ku qeyda xwe li Fakulteya Dadê ya Stenbolê de çê bike, bi qancî salekê li Fakulteya Edebiyatê, besê felsefeyê xwendiye.

Ew yek ji wan kesan bû ku zû li kurdayetiya xwe hay bûye û bi meseleyên fikrî ve rabûye. Ji ber wê jî di sala 1953'an de ji ber îthama bangeşeya komunîzmê tê girtin, lê pasê berat dike.

Ew di dema telebetiya xwe de di gelek kovar û rojnameyên tirkî de nivîsan dinivîsîne; (Forum, Yeni Gün, Yeni Ortam hin ji wan in) û di sala 1957'an de, ji ber nivîseke xwe ya di Forumê de şeş mehan dikeve hepsê.

Edîp Karahan di sala 1962an de bi navê Dîcle–Firat rojnameyeke mehane derdixe û ew bi navên cûda di vê rojnamê de dinivîsîne. Wî bi naznavê Reşo jî di vê rojnameyê de çîrok nivîsîne.

Ew gelek caran ji ber fikrên xwe yên siyasî tê girtin û di hepsan de dimîne. Ew di sala 1963an de bi navê daweya "23yan" de tê girtin.

Di sala 1971ê de ji daweya DDKO'yê tê girtin û heşt sal ceza lê tê birîn. Piştî sal û nîvekê ji vê daweyê xelas dibe û piştî derdikeve derbasî Kurdistana başûr dibe. Li Kurdistana başûr bi navê Mam Azad tê bi nav kirin. Ew demekê di beşê ragihandinê de dixebite û paşê jî li dadgeha Comanê dadgeriyê dike.

Karahan, di 15'ê gulanê sala 1976'an de çû ser dilovaniya xwe. Ew zewicî bû û bi navê Tûrcel, Welat û Şiyar sê kurên wî hene.

Girêdanên Derve biguhêre