Bawer Can hunermendekî kurd ê muzîkê ye.

Jiyan biguhêre

Bawer Can li Dêrika Çiyayê Mazî girêdayî Mêrdînê ji dayik bû. Dibistana Dest pêk, Navîn û Dibistana Amadehiye li Dêrikê xwend. Ket imtihana Zanîngeh û qezenckir, Armanca wî biva Mamoste lê ji bo ku Stran bi kurdî digot zilm û zoriyê wî ji welatê wî koçberî Çûkûrova Tirkiyê kir.

Bawer can ji zaroktiya xwe di nava hunerdeye, diçû dawetan li Rîtim (Darbûke) dixist û stran digot. Bawer Can û hevalê wî Turhan Yapıştıran di sala 1987 an bi navê Koma Azad komek avakirin. Li gelek deveran dawet û Konser Çêkirin. Navê wê komê di demek kurt hudûdên Dêrik ê derbaskir û li Çûkûrova Tirkiye û li hemû deveran belabû. Koma Azad di sala 1991 ê bi damezirandina Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) re xebatên xweyî çandî û hunerî li wir berdewamkir. Di sala 1994 a bi navê „ Semal „ kaset derxistin. Di meha 4 a sala 1996 a jiber zilm û zoriyê ji welatê wî bi tûmerî bi dûr xist û di welatê Ewropa de derket.

Li Ewropa jî dîsa xebatên xwe yê hunerî û Muzîkê berdewam dike. Bi Komeke xwirt diçe Dawetan, sahiyan û Konsêran. Nuha Mamosteya Zarokan û Ciwanan dike û ji alyê muzîkê wan perwerde dike. Bawer Can Ji dervî komê bi navê „Vegerya „Kaset û CD çêkir û gelek gotin û muzîk wî çêkiriye. Ji stranên xwe tevan re Kilîp kisand û VCD derxist.

Albûm biguhêre

  • Semal-1994
  • Vegerya
  • Gulbîn

Girêdanên derve biguhêre