Osman Özçelik
Osman Ozçelik (bi tirkî: Osman Özçelik) (z. 1952 li Dêrika Çiyayê Mazî) nivîskar û siyasetmedarekî kurd û niha parlamenterê Sêrtê yê DTPê ye[çavkanî hewce ye].
Osman Özçelik | |
---|---|
![]() 2019 | |
Jidayikbûn | 1952 ![]() |
Hevwelatî | Tirkiye ![]() |
Pîşe | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre![]() |
Di sala 1952an de li Dêrika Mêrdînê hate dinyayê. Dibistana seretayî û navîn li Dêrikê û lîse jî li Amedê xwend. Di sala 1975an de Zankoya Dermanfiroşiyê ya Zanîngeha Stembolê qedand. Piştî qedandina zankoyê li Stembolê bi cih bû û dest bi karê dermanfiroşiyê kir. Di vê demê de di desteya rêveber a serokatî û endamtiya Odeya Dermanfiroşan a Stembolê de kar kir.
SiyasetmedarBiguhêre
Ozçelîk di dema xwendekariya xwe de nasbûnî bi siyasetê kiriye û di nav DDKOyê de cih girtiye. Dema sekreteriya Odeya Dermanfiroşan a Stembolê dikir di nav damezrînerên HEPê de cih girt û serokatiya rêveberiya Stembolê ya HEPê kir.
Piştî ku HEP hat girtin wek endamê damezrîner û cîgirê serokatiya DEPê cihê xwe girt. Ozçelîk bi rêzê ve HADEP, DEHAP û DTPê de bênavber siyaset kir û di asteke bilind de rayedariya van partiyan jî kiriye.
NivîskarBiguhêre
Ozçelik demek dirêj e ku di rojnameya Azadiya Welat de qunciknivîsiyê dike. Li ser helbestvanê kurd Cegerxwîn jî lêkolîneke wî heye û herî dawî li ser romanekê dişixule.
BerhemBiguhêre
Ozçelik xwedî pirtûka bi navê Kulîlkên Qeşayê ye.
WergêrBiguhêre
- Qaqlîbaz a Richard Bach
- Rojek ji jiyana Îvan Denîsovîç a xwedî xelata Nobelê Aleksandr Soljenîtsin. Vê pirtûkê xelata wergerê girt.