Elîxan Loran, di reşemiya 1984an de li Dêrika Çiyayê Mazî, hatiye dinê. Helbestên wî di kovarên wekî Kulîlka Ciwan, Çirûsk û Kovara W de hatine weşandin. Di malpera Amîda Kurd de jî nivîsiye. Di koma senaryoyê ya bi navê Senarojê de, senaryoya sîtcom a bi kurdî ya bi navê Ax û Jiyanê û senaryoya rêzefîlma Refê nivîsandiye.[1]

Elîxan Loran
JidayikbûnDêrika Çiyayê Mazî
PîşeHelbestvan, wergêr
Zimanê nivîsinêKurdî
Berhemên navdar
  • Defter, helbest.
biguhêreBelge

Di sala 2006an de wekî endamê Komeleya Karger wergera Linux Ubuntuyê kiriye. Di nav komên Kargerê yên komputergeriya kurdî de cih girtiye.

Li Enstîtuya Kurdî ya Amedê edîtoriya Kovara Wyê kiriye.

Berhemên wî biguhêre

  • Defter, helbest, Weşanên Lîs, adar 2012.
  • Dîroka Hunera Wêneyê, Werger, Weşanên Komeleya Sînemayê ya Rojhilata Navîn, 2015.
  • Dînozor, Helbest, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2017, ISBN: 978-605-9295-68-0.
  • Exlaqê Tevgir, Werger, Weşanên Sîtav, 2018.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Jiyana Elîxan Loran". Kurdilit. Ji orîjînalê di 20 sibat 2021 de hat arşîvkirin.