Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst

(Ji Yekîtiya Sovyet hat beralîkirin)
Yekîtiya Komarên Sovyêt ên Sosyalîst

Союз Советских Социалистических Республик ru


1922 — 1991

Al Nîşan

Dirûşm: Пролетарии всех стран, соединяйтесь!
(Prolêtarên hemû welatan, yekbin!)
 
Sirûd: Înternasyonal (1922-1944)
Gimn Sovyetskovo Soyuza (1944-1991)


Agahiyên gelemperî
 Rêveberî {{{hikûmet}}}
 Paytext Moskova
 Ziman Rûsî
 Dîn
 TBH {{{tbh}}}
 TBH/sal {{{tbh kes}}}
 Dirav Rubel
 Dem ji UTC +2 heta +12
 Nîşana înternetê .su
 Kd. telefonê {{{koda telefonê}}}
 {{{agahîgelemp1 sernav}}} {{{agahîgelemp1}}}
 {{{agahîgelemp2 sernav}}} {{{agahîgelemp2}}}
 {{{agahîgelemp3 sernav}}} {{{agahîgelemp3}}}
 {{{agahîgelemp4 sernav}}} {{{agahîgelemp4}}}
 {{{agahîgelemp5 sernav}}} {{{agahîgelemp5}}}

Gelhe
 1991 290.100.023 kes
{{{gelhe2}}}
{{{gelhe3}}}
{{{gelhe4}}}
{{{gelhe5}}}

Rûerd
 1991 22.402.223 km²
{{{rûerd2}}}
{{{rûerd3}}}
{{{rûerd4}}}
{{{rûerd5}}}

Dîrok û bûyer
 7ê çiriya pêşîn a 1917an Şoreşa çiriya pêşîn
 30ê kanûna pêşîn a 1922an Sazbûn
 26ê kanûna pêşîn a 1991ê Belavbûn
{{{bûyer4}}}
{{{bûyer5}}}
{{{bûyer6}}}
{{{bûyer7}}}
{{{bûyer8}}}
{{{bûyer9}}}
{{{bûyer10}}}
{{{bûyer11}}}
{{{bûyer12}}}

Serwerî
   
{{{serokA4}}}
{{{serokA5}}}
{{{serokA6}}}
   
{{{serokB4}}}
{{{serokB5}}}
   {{{sernav serokC}}}
{{{serokC1}}}
{{{serokC2}}}
{{{serokC3}}}
{{{serokC4}}}
{{{serokC5}}}
   {{{sernav serokD}}}
{{{serokD1}}}
{{{serokD2}}}
{{{serokD3}}}
{{{serokD4}}}
{{{serokD5}}}
   {{{sernav serokE}}}
{{{serokE1}}}
{{{serokE2}}}
{{{serokE3}}}
{{{serokE4}}}
{{{serokE5}}}
{{{serokE6}}}
{{{serokE7}}}
{{{serokE8}}}
{{{serokE9}}}

Karîna qanûndanînê
{{{perleman}}}
{{{perleman1}}}
{{{perleman2}}}
{{{perleman3}}}
{{{perleman4}}}
{{{perleman5}}}

Ya berê Ya paşê
KFRSSKFRSS
KFTSSKFTSS
KÛSSKÛSS
KBSSKBSS
AzerbaycanAzerbaycan
BêlarûsBêlarûs
ErmenistanErmenistan
EstonyaEstonya
GurcistanGurcistan
LetonyaLetonya
LîtvanyaLîtvanya
MoldovaMoldova
QazaxistanQazaxistan
QirgizistanQirgizistan
RûsyaRûsya
TacîkistanTacîkistan
TirkmenistanTirkmenistan
ÛkraynaÛkrayna
ÛzbêkistanÛzbêkistan

Yekîtiya Komarên Sovyêt ên Sosyalîst (kurtenav: YKSS, bi rûsî: Союз Советских Социалистических Республик, lat. Soyuz Sovyetskix Sotsyalistiçeskix Ryespublik, kurtenav bi rûsî: СССР, lat. SSSR) dûgeleke Sosyalîsta federasyonê ji gelek neteweyan pêk dihat û li ewropaya Rojhelat, Qafqasya, Asyaya Navîn û Asyaya Bakur dimabû. Ew piştî şoreşa Bolşewîkan a çiriya pêşîn a 1917 re, di 30ê kanûna pêşîn a 1922an de hatibû saz kirin û di 26ê kanûna pêşîn a 1991ê de belavbûbû. Ew belavbû şunda wek pêmavan Federasyona Komarên Civakparêz ên Rûsyayê hat saz kirin û ew ji pê re jî ew hat çerxa Federasyona Rûsyayê kirin.

Ew mafên netewî yên YKSS derbazî Federasyona Rûsyayê bû û ew nevnetewî wek dewama YKCS tê ditîn. Rûsyaya îro li ber Şoreşa çiriya pêşîn jî hîmiya YKSS bû û YKSS belav bû şûnda jî Rûsya gorî rûbera xwe sedî 78ên(% 78) YKSS di sînorên xwe de dihewîne.

Erdnîgarî

biguhêre

Ew rûerda xweya mezin, ya ko îroj jî Rûsya hembera belavbûna YKSS xwediyê ye, şerê cîhanî yê duyem de fireh bûbû û welatên Baltîk (Estonya, Letonya, Lîtvanya), hin herêmên Prûsyayê Fînlendayê, Polonyayê, Çekoslovakyayê û Japonê di sînorên wê de diman. Ew bi sînorên xwe dewlata herî mezina dîrokî bû.

Ji pê dawiya şerê cîhanî yê duyemê di 1945an re sînorên YKSS wiha bûn: li rojava bi Romanya, Mecaristan, Çekoslovakya, Polonya, Deryaya Baltîk, Fînlenda û Norwêc;li bakur Deryaya Barents, Deryaya Karayê, Deryaya Laptev û Deryaya Sîbîryaya Rojhilat; li rojhilat Deryaya Oxotskê, Deryaya Bering û Okyanûsa Mezin; li başûr Koreya Bakur, Çîn, Mongolya, Efxanistan, Îran, Tirkiyê û Deryaya Reş.

Sînorên YKSS li ser 22,4 mîlon km² dima û nêzî şeşan yeka (1/6) erdên dinê dima. Ew rojhilat-rojavayî ji Deryaya Reş û Deryaya Baltîk de heta Okyanûsa Mezin heta 10.000 km dirêj dibû. Bakur-başûrî nêzî 5.000 km fireh dibû.

Şoreşa Bolşewîkan

biguhêre

Bi şoreşa sibatê yê di 1917an re Împeratoriya Rûsî hat hilweşandin. Demeka kêmê ji pê re Bolşewîkên di pêşengiya Lenîn de pê Şoreşa çiriya pêşîn re Komara Sovyet ên Rûsyayê îlan kirin. Pê serfiraziya Bolşewîkan re li Rûsyayê cenga hundurî derket û wê heta 1922 dewam kir û di wê salê de li ser axê Împeratoriya Rûsî Yekîtiya Komarên Sovyetên Sosyalîst (YKSS) hat saz kirin. Dema şoreşê de YKSS welateka feodalê aboriya xwe bi bingehî li ser cotkariyê bû. Pê YKSS hat saz kirin re li hemû welatê tevgereka, pişesazî û endûstrî kirina li YKSS hat ajotin. Bi vê tevgerê re Rûsya di dinê de gorî aborî û artêşa xwe 20 salan de bû welateke pêşeng. Di wê demê de îdeolojiya dewletê jî bi seferberiyê xwendin û nivisandînê re li xelkê hat belav kirin.

1924–1939:Dema Stalîn

biguhêre

Paş mirina Lenînê di 21ê kanûna paşîn a 1924an re Yosîf Stalîn hate serokkomariyê YKSS. Stalîn ji 1922 de heta wê çaxê sekretarê gelemperiyê Partiya Komûnîstî bû. Stalîn pê derbaza ser kargeriyê bû re li ser welatê avahiya bingehiyê aborî pêk anî û li welatê tevgera endûstrî kirinê bilez kir. Li welatê Kolxoz û Sowxoz (herdu jî têne maneyê çewlîg. Sowxoz ji hêla dewletê, Kolxoz ji hêla koperatîvan dihat carî kirin) pêk anîn. Di wê demê de kesên xwediyên zeviyan, yên dewlemend jî dihatin bêrûmet kirin. Li wolgayê, Ûkraynayê kêmiyê xwarinê der ket û bi mîlonan kes ji birçîtiyê de man.

Ji 1935an şunda Stalîn dest bi koçandina dijên sîstema komûnîstî kir. Di paqîjkirina Stalîn'ê(Rûsî Çîstkî) navbera salên 1936 û 1940an de terorek li hembera dijberên rejîmê hat didomîn. Di dema wê koç kirinê bizorî de gelek kesên wek hindikeyên etnîk, hatin koça navenda xebatê yên bi navê Gulag kirin. Bo wan qurbanên di wê demê de ji jiyana xwe bûnî, qala 20 mîlon kes dikine.

1939-1945: Salên Şerê

biguhêre

Di 1ê îlona 1939an di bi êrîşa Almanyaya Naziyê ser Polonyayê re Şerê cîhanî yê duyem destpê kir. Li ber vê êrîşê Hitler û Stalîn di 23ê tebaxa 1939an de bo êrîş nekirina hev bi qasidiya Molotov û Ribbentrop Pakta Molotov-Ribbentrop îmze kiribûn û bi vê peymanê wan dê êrîşa hev nekirinaya û Polonya navhev de parvekiriniya. Ji pê Almanyayê re di 17ê îlona 1939an de Rûsyayê jî dest bi êrîşa Polonyayê kir û wekî wan di peymana bêêrîşiyê de diyar kirî YKSS rojhilata Polonyayê di demeka kurt de îşxal kir. Di 28ê îlona 1939an de YKSS yê û Almanyayê peymanekê dinê bo hevaltiyê û sînoran îmze kir. Rûsyayê ji pê re li welatên Fînlenda (1939) û welatên Baltikên:Estonya, Letonya û Lîtvanya û Besarabya yê pê re bûyî Moldoviya (gîşk 1940an de) dewama îşxal kirinê xwe kir.

Di 22ê hezîrana 1941ê de Hitler peymana bêêrîşiyê xirab kir û bi artêşêkê mezin êrîşa YKSS kir. Di 24ê tebaxa 1941ê de YKSS bi Brîtanyayê ve heta ber axên Îranê dewama îşxalê xwe kir. Di Konferansa Yaltayê û Tehranê de YKSS, Brîtanya û DYA bo hevalbendiyê li hev hatin.

YKSS di şerê cîhanî yê duyem her çiqas, bi nêzî 25 mîlon windayiyên leşker û sivîl ve, dewleta herî pir hevwelatên xwe winda kiribû, ew jê wek lewaz bûbû der ketibû jî, ew wek serfiraz di cengê de derket. Bi dawiya hevalbendiya navbera hevalbendan de hat şikestin û pê şêrê re Şerê Sar dest pê kir.

Salên 1945–1985:Şerê Sar

biguhêre

YKSS di Şerê Cîhanî yê Duyem de wek serfiraz û xakên xwe fireh kirî derketibû. YKSS rojhilata Polonyayê û welatên Baltik têxistibû nav sînorên xwe. Dewletên bloka rojhilat Albanya, Bulgaristan, Komara Demokratîka Almanyayê, Polonya, Romanya, Mecaristan, Çekoslovakya ketine bin bandora YKSS û wek dewletên peyk bi sîstema demokrasiya Xelkî hatin kargerger kirin.

 
Nexşê YKSS, 1922-1991

Di 1953an de, ji pê mirina Stalîn re, Nîkîta Krûşçev derbaza serokomariyê bû. Wî di 1956an de di axaftineka xweya sixûrî de fikrên xweyên hembera Stalînîzm eşkera kir û bo Lîberalîze kirina dewletê daxwaza xwe dazanîn. Lê protestoyên bo reforman li Mecaristanê ji hêla Artêşa Sor gelek sert hat rawestandin.

Di wan deman de Şerê Sar her ku diçû hişk dibû û di 1962an de di Krîza Kûbayê de dinê xwe ji Şerekê atomî encax di dawî de xwe parast. Blokên rojhilat û rojava her tim dewama çekdariyê dikir û di vê de bi hev re diketine pêşbaziyê.

Di payîza 1957an de YKSS saroxa siftê Sputnik 1ê bi kûçikê têdeyî bi navê Laika ve şande ezmên. Di 1961an de jî cara siftê kozmonotê Yurî Gagarîn li gerdûnê firiya.

Di 1964an de Leonîd Breşnew derbaza şûna Krûşçêv bû. Ew daxwazên reformanê li welatên din wî sert pişde xistin. Azadîxwaza li Pragê yê di bihara li Çekoslovakyayê hatî holê bi panzêran hat pişve xistin.

Di 1979an de ketina YKSSyê Efxanistanêyê re şerê navbera YKSS û Efxanistanê dest pê kir. Di wê cengê de Efxanistanê gelek zirar dît û nêzî 1,2 mîlon hevwelatên xwe hatin kuştin. YKSS jî di 1988-1989an de wek bêserfirazî ji wir der ket.

1985-1991:Belavbûna YKSS

biguhêre

Di 1985 Mixaîl Gorbaçow hate serokiya kargeriyê YKSS û dest bi reformên wek Perestroyka (şunda mezrandin) û Glasnost (eşkereyî) dihat zanîn kir.

Di salên 1990an û 1991an de dewletên Yekitiyê de dest bi dazanîna azadiyên xwe kir. Siftê welatên Baltîk serxwebûna xwe danzanîn. Bi derbeyê Borîs Yeltsîna di tebaxê re YKSS xirab bû dewletan yek bi yek azadiya xwe danzanîn. Bi dawî di 8ê kanûna pêşîn a 1991ê de belavbûna YKSS dawî bû. Ji YKSS 15 dewletên serbixwe der ketin û Rûsyayê wek pêmavanê YKSS mafên wê wek mîrat hilgirtin.

Rewşa gelê kurd di dema sovyetan de

biguhêre

Kurdistana Sor a ku di dema Lenîn de hatibû avakirin, di desthilatdariya Stalîn de belaw bû. Kurdên YKSSê ketin desthilatiya Azerbeycan û Ermenistan, digel vê yekê li Azerbeycanê nasnameya kurdan hat înkarkirin. Li hemberî vê, li Ermenistanê rewşa kurdan û nasnameya wan a êzîdî bi awayeke fermî hat qebûl kirin..[çavkanî hewce ye]

Komara Gel a Mehabadê ku bi navê Komara Kurdistanê jî tê naskirin, yekser piştî şerê cîhanî yê duyem 11 mehan li bakurê rojavayê Farisê hebû. Ev herêm di sala 1945an de di bin parastina Yekîtiya Sovyetê de hatibû avakirin. Dema ku ew parastin ji holê rabû, herêm ji aliyê Îranê ve hat dagirkirin û çîna serdest a li dora Serok Qazî Mihemed ji ber xiyaneta mezin bi îdamê hat mehkûmkirin.[1]

Komarên YKSS yê

biguhêre

YKSS bi sîstema xwe dewleteka Federasyon bû. Ji 1956 de heta 1991an 15 netewên sosyalîst endama YKSS bûn. Her yek welatê sosyalîst xwediyê paytexta bixwe bû û Moskova him paytexta Komara Federatîva Rûsyayê Sovyêt ên Sosyalîst(KFRSS) bû, him jî paytexta YKSS yê bû û xwediyê statûyeka taybetî bû.

Di hindira wan komaran de hin herêmên Komarên Otonomê Sovyetên Sosyalîst (mînako: Naxçivan), Herêmên Otonom (mînako: Herêma Otonomê Cûyan), Nevçeyên Otonom jî hebûn.

Komarên Yekitiya Sovyetan
Ala Paytext
1   Komara Sovyet a Sosyalîst a Ermenistanê Êrîvan
2   Komara Sovyet a Sosyalîst a Azerbaycanê Bakû
3   Komara Sovyet a Sosyalîst a Belarûsê Mînsk
4   Komara Sovyet a Sosyalîst a Estonyayê Tallinn
5   Komara Sovyet a Sosyalîst a Gurcistanê Tîflîs
6   Komara Sovyet a Sosyalîst a Qazaxistanê Almata
7   Komara Sovyet a Sosyalîst a Qirgizistanê Frunze
8   Komara Sovyet a Sosyalîst a Letonyayê Rîga
9   Komara Sovyet a Sosyalîst a Lîtvanyayê Vîlnîus
10   Komara Sovyet a Sosyalîst a Moldovayê Kîşînev
11   Komara Sovyet a Sosyalîst a Rûsyaya Federatîv Moskova
12   Komara Sovyet a Sosyalîst a Tacîkistanê Duşenbe
13   Komara Sovyet a Sosyalîst a Tirkmenistanê Aşgabat
14   Komara Sovyet a Sosyalîst a Ûkraynayê Kyîv
15   Komara Sovyet a Sosyalîst a Ûzbêkistanê Taşkent
 
Komarên YKSS yê

Mijarên têkildar

biguhêre

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Lechner, Gerhard. "Konflikt - Kurdische Tragödie". Weltchronik Nachrichten - Wiener Zeitung Online (bi almanî). Roja gihiştinê 20 çiriya paşîn 2022.