Zazakî

Zimanê îranî
(Ji Zazaki hat beralîkirin)

Zazakî wekî dimilî, kirdkî û kirmanckî ji tê zanin, yek ji zaravayên kurdî[2] ye ku ji aliyê kurdên zaza ve tê axaftin

Zaraveya Zazakî
Welatên lê tê axaftin  Kurdistan
Herêm Anatolya
Diyasporaya kurdan
Axiverên zimanê zikmakî 1.700.000 - 2.300.000[1]
Malbata zimanî Zimanên hind û ewropî
Awayên kevn
Sîstema nivîsê Tîpên latînî, erebî
Kodên zimanî
ISO 639-2 zza
ISO 639-3 zza

Cihê zazakî di nav zaravayên kurdî de

Li gorî fîlolognin rojavayî dimilkî ne zaravayê kurdîye, lê zimanekî kurdî[3] ye. Ango li gorî wan zazakî jî mîna kurmancî zimanekî kurdan e.

Belavbûn

biguhêre

Zazakî bi piranî li bakurê Kurdistanê tê axaftin, lê ji aliyê hejmareke biçûk ve li hinek herêmên başûrê Kurdistanê û Anatolyaya Navîn jî tê axaftin. Wekî din ji ber sedemên koçberiyê di van dehsalên bihurî de, hejmareke mezin ji zazakîaxêfan li gelek bajarên Tirkiyeyê û rojavayê Ewropayê belav bûne. Parêzgeh û bajarên ku li wan zazakî tê axaftin ev in:

  1. Aksaray (Hîlkecîk)
  2. Bidlîs (Modkan)
  3. Çewlîg (Azarpêrt, Bongilan, Çêrme, Dara Hênî, Gêxî, Kanîreş û Xorxol)
  4. Dêrsim (Çemişgezek, Mazgêrd, Pêrtag, Pilemuriye, Pulur, Qisle û Xozat)
  5. Diyarbekir (Çêrmûg, Çinar, Erxenî, Gêl, Hênê, Hezro, Licê, Karaz, Pasûr, Pîran û Şankuş)
  6. Erdêxan (Mêrdînik)
  7. Erzingan (Îlîç, Kemaliye, Kemax, Mose û Têrcan)
  8. Gumuşxane (Şîrân, Kêlkît)
  9. Erzirom (Aşqele, Çad, Hesenqele û Xinûs)
  10. Meletî (Şîro)
  11. Mûş (Gimgim)
  12. Riha (Sêwreg)
  13. Semsûr (Aldûş)
  14. Sêrt (Hewêla)
  15. Sêwas (Qengal, Zara, Ulaş, Macîran û Dîvrîgî)
  16. Xarpêt (Dep, Maden, Miyaran, Palo, Qovanciyan, Sîvrîce û Xulaman).[4][5][6]

Li derdora sê-çar milyon kes hene ku xwe wek kird, kirmanc, dimilî yan jî zaza dibînin.

Binavkirina xwebixwe

biguhêre

Kesên zazakîaxêv zimanê xwe bi hin navên cuda-cuda nav dikin.

Di encama xebata standardîzekirina vê zaravayê de, ji van navan kirmanckî hatiye tercîhkirin[9] û niha di warê nivîsînê de bi pirranî ev nav tê bikaranîn.

Cihê zazakî di nav zimanan de

biguhêre

Zazakî yek ji zimanên kurdî ye ku ev jî zimanê îraniya bakurê rojavayî ye.

Li ser cihê zazakî di nav zimanzanan de du nêrîn hene. Piraniya zimanzanan dibêjin ku zazakî yek ji zimanên kurdî ye. Li gor Peter Lerch[10] (1856-57), Friedrich Müller[11] (1864), Albert van Le Coq[12] (1903), Ely Bannister Soane[13] (1913), K. R. Ayyoubi, I. A. Smirnova[14] (1998), M. J. Kenstowicz [15] (2004), Gülşat Aygen[16] (2010) zazakî yek ji zimanên kurdî ye. Her wiha li gorî piraniya kurdan zazakî yek ji zaravên zimanê kurdî ye. Li gor hin zimannasan jî zazakî-goranî ne zimanên kurdî ne. Cara yekem Oskar Mann û şagirtê wî Karl Hadankî îdîa kirine ku zazakî ne zaraveyekî kurdî ye[17]. Ji ber vê yekê heta îro jî hin zimannas zazakî wekî zimanekî cihê qebûl dikin.

Di sala 1985an de Zanîngeha Michiganê (DYA) Terry Lynn Todd lêkolîna bi navê A Grammar of Dimli (Also known as Zaza) pêşkêş kir[18]; Dr. Ludwig Paul ji Zanîngeha Giessenê (ew alman e û niha li Zanîngeha Hamburgê ye)[19] û Dr. Zülfü Selcanî jî ji Zanîngeha Berlînê li ser zazakîya Dêrsimê kitêb der anîne. Dîsa, zimannas û kurdnas K. R. Ayyoubi û I. A. Smirnova jî li ser zazakîya Dêrsimê kitêbek amade kirine.[14] Zimannas Gülşat Aygen jî li ser zazakî kitêbek amade kiriye û ji aliyê zimannasiyê ve zazakî analîz kiriye[16]. Hinek zimannasên mîna kurdnas Prof. Qanatê Kurdo ji zanîngeha Zanîngeha Lênîngradê (Saint Petersburg)[20], Prof. Dr. D. MacKenzie ji zanîngeha Giessenê[çavkanî hewce ye] û Prof. Dr. Jost Gippert ji Zanîngeha Frankfurtê jî li ser zazakî meqale nivisandine û lêkolîn jî çêkirine.

Ji aliyê tarîxa zimên ve zazakî zêdetirîn bi zimanê partî nêzikî nişan dide.[çavkanî hewce ye] Ango, zazakiya wê demê bi partî re pirr nêzîk bûye,[çavkanî hewce ye] lêbelê partiya ku hat nivîsandin, bi xwe nebûye. Lê halê îro jî zazakî ji hêla gramer û peyvan, mînak sazkirina dema nihayîn û gelek jî guharina dengên îraniyên kevn xwe kefş dike.[çavkanî hewce ye] Di nav zimanên kurdî de zazakî û goranî gelek nêzikê hev in.[çavkanî hewce ye]

Di warê zanistî de jî nêzîkbûnên cihê hene. Mirov dikane bi pîvanên xwerû zimannasî nêzîk bibe, an jî li gor pîvanên civakî û zimannasî bi hev re. Kesên ku zimên ji civakê bi tevahî îzole dikin meyla wan ew e ku zazakî weke zimanekî serbixwe nîşan bidin. Kesên ku zimên weke endakî zînde yê civakî dinirxînin, meylan wan ew e ku divê civaka axaftvanên vî zimanî xwe çawa bi nav dike, nasnameya wê û zimanê wê jî weha be.

Ji bo standartkirina zazakî di sala 1996'an de li Stockholmê Grûba Xebate ya Vateyî hat avakirin. Di sala 2004'an de li Frankfurtê Enstîtuya Zazakî hat avakirin. Ji bo rojanekirina zazakî di sala 2010'an de Ziwan-Kom hat avakirin.

Devokên zazakî

biguhêre
 
     Zazakiya bakur      Zazakiya navîn      Zazakiya başûr

Di zazakî de gelek devokên biçûk hene. Li gor zimannas û nivîskarên ku li ser zazakî dixebitin, meriv dikane bi giştî zazakî bike du devokên mezin:[21][22]

  1. Zazakiya bakur an jî devoka (şîweya) Dêrsimê: Li herêma Dêrsîm, Erzingan, Gumusxane (Şîrân, Kêlkît), Qoçgirî, Xinûs û Gimgimê tê qise kirin. Meriv dikane bibêje ku kurdên elewî diaxifin.
  2. Zazakiya başûr an jî devoka (şîweya) derveyî Dêrsimê: Li Çewlîg, Elezîz, Diyarbekir û Siwêrekê tê qisekirin. Meriv dikane bibêje ku kurdên sunnî diaxifin.

Li gor hin zimannasan û nivîskaran jî di zazakî de sê devokên sereke hene.

  1. Zazakiya bakur: Li herêma Dêrsîm, Erzingan, Gumusxane, Qoçgirî, Xinûs û Gimgim tê qise kirin.
  2. Zazakiya navîn: Li Çewlîg, Elezîz û hin qezayên Diyarbekirê tê qisekirin.
  3. Zazakiya başûr: Li herêma Çêrmûg, Siwêrek û Aldûşê tê qisekirin.
  • Di nav devokên zazakî de hin peyvên sînonîm:
Bakur Başûr û Navendî Kurmancî
doman qeçek, qij, tût, gede, leyîr zarok
nas kerdene şinasnayîş, nas kerdiş nas kirin
niya dayene, qayt kerdene ewnîyayene, ownîyayîş nihêrîn, qeyd kirin
werte (< Trk.) mîyan navber, mîyan
thal veng vala, tal
kepûge vinî, zince, pirnike bêvîl, poz, kepû
kemere kerra, sîye kevir
  • Di devokên bakur û başûr de du qertafên mestarê hene (ji bo lêkeran -ene, ji bo navan -iş). Di devoka navîn (navendî) de tenê -iş heye.
Bakur û Başûr Navendî Kurmancî
kerd-ene kerd-iş kirin (lêker)
kerd-iş kerd-iş kirin (nav)
  • Li gor devokan :
Bakur Başûr Navendî Kurmancî
  • Di nav devokên zazakî de guherandina dengên k û ç:
Bakur (giştî) çê çêna cên- cêra(y)ene
Bakur (hindikahî) kêna gên- gêra(y)ene
Başûr û Navendî keye keyna gên- gêrayene, geyrayene, geyrayîş gî/gi
Kurmancî xanî keç girtin (dema nika) gerîn
  • Li gor devokan guherandina dengên j, z û c
Başûr û Navendî roc/roj zewac/zewaj (< Ar.) lac/laj vac-/vaj- dec/dej poc-/pewc-/pewj-
Bakur roz zewez laz vaz- dez poz-
Kurmancî roj zewac law bêj- êş pijandin (dema nika)

Rêziman

biguhêre
  Gotara bingehîn: Rêzimana kurdî

Hemî peyvên zazakî di halê xweser de yan nêr û yan mê ne. Di rengdêr û lêkeran de jî ev taybetmendî wisa ye. Çend îstisna hene, lê peyvên mê bi giştî di dawiyê de dengê "-e" digrin, peyvên pirjimar jî di dawiyê de dengê “-î” digrin. Mînak:

Yekjimar Pirjimar
nêr netewandî tewandî
golik golike golikî golikan
merdim merdime merdimî merdiman

Ev peyv li her sê halan jî di kurmancî de mîna “golik” tê nivîsîn. Yanî, di kurmancî de heta ku peyv di nav hevokê de neyê xebitandin, diyar nabe ku gelo ka peyv nêr, mê yan pirjimar e. Lê di zazakî de peyv bi tena serê xwe jî taybetiya xwe nîşan dide. Ev taybetmendî di zimanê kevnare de heye. Di rewşa tewandî de qertafa pirjimarîyê "-an" e.

Zemîrên kesî (Cihnavên şexsî)

biguhêre
Kes Kirdkî Kurmancî Soranî Kelhûrî Lekî Hewramî
Netewandî Tewandî Netewandî Tewandî
1. Yekjimar ez mi(n) ez min min min mi min
2. Yekjimar ti to tu te to tu tu to
3. Yekjimar (nêr) o ey ew wî / ewî ew ew iw ad
3. Yekjimar (mê) a aye wê / ewê ade
1. Pirjimar ma em me ême îme îme ême
2. Pirjimar şima hûn we êwe îwe hume şime
3. Pirjimar ê înan ewana wan ewan ewan iwin adî

Dema borî

biguhêre
Bireser Zazakî Zazakî Kurmancî Soranî
sêv,saye (mê)

Goşt (nêr)

min goşt werd min saye werde min sêv/goşt xwar (min) xwardim
to goş werd to saye werde te sêv/goşt xwar (to) xwardit
ey goşt werd (nêr) ey saye werde wî sêv/goşt xwar(nêr) (ew) xwardî
aye goşt werd (mê) aye saye werde wê sêv/goşt xwar(mê) (ew) xwardî
ma goşt werd ma saye werde me sêv/goşt xwar (ême) xwardiman
şima goşt werd şima saye werde we sêv/goşt xwar (êwe) xwarditan
înan goşt werd înan saye werde wan sêv/goşt xwar (ewan) xwardiyan

Dema niha

biguhêre
Kirdkî Kurmancî Kurmanciya anadola navin Hewramî Soraniya Erdelanî Soraniya hewlêrî Kelhûrî
ez şina ez diçim ez terim emin/min lû/milû min eçim min/emin deçim min/mi çim/diçim
ti/tu wenî/wena tu dixwî tu tuxî to/etu/tu werî/morî to exweyt to/eto dexoy tû/to/ti xwey/dixwey
o/a keno/kena ew dike ew tike ad kero/mikero ew/o ekat ew dekat ew/o keyd/dikey
ma zanê/zanîme em dizanin em tizaninî êma/ême zanime/mizanime ême ezanîm ême dezanîn îme zanîm/dizanîm
şima rişnenê hûn/hing dirijînin ûn tirijînin şima/şime rişîd/merişîd êwe erêjnin/erêşnin êwe derêjnin îwe/yûwe rişnin/dirişnin
ê vînenê ew dibînin ewna toynin ed wînên/moynên ewane ewînin ewane debînin ewane diwînin/dînin

Raweya fermanî (împeratîf)

biguhêre
Kirdkî Kurmancî Hewramî Erdelanî Soraniya hewlêrî Kelhûrî
şo! biçe! / here! bilû! biço! ço! biço! biço!
bê! bê! / were! borê! bê! bêre! bê! were! bew!
bike! bike! kere! bike! bike! bike!
biwere! / bûre! bixwe! were! bixwe! bixo! bixwe!
bivîne! bibîne! biwîne! biwîne! bibîne! biwîn! / bîn!
vaje! / vace! bêje! waçe! / baçe! bêje! bile! bîj!
bivare! bibare! biware! biware! bibare! biwar! / bar!

Xebata standardîzekirinê

biguhêre

Xebata standardîzekirina zazakî di sala 1996an de li Swêdê bi avakirina Grûba Xebate ya Vateyî destpê kir. Vê koma xebatê serê pêşî encamên kombûnên xwe wekî broşur belav kir, lê dû re kovareke bi navê Vate derxist. Ev koma xebatê heta niha 22 caran bona standardîzekirina vê zaravayê kom bûye. Vê xebatê pêşî li nivîsîna vê dîyalektê û geşbûna edebiyata wê vekiriye. Ev xebat bi awayekî biîstîqrar her berdewam e.

Di standardîzekirina kirmanckî (zazakî) de ji krîterên hilbijartin an jî tesbîtkirina forma peyvan yek jê ev e ku, divê diyalektên kurdî nêzî hev bibin.

Di çarçeweya xebata standardîzekirinan zaravayê zazakî de kovara Vateyê ku dengê Grûba Xebate ya Vateyî ye û xwerû bi kirmanckî (zazakî) diweşe, heta niha 39 hejmar weşiyaye.[23] Ferhenga tirkî-kirmanckî (zazakî) ku ji peyvên standardkirî pêk tê[24] û ferhenga kirmanckî (zazakî)-tirkî ku ji peyvên standardkirî û versiyonên wan pêk tê.[24] Grûba Xebate ya Vateyî, Ferhengê Kirmanckî (Zazakî)-Tirkî/Kırmancca (Zazaca)-Türkçe Sözlük, Weşanxaneyê Vateyî, Îstanbul, 2009</ref> cara sisêyan wekî çapa firehkirî hatin weşandin. Dîsa, kitêba rastnivîsa zazakî ya bi navê Rastnuştişê kirmanckî (zazakî)) ji aliyê vê komê ve amade bû û hat weşandin.[9] Ev xebatên hanê yên organîzekirî pêşî li geşedana nivîsîna zazakî vekirin ku bi dehan kitêb li gor standardê Vateyî hatin weşandin.

Ferhengok

biguhêre
 Hejmarên kirdkî
hj. Kirdkî Kurmancî Soranî
0 sifir sifir sifir
1 yew yek yek
2 di, didi du, dudu
3 hîrê
4 çar çar çwar
5 panc pênc pênc
6 şeş şeş şeş
7 hewt heft hewt
8 heşt heşt heşt
9 new neh no
10 des deh de
hj. Kirdkî Kurmancî Soranî
11 yewendes yazdeh yazde
12 duwês diwazdeh dwazde
13 hîrês sêzdeh sêzde
14 çarês çardeh çwarde
15 pancês pazdeh pazde
16 şîyês şazdeh şazde
17 hewtês hevdeh hevde
18 heştês hejdeh hejde
19 newês nozdeh nozde
20 vîst bîst bîst
21 vîst û yew bîst û yek bîst û yek
hj. Kirdkî Kurmancî Soranî
30 hîris
40 çewres çil çil
50 pancas pêncî penca
60 şeştî şêst şêst
70 hewtay heftê hefta
80 heştay heştê heşta
90 neway nod newed
100 se sed se, sed
500 panc sey pênc sed pênc sed
1000 hezar hezar hezar
 Demsal
Nameyê Mewsiman
Wisar Hamnan Payîz Zimistan
       
 Mehên kirdkî
Nameyê Aşman/Mengan
Meh Kirdkî
1 Çele
2 Sibate
3 Adare
4 Nîsane
5 Gulane
6 Hezîrane
7 Temmuze
8 Tebaxe
9 Êlule
10 Teşrîna Verêne
11 Teşrîna Peyêne
12 Kanûne
 Navên rojan
Nameyê Rojan
Kirdkî Kurmancî
şeme şemî
yewşeme yekşem
dişeme duşem
sêşeme sêşem
çarşeme çarşem
panşeme pêncşem
îne în
 Navên rengan
Nameyê Rengan
Kirdkî Kurmancî Lekî
sipî spî ispê, çermê
sîya, qer reş reş, sê
kewe, kiho şîn kaû
sûr sor sor
sewz, hewz, kesk, yaşil kesk siwz
qeweyî qehweyî hoîl, qehveyî
gewr gewr xakî
zerd, çeqer zer zerd

Têkildar

biguhêre

Mijarên têkildar

biguhêre

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Duus (EDT) Extra, D. (Durk) Gorter, Guus Extra, The Other Languages of Europe: Demographic, Sociolinguistic and Educational Perspectives, Multilingual Matters (2001). ISBN 1-85359-509-8. p. 415. Accessed online at Google book search.
  2. ^ Lerch, Peter I. (1857), Forschungen über die Kurden und die Iranischen Nordchaldaer - Band I, St. Petersburg;
    Latham, Robert Gordon (1862), Elements of Comparative Philology. Publisher: Walton and Maberly, London, s. 260 : "the Zaza is a Kurd dialect from the north-western frontier";
    Lepsius, Carl Richard (1863), "Kurd (Zaza Dialect)”, Standard Alphabet for Reducing Unwritten Languages and Foreign Graphic Systems to a Uniform Orthography in European Letters. Publisher: Williams & Norgate, p. 136-137 & 301;
    Müller, Friedrich (1865) Beiträge zur Kenntniss der neupersischen Dialekte: Zaza-Dialekt der Kurdensprache (Aus dem November-Hefte des Jahrganges 1864 der Sitzungsberichte der phil.-hist. Classe der kais. Akademie der Wissenschaften, XLVIII. Bd., besonders abgedruckt) , cîld: 3 );
    Bonwick, James (1873), The Treasury of languages; a rudimentary dictionary of universal philology, London : Hall and Co., r. 300 "ZAZA. KURDISH dialect of N.W. Persia, allied to BUKHAREE.");
    Jaba, Alexandre & Justi, Ferdinand (1879) Dictionnaire kurde-français, St.-Pétersbourg, Commissionaire de l'Académie impériale des sciences);
    Houtum-Schindler, A. (1884), "Beiträge zum kurdischen Wortschatze", Zeitschrift der Deutschen Morgenländischen Gesellschaft, Bd. 38);
    Albert Socin, “Die Sprache der Kurden”, Grundriss der Iranischen Philologie, Editor: Wilhelm Geiger & E.Kuhn, Band: I, Strassburg 1898, p.250);
    Le Coq, Albert Von (1903), Kurdische Texte, Reichsdruckerei, Berlin;
    Soane, Ely Banister (1913), Grammar of the Kurmanjî or Kurdish Language, London 1913 / E. S. Soane (1909), Notes on Kurdish Dialects, A Classic Reference Tool On The Kurdish Dialects First Published In 1909, Asian Educational Services, 2003 - 98 sayfa, s.6);
    Fossum, Ludvig Olsen (1919), A Practical Kurdish Grammar, The Inter-Synodical Ev. Lutheran Orient -Mission Society, Augsburg Publishing House, Minneapolis "As a conclusion, we seem to be justified in making the assertion, that for linguistic purposes, we may collect all the Kurdish dialects into three large groups, covering the three large districts of North, Central, and South Kurdistan. In North Kurdistan we have the Zaza group, in Central Kurdistan we have the Kermanji group, and in South Kurdistan we have the Lur and Kelhur group.");
    Bedirxan, Celadet (1933) “Zarê Dumilî û Mewlûda 'Usman Efendî” Hawar, Hejmar: 23, 25 tîrmeh (temmuz) 1933, r. 1-6 "Zarê dumilî: Ev zar zimanê kurdên dumilî an zaza ne. Kurdên dumilî di welatê jorîn di rojavayê wî welatî de rûniştî ne.");
    Safrastian, Arshak (1948), Kurds and Kurdistan, Harvill Press, London .r.106 "The tribes of Dersim speak the Zaza-Dialect of the Kurdish language");
    McCarus, Ernest N. (1958), A Kurdish Grammar, American Council of Learned Societies, s.1);
    Bedirxan, Celadet Ali & Lescot, Roger (1970), Grammaire kurde, Maisonneuve, Paris, s.V);
    Kurdoev, Kanat Kalashevich (1977), Ḥālatakānī jins u bīnāy barkār la zāzādā: On gender and number in the Zaza dialect of Kurdish, Translated by Azīz Ibrāhīm, Chāpkhānay Kōrī Zānyārī Kurd, Baghdad 1977, 32 p.);
    F. R. Akrawy (1982), Standard Kurdish grammar, s.19);
    Ayyoubi, Kerim Rakhmanovich & Smirnova, Iraida Anatolʹevna / Ed. Yusupova, Zare Aliyevna (1998), The zaza dialect of the Kurdish Language (Dersim), Moscow: Center for Kurdish Studies, 102 r. (И.А.Смирнова, К.Р.Эйюби. Курдский диалект заза /Отв. ред. З. А. Юсупова. М.: Центр курдских исследований, 1998. 102 с. Girêdana arşîvê 2014-02-21 li ser Wayback Machine);
    Houston, Christopher (2001), Islam, Kurds and the Turkish nation state, Berg, s.129 "Zazaki (a Kurdish dialect)";
    Kenstowicz, Michael J. (2004), Studies in Zazaki Grammar, MITWPL, s.1-2, 10 vd. "Zaza dialect of kurdish");
    Walter, Mary Ann (2004), "Vowel Adaptation in Zazaki", Workshop on theoretical approaches to language contact 27th Generative Linguistics in the Old World, Thessaloniki, 18-21 April 2004 Girêdana arşîvê 15 hezîran 2010 li ser Wayback Machine "Kurdish: Sorani, Kurmanji, Zazaki...");
    O'Neil, Mary Lou (2007), "Linguistic Human Rights and the Rights of Kurds", Human Rights in Turkey, Editör: Zehra F. Kabasakal Arat, University of Pennsylvania Press, s.74 "Zaza is actually a Kurdish dialect");
    Aygen, Gülşat (2010), Zazaki/Kirmanckî Kurdish, Volume 479 of Languages of the World, Lincom Europa;
    D. Ridgeway (2010), "Etruscan", Concise Encyclopedia of Languages of the World, Elsevier, Oxford, r.401 "Zazaki Kurdish (Dimli)";
    Watts, Nicole F. (2010), Activists in Office: Kurdish Politics and Protest in Turkey (Studies in Modernity and National Identity), University of Washington Press, r.xii, 12, 151 "Linguistically, there is no single Kurdish language, but two main language groups (Kurmanji and Sorani) and two other dialects (Zazaki and Gurani).";
    "Kurdish language", Encyclopædia Britannica, Online: 29 Adare 2013);
    Academic Dictionaries and Encyclopedias Girêdana arşîvê 2013-06-25 li ser Wayback Machine (li gora malpera "Academic Dictionaries and Encyclopedias" Zazakî zaraveyekî kurdî ye);
    Biblio Monde Bibliographie Girêdana arşîvê 2013-02-05 li ser Wayback Machine (li gora bibloteka "biblio-monde" zazaki dîyalekta kurdî ye);
    Encyclopedia of the Middle East (li gora "Encyclopedia of the Middle East", zazakî zaraveya kurdî ye);
    Mireille Ferreira,"Le kurde, langue du peuple des montagnes", la revue de Téhéran (li gora rojnameya îranî "la revue de Téhéran", zazakî zaraveya kurdî ye);
    Elî Ekber Dehxuda, Lugatname - Onlîne: 29 Adar 2013 "Zazakî, cureyeke taybet a zimanê kurdî ye" "زازائی . نوعی مخصوص از زبان کردی" );
    T.C. Millî Eğitim Bakanlığı, Talim Ve Terbiye Kurulu Başkanlığı, Ortaokul Ve İmam Hatip Ortaokulu Yaşayan Diller Ve Lehçeler Dersi (Kürtçe; 5. Sınıf) Öğretim Programı, Ankara 2012 Girêdana arşîvê 2012-10-21 li ser Wayback Machine, "Bu program ortaokul 5, 6, 7, ve 8. sınıflar seçmeli Kürtçe dersinin ve Kürtçe’nin iki lehçesi Kurmancca ve Zazaca için müşterek olarak hazırlanmıştır. Program metninde geçen “Kürtçe” kelimesi Kurmancca ve Zazaca lehçelerine birlikte işaret etmektedir.";
    Prof. Dr. Kadrî Yildirim & Yrd. Doç. Dr. Abdurrahman Adak & Yrd. Doç. Dr. Hayrullah Acar & Zülküf Ergün & Îbrahîm Bîngol & Ramazan Pertev, Kurdî 5 – Zazakî, Milli Eğitim Bakanlığı, 2012 Girêdana arşîvê 2014-04-23 li ser Wayback Machine;
    J. G. Taylor, Travels in Kurdistan, with Notices of the Sources of the Eastern and Western Tigris, and Ancient Ruins in Their Neighbourhood, Journal of the Royal Geographical Society of London, Vol. 35, 1865, p.39;
    Chalatianz, Bagrat (1905), "Kurdische Sagen", Zeitschrift des Vereins für Volkskunde, vol 15, 1905 Girêdana arşîvê 2020-07-01 li ser Wayback Machine, p. 323: “Nach der Sprache unterscheidet man fünf Zweige der Kurden: 1- Kurmanc. 2. Lur, 3. Kelhur, 4. Guran, 5. Zaza.”;
    John G. Bordie, "Kurdish Dialects in Eastern Turkey", Linguistic and Literary Studies, Vol: 2 Descriptive Linguistics, Ed. Mohammad A Jazayery, TiLSM, Mouton De Gruyter, The Hague, Netherlands, 1978, p. 205-212);
    Riza Muradi Ghiyasabadi, Ferhengnamê Îran/Irania Encyclopedia, 2013 Girêdana arşîvê 2013-12-10 li ser Wayback Machine;
    Sheikh A. Waheed, The Kurds and Their Country: A History of the Kurdish People, from Earliest Times to the Present, University Book Agency, Lahore, Pakistan, 1958, (First edition: Published by United LTD, 1955) p.12);
    Ayako Tatsumara, "Music and Culture of the Kurds", Senri Ethnological Studies, Nu: 5, 1980, r. 78;
    "Dımıli or Zaza Dialect", Map: Major Kurdish dialect groups shown in the Greater Kurdistan, Source: Hassanpour, 1992, p.22 (Jaffer Sheyholislami, Kurdish Identity, Discourse, and New Media, 2011, p. 59);
    Jaffer Sheyholislami, "The language varieties of the Kurds", published by Wolfgang Taucher & Mathias Vogl & Peter Webinger, The Kurds: History - Religion - Language - Politics, Austrian Federal Ministry of the Interior / BFA Girêdana arşîvê 2017-06-23 li ser Wayback Machine ISBN 978-3-9503643-6-1, p. 33-36 (Map: Kurdish Variety Groups (adapted from Hassanpour 1992 & ÖPengin 2013)
    Crosby Howard Wheeler & Susan Anna Wheeler, "Koordish Amy", Grace illustrated or A bouquet from our missionary garden, Congregational Pub. Society, 1876, pp. 148-149: "Theories are various, curious, and  some of them wild, in regard to the origin of this interesting people and their two languages, — the Koormanji and the Zaza Koordish."
    Xeznedar, Maruf (2001), Mêjûyî Edebî Kurdî, Bergî yekem, Dezgeyê çap û belawkirdinewey Aras, Hewlêr. (cited in: Dr. Maruf Xeznedar, "Zimanê Kurdî", Wergerandina ji Soranî: Seîd Veroj, Bîr, hejmar: 3, payîz 2005, pp. 75-80.)
  3. ^ http://www.tlfq.ulaval.ca/axl/asie/turquie_1general.htm Girêdana arşîvê 2012-09-28 li ser Wayback Machine (li gora zimannas, Jacques Leclerc, ji zaningeha Laval Quebec/Canada, zazakî zimankê kurd e, û zaza kurd in);
    Dr. Orville Boyd Jenkins, "The Kurdish Peoples" Girêdana arşîvê 2013-09-25 li ser Wayback Machine;
    Ferdinand Hennerbichler (according to: Prof. Dr. Gernot L. Windfuhr), "Kurdish Complex" Girêdana arşîvê 2013-08-28 li ser Wayback Machine Onlîne: 29 Adar 2013);
    http://www.joshuaproject.net/people-profile.php?rog3=TU&peo3=11560);
    Pranav Anand & Andrew Nevins (2003), "On Indexicals in Zazaki Reported Speech", University of Texas, Austin: October 10, 2003 "Zazaki, also known as Dimili, is an Indo-Iranian language spoken mostly in southeast Anatolia, the Turkish section of Kurdistan, by 2-4 million ethnic Kurds.";
    Pranav Anand & Andrew Nevins (2004), "Shifty Operators in Changing Contexts", R. Young (ed), SALT XIV 20-37, Ithaca, NY: Cornell University, r.36 "Zazaki, also known as Dimili, is an Indo-Iranian language spoken mostly in Turkey by 2-4 million ethnic Kurds.";
    Pranav Anand (2006), De De Se, Thesis (Ph. D.), Massachusetts Institute of Technology, Dept. of Linguistics and Philosophy, 2006, r.67 "Zazaki, also known as Dimili, is an Indo-Iranian language spoken mostly in Turkey by 2-4 million ethnic Kurds.");
    Tamina C. Stephenson (2007), Towards a theory of subjective meaning, Thesis (Ph. D.) Massachusetts Institute of Technology, Dept. of Linguistics and Philosophy, 2007, r.134 "Zazaki is an Indo-Iranian language spoken by ethnic Kurds in Turkey";
    Thomas Schmidinger, Kurdische Sprache(n
    Finn Thiesen (2003), "Kurdisk(e) språk", Språknytt 2003 / 3–4 Girêdana arşîvê 2021-04-13 li ser Wayback Machine, p. 43: “"Det finnes nemlig fem innbyrdes uforståelige varianter av kurdisk:.. Zaza i Kurdistan, som snakkes i det nordvestlige hjørnet rundt Erzincan og Elazig i Tyrkia. Gorani, som tales i to enklaver i iransk Sør-Kurdistan, nær grensen til Irak...”
    Terry Lynn Todd (1985), A Grammar of Dimili (also known as Zaza), Michigan 1985, p. vi: "Speakers of Dimili are Kurds psychologically, socially, culturally, economically, and politically."
    Utas, Bo (1986), "Kurdiska dialekter och skriftspråk", Svensk–kurdisk journal 1986. p.8-9. & Utas, Bo & Parkvall, Mikael (1993 ?), "Kurdiska", Nationalencyklopedin (The National Encyclopedia), [Online]
  4. ^ a b c d e Malmîsanij, Kird, Kirmanc, Dimilî veya Zaza Kürtleri, Deng Yayınları, Îstanbul 1996, r. 3-4
  5. ^ Malmîsanij, “Destpêka Edebîyata Kirmanckî (Zazakî)”, Gotarên Konferansa Edebiyata Rojhilata Navîn û Pirçandiyê, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Îstanbul 2004, r. 39-43
  6. ^ Munzur Çem, Kırmança (Zazaca) Konuşan Kürtler Ve 20. Yüzyıl Kürt Direnişlerinde Rolleri
  7. ^ a b c d "Roşan Lezgîn, Among Social Kurdish Groups – General Glance At Zazas".
  8. ^ a b c d e "Bilal Zilan, "Tarîxê Xonamekerdişê Kirdan", II. Uluslararası Zaza Tarihi ve Kültürü Sempozyumu, Bingöl Üniversitesi, 4-6 Mayıs 2012
  9. ^ a b Grûba Xebate ya Vateyî, Rastnuştişe Kirmanckî, Weşanxaneya Vateyî, Îstanbul 2005
  10. ^ Lerch, Peter I. (1857), Forschungen über die Kurden und die Iranischen Nordchaldaer - Band I, St. Petersburg
  11. ^ Müller, Friedrich (1865) Beiträge zur Kenntniss der neupersischen Dialekte: Zaza-Dialekt der Kurdensprache (Aus dem November-Hefte des Jahrganges 1864 der Sitzungsberichte der phil.-hist. Classe der kais. Akademie der Wissenschaften, XLVIII. Bd., besonders abgedruckt) , cîld: 3
  12. ^ Le Coq, Albert Von (1903), Kurdische Texte, Reichsdruckerei, Berlin
  13. ^ Soane, Ely Bannister (1913). Grammar of the Kurmanji or Kurdish Language (bi îngilîzî). Luzac & Company.
  14. ^ a b Ayyoubi, Kerim Rakhmanovich & Smirnova, Iraida Anatolʹevna / Ed. Yusupova, Zare Aliyevna (1998), The zaza dialect of the Kurdish Language (Dersim), Moscow: Center for Kurdish Studies, 102 r. (И.А.Смирнова, К.Р.Эйюби. Курдский диалект заза /Отв. ред. З. А. Юсупова. М.: Центр курдских исследований, 1998. 102 с. Girêdana arşîvê 2014-02-21 li ser Wayback Machine)
  15. ^ Kenstowicz, Michael J. (2004), Studies in Zazaki Grammar, MITWPL, s.1-2, 10 vd. "Zaza dialect of kurdish"
  16. ^ a b Aygen, Gülşat (2010), Zazaki/Kirmanckî Kurdish, Volume 479 of Languages of the World, Lincom Europa
  17. ^ Karl Hadank, Mundarten der Zâzâ, Hauptsächlich aus Siwerek Und Kor, Kurdisch-Persische Forschungen, abt. III (Nordwestiranisch), Band IV. 1932
  18. ^ Terry Lynn Todd, A Grammar of Dimili (also known as Zaza), Michigan 1985
  19. ^ Ludwig Paul, Zazaki: Grammatik und Versuch einer Dialektologie (Zazaki: Gramer u cerrebê diyalektolociye), Wiesbaden 1998
  20. ^ Kurdoev, Kanat Kalashevich (1977), Ḥālatakānī jins u bīnāy barkār la zāzādā: On gender and number in the Zaza dialect of Kurdish, Translated by Azīz Ibrāhīm, Chāpkhānay Kōrī Zānyārī Kurd, Baghdad 1977, 32 p.
  21. ^ Roşan Lezgîn, Dersê Ziwanî (Kirdkî-Kırmanckî-Zazakî-Dımılkî), Weşanxaneyê Roşna, Dîyarbekir 2012, r.15
  22. ^ Fahri Pamukçu, Gramarê Zazaki, Tij, Stenbol 2001
  23. ^ Haberdiyarbakir, Hûmara 39. ya Vateyî Vejîya, ji orîjînalê di 5 adar 2016 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 28 kanûna paşîn 2021
  24. ^ a b Vate Çalışma Grubu, Türkçe – Kırmancca (Zazaca) Sözlük, Genişletilmiş üçüncü basım, Vate Yayınevi, İstanbul, 2009

Girêdanên derve

biguhêre