Open main menu

Mêrdînik an Gole (bi tirkî: Göle) navçeyeke Erdêxanê ye. Mêrdînik di sala 1992'yan de bi Erdêxanê ve hatiye girêdan. Navê wê yê Kurdî di sala 1956'an de hatiye qedexekirin. Li başûrê Mêrdînikê Çiyayê Elahûekber (Kopîl), li bakur Erdêxan, li rojhilat Qers û li rojava jî Erzerom dikeve.

Mêrdînik
Göle
Mêrdînik is located in Tirkiye
Mêrdînik
Mêrdînik
Nexşeya cihan Tirkiye
Navçeyên Erdêxanê.png
Nexşeya parêzgehê
Kargêrî
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Erdêxan
Demografî
Gelhe 7.588 (2008)
Erdnîgarî
Koordînat 40°48′0″Bk 42°37′0″Rh / 40.80000°Bk 42.61667°Rh / 40.80000; 42.61667
Dem (UTC) UTC+2

ErdnîgarîBiguherîne

Rûbera vê bajarokê biçûk, 245.000 m² ye. Li başûrê, Qers û Sarîqamîş, li rojavayê bajarokê Ardanuç û li rojhilatê jî, bajarokê Cilawûzê hene. Bajarokê Gole li girê Mêrdînikê hatiye avabûn. Deşta Mêrdînikê li bakurê navçeyê dikeve. Ji ruyê avê 2.050 m bilind e û rûbera tevahiya navçeyê 1.420 km² ye.

Zozanên pir bilind li herêmê hene, li başûrê Mêrdînikê. Girê Kabak 3.050 m û di sînorê Qersê de ye, Samayat 3.047 m ne çiyayên girîng ên navçeyê ne. Pirraniya gundan li derdora bajarokê ne.

Hejmara niştecihên navendê 10.611 û bi tevî gundan jî 44.703 e. 53 gund girêdayî navçeyê ne. Gundê Qoreveng (bi tirkî navê wê kirine Köprülü) xwedî şaredarî ye. Firehiyê wî 1.420 km², bilindahiya wî jî 2.030 m ye. 81% erdê Mêrdînikê bi daristan e. Mêrdînik kaniya darên çam e. Zivistan li herêmê pirr dirêj û sar, havîn jî kurt û ziha ye.

AvûhewaBiguherîne

Ji ber bilindbûna ji rûyê avê, klîmaya vir pirr sar e. Di zivistanê termometre hin caran - 30°C nîşan dide. Meha rezberê (îlon) serma dest pê dike û heta gulanê berdewam e. Stûriya berfê ji metreyekê derbastir dibe. Havînan, germahî di navbera 17°C û 30°C de ye.

Taybetiyeke Goleyê ev e ku, bi zivistanê hawirdor pirr bedew dibe û ax pirr berhemdar e. Axa Mêrdînikê, axa bi giranî çernozyûm e, axeke berdar e. Li herêmê şilîl, genim, ceh, koringa û baçîk gelek tên çandin. Ji aliyê ajalên malî ve herêmeke dewlemend e. Sewze (hêşinahî) jî gelek e. 10% ji axa wê daristan e.

DîrokBiguherîne

Dîroka herêmê nîşan dide ku ji Hurrî (b.z. 2000) heya îro herêma Kurdan bûye. Hin caran herêm ketiye bin destê Ûrartû (Keyser Sartûr 2, b.z.753), 415 Bîzans, 646 artêşên Ereb-Îslam, 1080 Gurcî, 1414 Mongol, 1512 Osmanî, 1540 Gurcî, 1545 Safewî, 1551 Osmanî, 1878 Ûris, 1915 Fileh. Herêm 30 îlona 1920'an de dikeve bin dagirkeriya Komara Tirkiyê.

ZimanBiguherîne

Li herêmê bi zaraveyê kurmancî û pirr hindik jî dimilkî tê axavtin. Herwekî terekeme, azerî, afxanî jî hene kû evana ji hêla osmanî û dûgela Tirk ve hatine anîn.

AborîBiguherîne

Çandinî û aboriya si çewlika (tijî çêlekan / mêşin) navçeyê de ku bi navê Inekhane binavkirine (cihê çêlekan ku lê dihewin) de 1.300 serî ( 700 ji wan mih) tên xwedî kirin.

Hingiv: Li herêmê hingiv jî pirr tên hilberîn. Hilberîna hingivê di salên dawî de destpêkir. Serî de bi awayekê hobî bû lê niha mozhingivî bo aboriya Mêrdînik û Qersê gelek girîng e.

BazirganîBiguherîne

Li bajarokê Goleyê sûka ajalan heye. Gelek kes ji derve jî tên vê bazarê. Cihê bazarê di aboriya navçeyê de berbiçav e.

Aborî li gundekî GoleyêBiguherîne

Li gundan çêlek pir in, tên dotin û gundî bi şîrî mast, rûn û penêr çêdikin.

PerwerdeBiguherîne

Di pirî gund da, dibistanan hene. Li Çayirbaşi dibistanek heye, li navendê Goleyê çar dibistan, dibistaneke bilind û dibistaneke hundermendê (jibo keçan) hene.

Gundên Mêrdînikê (lîste ne temam e)Biguherîne

Navê fermî (1928)
Qeza: Gole
Nahiye: Mêrdînik (navend) û Oqam
Navê kurdî (2009) Navê bi tirkî (2009)
Abor Arbûr dengeli
Arpeşîn Arpaşîn ağılyolu
Cîcor Cîcor
Çolpenk Çolpeneg
Dedeşîn Dideşên dedeşen
Dortkilîsa Dortkilîse,
Girdemal Durucasu
Gundik Koyunlu
Gulistan Gulistan (gund)
Xîwe Hêvî (gund) Sürügüden
Kelpekor Kêlpîkor
Ximiskar Ximîskar durancam
Xokam çayırbaşı
Xoşdulbend Xoşdilbend
Keşar Keşer Dedekiliç
Qizîlkilîsa Qizilkilîse günorta
Kirziyan Kirziyan karlıyazı
Qonq Konk
Qorewenk Qoreveng köprülü
Lawistan Lawistan Gedik
Lalawarkens Lêlêwarginîs Balçeşme
Merdenîk Mêrdînik göle
Mîxkerek Mixerêk, Mixkerêk çalıdere
Muzarat Mizaratê Çakirüzüm
Mela Hesen Mela Hesen Mollahasan
Moryofqe Morofka meşedibi
Pûladîk Poladîk kayaaltı
Pilomerî Pîlemor Dölekçayir
Salot Salût (Mêrdînik) dereyolu
Samzelek Simzêrek, Samzêreg
Sasadîl Sarsatil Damlasu
Sînemoxlî Sînemola senemoğlu
Sînot Sînot samandöken
Sîwîn Sivîn, Zivîn sivin
Şekî Şekî kuytuca
Turkeşîn Torkaşîn yiğitkonağı
Ûrût Ûrtê Bellitepe
Warkenis Varginîs yanatlı
Biyûk Altûn Bûlaq Büyük Altin Bulak?
Çûllî çullu
Xerabeya Altûn Bûlaq günde sore küçük altınbulak
Şeref
Topdaş
Qeretawiq Karatavuk?
[[Fîrom 'Elî
Kurt Demîr Qepû eski demirkapı
Uçkilîsa yavuzlar
Orakilîsa
Texte Qîran
Tellîoxlî
Çardaqlî
Çobankoy
Qelacîq, Kelecîq
Yaxmûroxlî yağmuroğlu
Yenîkoy

yeni demurkapu


yenidemirkapı

ÇavkanîBiguherîne

  • Harita Umum Müdürlügü 1:800,000 (1934).
  • "Köylerimizin adlari" (1928).