Zazakî bi piranî li bakurê Kurdistanê tê axaftin, lê ji aliyê hejmareke biçûk ve li hinek herêmên başûrê Kurdistanê û Anatolyaya Navîn jî tê axaftin. Wekî din ji ber sedemên koçberiyê di van dehsalên bihurî de, hejmareke mezin ji zazakîaxêfan li gelek bajarên Tirkiyeyê û rojavayê Ewropayê belav bûne. Parêzgeh û bajarên ku li wan zazakî tê axaftin ev in:
Kesên zazakîaxêv zimanê xwe bi hin navên cuda-cuda nav dikin.
Kirdkî: Li herêma Çewlîg, bakurê Diyarbekirê bi piranî ji xwe re kird û zimanê xwe re jî kirdkî an jî kirdî dibêjin. Peyva "kird" û "kurd" ji aliyê etîmolojîk ve heman kok in.[3][6][7]
Kirmanckî: Li herêma Dêrsîm û Erzinganê ji xwe re dibêjin kirmanc û ji zimanê xwe re jî kirmanckî. Peyva "kirmanc" û "kurmanc" ji aliyê etîmolojîk ve heman kok in.[3][6][7]
Zazakî: Li herêma Xarpêt û Maden ji xwe re dibêjin zaza û ji zimanê xwe re jî dibêjin zazakî. Lê ev binavkirin di salên dawî de, li deverên din jî belav bûye.[3][6][7]
Navên Din: Li herêma Qoçgirî û Sêwasê mirov ji zimanê xwe re dibêjin dimilkî an jî zazakî, ji xwe re jî dibêjin zaza an jî dimilî. Ji wan re Ginî jî tê gotin. Li herêmên Xinûs û Varto jî gelê wê derê ji xwe re dibêje Şarê Ma, anku "gelê me", zimanê xwe re jî dibêjin Zonê Ma, "zimanê me". Ji wan re Çarek û Lol jî tê gotin. Ginî, Çarek û Lol navên eşîrê kirmanc in.[7]
Di encama xebata standardîzekirina vê lehçeyê de, ji van navan kirmanckî hatiye tercîhkirin[8] û niha di warê nivîsînê de bi pirranî ev nav tê bikaranîn.
Zazakî yek ji zimanên kurdî ye ku ev jî zimanê îraniya bakurê rojavayî ye.
Li ser cihê zazakî di nav zimanzanan de du nêrîn hene. Piraniya zimanzanan dibêjin ku zazakî yek ji zimanên kurdî ye. Li gor Peter Lerch[9] (1856-57), Friedrich Müller[10] (1864), Albert van Le Coq[11] (1903), E. B. Soane[12] (1913), K. R. Ayyoubi, I. A. Smirnova[13] (1998), M. J. Kenstowicz [14] (2004), Gülşat Aygen[15] (2010) zazakî yek ji zimanên kurdî ye. Her wiha li gorî piraniya kurdan zazakî yek ji zaravên zimanê kurdî ye. Li gor hin zimanzanan jî zazakî-goranî ne zimanên kurdî ne. Cara yekem Oskar Mann û şagirtê wî Karl Hadankî îdîa kirine ku zazakî ne zaraveyekî kurdî ye[16]. Ji ber vê yekê heta îro jî hin zimanzan zazakî wekî zimanekî cihê qebûl dikin.
Ji aliyê tarîxa zimên ve zazakî zêdetirîn bi zimanê partî nêzikî nişan dide[çavkanî pêwîst e]. Ango, zazakiya wê demê bi partî re pirr nêzîk bûye[çavkanî pêwîst e], lêbelê partiya ku hat nivîsandin, bi xwe nebûye. Lê halê îro jî zazakî ji hêla gramer û peyvan, mînak sazkirina dema nihayîn û gelek jî guharina dengên îraniyên kevn xwe kefş dike[çavkanî pêwîst e]. Di nav zimanên kurdî de zazakî û goranî gelek nêzikê hev in.[çavkanî pêwîst e]
Di warê zanistî de jî nêzîkbûnên cihê hene. Mirov dikane bi pîvanên xwerû zimanzanî nêzîk bibe, an jî li gor pîvanên civakî û zimanzanî bi hev re. Kesên ku zimên ji civakê bi tevahî îzole dikin meyla wan ew e ku zazakî weke zimanekî serbixwe nîşan bidin. Kesên ku zimên weke endakî zînde yê civakî dinirxînin, meylan wan ew e ku divê civaka axaftvanên vî zimanî xwe çawa bi nav dike, nasnameya wê û zimanê wê jî weha be.
Ji bo standartkirina zazakî di sala 1996'an de li Stockholmê Grûba Xebate ya Vateyî hat avakirin. Di sala 2004'an de li FrankfurtêEnstîtuya Zazakî hat avakirin. Ji bo aktuelkirina zazakî di sala 2010'an de Ziwan-Kom hat avakirin.
Di zazakî de gelek devokên biçûk hene. Li gor zimannas û nivîskarên ku li ser zazakî dixebitin, meriv dikane bi giştî zazakî bike du devokên mezin:[20][21]
Zazakiya bakur an jî devoka (şîweya) Dêrsimê: Li herêma Dêrsîm, Erzingan, Qoçgirî û Gimgimê tê qise kirin. Meriv dikane bibêje ku kurdên elewî diaxifin.
Zazakiya başûr an jî devoka (şîweya) derveyî Dêrsimê: Li Çewlîg, Elezîz, Diyarbekir û Siwêrekê tê qisekirin. Meriv dikane bibêje ku kurdên sunnî diaxifin.
Li gor hin zimanzanan û nivîskaran jî di zazakî de sê devokên sereke hene.
Hemî peyvên zazakî di halê xweser de yan nêr û yan mê ne. Di rengdêr û lêkeran de jî ev taybetmendî wisa ye. Çend îstisna hene, lê peyvên mê bi giştî di dawiyê de dengê "-e" digrin, peyvên pirjimar jî di dawiyê de dengê “-î” digrin. Mînak:
Yekjimar
Pirjimar
nêr
mê
netewandî
tewandî
golik
golike
golikî
golikan
merdim
merdime
merdimî
merdiman
Ev peyv li her sê halan jî di kurmancî de mîna “golik” tê nivîsîn. Yanî, di kurmancî de heta ku peyv di nav hevokê de neyê xebitandin, diyar nabe ku gelo ka peyv nêr, mê yan pirjimar e. Lê di zazakî de peyv bi tena serê xwe jî taybetiya xwe nîşan dide. Ev taybetmendî di zimanê kevnare de heye. Di rewşa tewandî de qertafa pirjimarîyê "-an" e.
Xebata standardîzekirina zazakî di sala 1996'an de li Swêdê bi avakirina Grûba Xebate ya Vateyî destpê kir. Vê koma xebatê serê pêşî encamên kombûnên xwe wekî broşur belav kir, lê dû re kovareke bi navê Vate derxist. Ev koma xebatê heta niha 22 caran bona standardîzekirina vê diyalektê kom bûye. Vê xebatê pêşî li nivîsîna vê dîyalektê û geşbûna edebiyata wê vekiriye. Ev xebat bi awayekî biîstîqrar her berdewam e.
Di standardîzekirina kirmanckî (zazakî) de ji krîterên hilbijartin an jî tesbîtkirina forma peyvan yek jê ev e ku, divê diyalektên kurdî nêzî hev bibin.
Di çarçeweya xebata standardîzekirinan diyalekta zazakî de kovara Vateyê ku dengê Grûba Xebate ya Vateyî ye û xwerû bi kirmanckî (zazakî) diweşe, heta niha 39 hejmar weşiyaye.[22] Ferhenga tirkî-kirmanckî (zazakî) ku ji peyvên standardkirî pêk tê[23] û ferhenga kirmanckî (zazakî)-tirkî ku ji peyvên standardkirî û versiyonên wan pêk tê.[23] Grûba Xebate ya Vateyî, Ferhengê Kirmanckî (Zazakî)-Tirkî/Kırmancca (Zazaca)-Türkçe Sözlük, Weşanxaneyê Vateyî, Îstanbul, 2009</ref> cara sisêyan wekî çapa firehkirî hatin weşandin. Dîsa, pirtûka rastnivîsa zazakî ya bi navê Rastnuştişê kirmanckî (zazakî)) ji aliyê vê komê ve amade bû û hat weşandin.[8] Ev xebatên hanê yên organîzekirî pêşî li geşedana nivîsîna zazakî vekirin ku bi dehan pirtûk li gor standardê Vateyî hatin weşandin.
↑Malmîsanij, “Destpêka Edebîyata Kirmanckî (Zazakî)”, Gotarên Konferansa Edebiyata Rojhilata Navîn û Pirçandiyê, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Îstanbul 2004, r. 39-43
↑Soane, Ely Banister (1913), Grammar of the Kurmanjî or Kurdish Language, London 1913 / E. S. Soane (1909), Notes on Kurdish Dialects, A Classic Reference Tool On The Kurdish Dialects First Published In 1909, Asian Educational Services, 2003 - 98 sayfa, s.6
↑Karl Hadank, Mundarten der Zâzâ, Hauptsächlich aus Siwerek Und Kor, Kurdisch-Persische Forschungen, abt. III (Nordwestiranisch), Band IV. 1932
↑Terry Lynn Todd, A Grammar of Dimili (also known as Zaza), Michigan 1985
↑Ludwig Paul, Zazaki: Grammatik und Versuch einer Dialektologie (Zazaki: Gramer u cerrebê diyalektolociye), Wiesbaden 1998
↑Kurdoev, Kanat Kalashevich (1977), Ḥālatakānī jins u bīnāy barkār la zāzādā: On gender and number in the Zaza dialect of Kurdish, Translated by Azīz Ibrāhīm, Chāpkhānay Kōrī Zānyārī Kurd, Baghdad 1977, 32 p.