Penîr

(Ji Penêr hat beralîkirin)

Penîr an penêr zadekê hişk e ko ji şîrê çêlan (manga), mihan, bizinan û memikdarên dî dihêt çêkirin. Şîrî bi hêvênê penîrî ango rennetê û tirşandinê dikin penîr. Bakterî dikarin şîrî bitirşînin û dewrekê girîng di pêkhatina penîrî û çêj ango tam û bêhna penîrî da digêrin.

Dikaneke penêrfiroşiyê li Amedê
Penêrê helandî yê Qerejdaxê
Zimanê xesî yê Amedê

Bi sedan cureyên penîran hene. Penîrên curane bi rêya bikaranîna şîrê memikdarên cuda cuda, bakteriyên cidacida û şêwazên din tên berhemanîn. Zadê ku memikdar dixwerin û bikaranîna giyayên bêhndar jî yek ji rêyên berhemanîna coreyên penîran in.

Jibo hindek penîran şîrî bi sirke an ava lîmonê ditirşînin. Lê piraniya penîran bi rêya tirşandina şîrî bi bakteriyayan dihên çêkirin. Bakterî şekira şîrî dikin Tirşê Şîrî anko laktîk asîd. hêvênê penîrî coreyekê anzîman e ko bi awayekê kevneşopî ji navpoşa aşika savayên pez û gareşan dihêt girtin. Lê niha ev hêvên di ezmûngehan da jî dihêt berhemanîn.

Çend cureyên penêran biguhêre

Çend giya ji bo bêhndarkirina penêrê biguhêre

Penêrên cuda cuda biguhêre