Qoreveng (bi tirkî: Köprülü) gundekî Mêrdînika Erdêxane ye.

Navê gund di sala 1962´de kirine Köprülü. Niştecihên gund 100 % Kurd in û bi zaraveyê Kurmancî diaxivin û di aliyê olî de Sunî ne. Avakerê gund bi navê Kerîmo Axa bûye. Gorî îdîayan navê Qorevengê nîşan dide ku, wextekê Kurdên Dimilî li vir jiyan e. Ji ber kû ew Elewî bûne Osmaniyan ew sirgûn kirine bajarê Yozxatê. Lê ev îdîayek e. Dîroka herêmê nîşan dide ku herêm ji Hûrriyan heya îro parçeyek ji Kurdistanê ye. Di sala 1972´de bûye şaredarî. Pirraniya gundiyan koçberê metropolên Anatolyayê bûne. Mirêke an axayeke Kurd bi navê Canîbeg li herêmê desthilatî kiriye. Zozanê Canîbegê navdar e. Qoreveng 25 km dûrî navçeya Mêrdînikê dikeve.

Nifûsa Qorevengê gorî hejmartina 2000´î 2442 ye. Nêzîkî 5000 kes koçberê Tirkiyê bûne. Pirranî li Stenbolê dijîn û hêj jî bi havînan tên gund. Hejmara malbatan 350 ye. Gel bi xwedîkirina sewalan û bi xebata li metropolên Tirkan aboriya xwe dike.

[Jî Bu Qorewengi wêne http://www.kopruluden.com Girêdana arşîvê 2009-02-28 li ser Wayback Machine da mezekin]