Ezirgan
Ezirgan an Erzingan (bi tirki: Erzincan) bajarekî Bakurê Kurdistanê ye.
Ezirgan | |
---|---|
Bajar | |
Erzincan | |
Koordînat: 39°44′48″Bk 39°29′27″Rh / 39.74667°Bk 39.49083°Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Ezirgan |
Serbajar | Ezirgan |
Hejmara nahiyeyan | 3 nahiye |
Hejmara bajarokan | 15 bajarok |
Hejmara gundan | 64 gund |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 1.622 km2 (626 sq mi) |
Bilindahî | 1.210 m (3970 ft) |
Nifûs (2009) | 137.569[1] |
• Berbelavî | 84,8/km2 (220/sq mi) |
• Serbajar (2008) | 90.100 |
Koda telefonê | (+90) 446 |
biguhêre |
Nav
biguhêreNavê bajêr yê kevn di çavkanîyên Asûriyan de wek Suhma derbas dibe. Navê Erzinganê ji Erîza tê, ku bajarêk kevn bu li herêmê. Dema Selçûqiyan de navê bajar bûye Erzingan.
Dîrok
biguhêreKronolojiya bajêr
biguhêreBerî Îsa(zayîn)
- 1000 - 600 Dema Urartiyan
- 650 - 500 Dema Mediyan
- 500 - 334 Dema Persan
- 334 Dema Helenîstiyan
Piştî Îsa (zayîn)
- 55 Dema Romayiyan
- 644- 656 Dema Ereban
- 685 Dema Bîzansiyan
- 699 Dema Ereban
- 1005 Dema Merwaniyan
- 1188 Dema Eyûbiyan
- 1228 Dema Selçûkiyan
- 1401 Dema Osmaniyan
- 1502 Dema Sefewiyan
- 1514 Dema Osmaniyan
- 1916 Dema Rûsan
- 1918 Dema Osmaniyan
- 6 Adar 1921 Serhildana Koçkirî
Erdnîgarî
biguhêreCiyê coxrafî û hudûdên bajêr
biguhêreBajar di nav parelelên 39° 02´ û 40° 05´ bakûr û merîdyenên 38° 16´ û 40° 45´ rojhilat de ye. Hudûdên bajar li bakûr bi Giresûnê û Gumuşxane ve (Tirkiye), li rojava bi Sêwas ve, li başur bi Meletî û Dêrsimê ve û li rojhilat jî bi Erziromê ve tê girêden.
Taybetiyên erda bajêr
biguhêrePîvana erda bajêr 11.903 km² ye. Ji vî erdî % 59,6 wî ji çiyan, % 8,6 ji deştan, % 5,4 ji zozanan û % 26,4 jî ji platoyan pêk tên. Li herêmê fasûlye, çewdêr, tene, kixsên þekir û patatês tên çandin.
Av û hewa
biguhêreÎklimek reþayî û sar li herêmê heye. Zivistanan sar û þillî û þilopî, havînan jî hênik derbas dibe.
Çiyayên herêmê
biguhêreÇiyayê herî bilind yê herêmê, Çiyayê Keşîş (3537m) e. Katirtepe (3300 m), Mercan (3449), Çal (3300 m) û kismek ji çiyayê Mûnzûrê jî dikeve nav herêma Erzinganê.
Deşt, zozan û gelî
biguhêreDeşta Erzînganê; Bilindbûna wî ji behrê 1218 m û dirêjbûna wî jî 40 km ye. mezinbûna deþtê 500 km² ye. Deþt di navbera çiyayê Mûnzûr, Keþîþ, Spîkor û Sîpyam de ye.
Deşta Miyadîn; Li dora Çemêreş e, mezinbûna wî 180 km² ye.
Zozanên herêmê li ser çiyayên Mûnzûr û Koþan bela dibin. Li rojavayê Erzinganê li ser Çiyayê sipî, zozanên Takkuran û Tahsullu jî hene.
Çem û Gol
biguhêreÇemê feradê çemê herî mezin e li herêmê. Piraniya çavkaniyên þaxên Feradê ji çiyayên dora Erzinganê dertên. Wek; Çemêreþ, Mîran, Mercan, Cîmîn, Pahnîh û Surperen hinek ji wanin. Li herêmê golên mezin tunene, lê li hinek deveran çend golên biçûk hene; wek Soganli, Aygir.
Babetên heywanan
biguhêreHerêm ji bo nêçira heywanan musaîd e. Bizinên ser çiyan, Semasî (darbir), kûze, xezal, berazên kovî û kewroþk yên pirin ku li herêmê peyde dibin.
Germahî û barîna nîvekî ya mehane ji bo Подтесово (Sinugboanon)
Çavkanî: Rarasdasce
|
Подтесово (Cebuano) | ||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|
Diyagrama avûhewa | ||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
|
Germahî û barîna nîvekî ya mehane ji bo Подтесово (Cebuano)
Çavkanî: Rarasdasce
|
Sermijar û Navçeyên Bajêr (2013)
biguhêre- Ezirgan (Navend) 146.893
- Mans, 9.717
- Îliç, 7.367
- Kemax, 7.302
- Êgin, 5.044
- Qerequlax, 2.533
- Gercan, 10.988
- Têrcan, 18.549
- Cîmîn, 11.603
Tevahî sermijar herêmê (tevlî gundan) 219.996 e.
Aborî
biguhêreSerwetên bin erdê
biguhêreLi herêmê pirtir krom ji bin erdê dertê. Hesin, mangenez, asbest, perlit û linyit ji madenên dinin, ku ji bin erdê dertên.
Ciyên turîstîk, dîrokî û gerê
biguhêreŞelala Girlevik 29 km li başûrê rojava yê bajar e. Avgermên; Poyuk, Otlukbelî, Horhor jî ji alî gel ve tên ziyaret kirin. Li çiyayên Mûnzûrê îmkanên ji bo sporên zivistanê jî hene. Kela Kemahê, dêrên kevn û tirbên herêmê jî ji alî gel ve tên ziyaret kirin.
Çand û huner
biguhêreOl û Civak
biguhêreSermijare herêmê ji Misilmanên Zerdeştîtî/Êzdîtî ango (Elewî) û Sûnnî pêk tê. Bandora seyîddî û pîrîtî pir xurt e di nav gel de. Kurd (Kurmanc û Zazakî) û Tirk civaka herêmê teşkîl dikin.
Xwarênên herêmê
biguhêreLi herêmê pirtirîn xwarinên ku ji genim çêdibin tên xwarin.
Kirdo; Dew, qavûrme û bulxur bi hevre heta bulxur bikele di beroþek de tê kelandin. Bi ser de rûnê sorkirî û baharat tê reþandin û tê xwarin.
Tirşika gah (sêwê zuhakirî) Fasûlye û goþt bi hevre tên kelandin. Gah, pîvaz û xwê bi ser dibe û tê kelandin.
Keleco, lepe dugurcuk û Aþtarxane xwarinên din yên herêmê ne.