Egîn
Egîn (Tirkî: Kemaliye) an jî Ermenîkî Agin (tê wateya kanî) navê xwe ji Zimanê filehkî (Ermenîkî) digire. Yek ji navçeyên Erzinganê ye. Navê wê ji bo xatirê damezrênerê Komara Tirkiyê Mustafa Kemal Atatürk kirine Kemaliye. Navê berê hatiye qedexekirin. Bilindahîya herêmê ji rûyê avê 900-1.700 m ye. Firehiya erdê navçeyê 1.333 km² û hejmara niştecihan (bi tevî gundan) 16.900 e. 34 gundê navçeyê hene.
Navçeya Egînê | |
---|---|
Kemaliye | |
Koordînat: 39°15′44″Bk 38°29′47″Rh / 39.26222°Bk 38.49639°Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Ezirgan |
Serbajar | Egîn |
Hejmara bajarokan | 1 bajarok |
Hejmara gundan | 62 gund |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 1.168 km2 (451 sq mi) |
Bilindahî | 950 m (3120 ft) |
Nifûs (2009) | 5.340[1] |
• Berbelavî | 4,6/km2 (12/sq mi) |
• Serbajar (2008) | 2.240 |
Koda postayê | 24600 |
Koda telefonê | (+90) 446 |
biguhêre |
Herêm heya damezrandina Komara Tirkiyê di bin fermandariya mîrên Kurd ên Kemax û Dêrsîmê de bû. Eşîra Reşwan li herêmê navdar bû. Êgin di dema Osmaniyan da hin caran bi Amedê, hin caran jî bi Xarpetêê ve hatiye girêdan. Serjimara herêmê ji Kurd û Ermeniyan pêk dihat. Piştî Terteleya Filehan, li herêmê Ermenî neman. Dîroka herêmê ji ya Bakurê Kurdistanê ne cudatir e.
Çavkanî
biguhêreEv gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |