Reşwan (eşîr)

(Ji Reşwan hat beralîkirin)

Reşwan, Reşî, Reşwend, Rişvan an Reşan, êleke kurdan e. Êla Reşwan bi zedêyî li Meledî, Semsûr, bakurê Iranê, Xorasan û Anatoliya Navîn dimîne.

Êla Reşî
Agahiyên gelemperî
Hoz Xelîkan
Sefkan
Çelikan
Çeqelan
Oxcîyan
Omeran
Bilikan
Delikan
Molikan
Kelan
Xisor
Mendolan
Zerikan
Rumiyan
Hecîleran
Bereketan
Cudikan
Mehinan
Hecîban
Xidiran
Qereçor
Terziyan
Nasiran
Mifikan
Esil Kurd
Ziman Kurmancî
Reşoyî
Belavbûn Gurgum
Semsûr
Meletî
Entab
Anatoliya Navîn
Bakurê Iranê
Xorasan
Heleb
Efrîn
Demografî
Gelhe 350.000
Bawerî
Dîn Elewîtî, sunîtî (henêfî), şiîtî Ezîdîtî

Di dema osmaniyan de kesên vê êla kurdan wek gelekî serbixwe dihatin dabilandin: di gelek salname û pirtûkên osmaniyan de ji reşwaniyan wek Kara Ulus, bi wateya "Neteweyê Reş", tê behskirin. Hemû parêzgarên parezgeha Edene heta sedsala 19an ji vê êla kurdan bûn. Di sedsala 18an de osmaniyan bi zordarî vê êlê ji hev parve dikin: hin tîrên (qebîle) reşwanan li Reqqa, hin li Anatoliya Navîn û bakur, hin jî li rojavayê Sûriyê tên bicîkirin. Kesên reşwan li Anatoliyê (Qonye, Çorûm, Yozqad, Amasya, Enqere û Qirşehrê) belav bin jî, ziman û çanda xwe heta îroj parastine, bi taybetî ên li rojavayê Sûriyê hatin pişaftin û dest ji kurdî û çanda kalê xwe berdan e.

Di lîsteyên pirtûka Mehrdad Izady ya êl û eşîrên kurdan de çend eşîrê bi navê Reşwend tên ditin. Li Qesra Şirîn û Lekistanê êşîreke bi navê Reşwend dijî. Eşîr bi eslê xwe elewî ye.

Li Semsurê, bi taybetî jî li Kolikê êla herî mezin reşiyan e. Reşiyê, li herêmên Kolikên çiyayî bi temamî, li deştê jî 1/4an belav bûnê. Sinorên xwe ji gundê Narinceyê yî giredayî Kolikê dest pê dikê heta bakurê çemê Kolikê û navçeya Sincik bi temamî dike nava xwe û heta navçeya Tutê dirêj dibe. Bê guman, êlên mîna canbegî (îkîzce, adali, ekîncî, eceler, bostanli û hwd), mirdêsî (Narince), şadî, cêlikî û yen din jê hene ku parçêyek ji wanî li Anatoliya Navîn dijî.

Serjimara reşiyan nêzikî 250 hezar e[çavkanî hewce ye]. Kolikê serjimara xwe 100 hezare û ji % 80'ê xwe; Sincik 10 hezar in û gîştik, Çelîkhan 25 hezar e û ji % 60'î xwe; Pinarbaşi û Kûrû Dere jî 20 hezar in û tevahî Reşî ne.

Çavkanî biguhêre