Henefî

Mezhebek îslamê
(Ji Henêfî hat beralîkirin)

Henefî (bi erebî: الحنفية an jî المذهب الحنفي) di ola îslamê de yek ji mezhebên sûnî fiqihê ye.

Mezhebê henefiyan ê îtiqadê (bawerî) jî matûrîdiyê ye. Navê henefîtiyê ji navê sazûmankarê wê Ebû Henîfe (Numan bin Sabîd) (699-767) tê. Li welatên Tirkmenistan, Efxanistan, Tirkiye, Hindistan û Pakistanê berfireh e.

Di îslamê de ji çaran pirtir mezheb hene. Lê henefîtî û sê mezhebên din hem wekî her çar mezhebên herî mezin hatine pejirandin. Ji aliyê girseyê ve jî ji ber vî rengî her çar mezheb herî berfirehtir in. Her çar jî mezhebên sûnî ne. Di nav her çar mezhebên sunî de jî henefîtî ji aliyê girseyê ve herî mezin e. Girseya henefiyan di nav girseya giştî ya îslamê de 45% pêk tîne. Hersê mezhebên din şafiî, malikî û hembelî ne.

Çavkanî biguhêre