Reşoyî (devok)

(Ji Reşoyî hat beralîkirin)

Reşwanî (bi şêxbizinkî: Reşoyî) devoka kurmancî li Anatolya Navîn e. Ev devok ji aliyê eşîrên kurdan (bi taybetî êla Reşwan) ên li Qonyeyê, Qîrşehirê, Enqerê, Yozgatê û Çorûmê tê axavtin. Ferhengoka wê nêzîkê Kurmanciya Rojava ye. Gelêk jêgirtî yên romîkî di ve devokê de hene.

Reşoyî
Kurmancî
Welatên lê tê axaftin  Tirkiye
Herêm Anatoliya Navîn, Pontûs
Axiverên zimanê zikmakî
Malbata zimanî Zimanên hind û ewropî
Şiklê kevn
Kodên zimanî
ISO 639-3

Çanda devokî biguhêre

Dîroka kurdên mişext ên li Anatoliya Navîn bi devkî heya îro hatiya parastin. Bûyêrên giring, çîrokên ser mişextkirina wan û stran û kilamên ser jiyana wan a rojane û mêrxas û egîdên wan di kevneşopiya devkî de zindî mane. Wan salên dawîn de ev kelepor ligel kovaran, pirtûkan û muzîkê ve tê gihandina nifşa nihayî. Nivîskarên kurdên Anatoliya Navîn di kovar û pirtûkan kurdiya nûjen tercîh bikin jî, koma muzîkê ya bi navê Koma Xelikan, a ku bi devoka Reşoyî ve distirê di nava kurdan de xwediye populariteke giring e. Koma Xelikan stranên hozanên kurdên Anatoliya Navîn û yên dengbêj û hozanên kurdan ji Kurdistanê bi aksanê vê devokê bideng dike.

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre

  Wîkîferheng: Kategorî:Reşî – Mane, etîmolojî, werger û bêhtir