Romî

(Ji Romîkî hat beralîkirin)

Romî yan jî di van salên dawî de tirkî ji zimanê romiyan (tirkan) re tê gotin. Ji kar û taybetiyên tirkan re jî herwiha romî, tirkî dibêjin.

Heya salên 60'î li Kurdistanê kesi ji zimanê tirkan re nedigot tirkî û ev bêjeya nedihate zanîn. Lewra kurdan her û her tirk bi navê rom bi nav dikir û ji zimanê wan re romî digot. Lê ji ber ku rêxistinên kurdan peyva "tirk" bikaranîn û pirranî jî bi tirkî siyaseta xwe meşandin, ji dêvla romî de êdî tirkî hate bikaranîn.

Dîroka peyva "Romî/Rûmî", li nava Kurdan gelek kevn e, ji ber ko di dema helbestvan Ehmedê Xanî de, vê peyv hebû[1].

Zimanê tirkan, zimanê fermî yê Tirkiyeyê ye. Zimanekî ji malbata zimanên altayî ye.

Berhev bike biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ http://bnk.institutkurde.org/images/pdf/6318NS7EAD.pdf (li gorî pirtûka rêzimana kurdî, ji Rojer Lescot û Kamuran Bedirxan, rûpela 348êm , peyva "Rom an Rûm" gelek kevn, ji ber kû em vê peyv li helbesta Exmedê Xanî ditin. "Kurmancî ye bûye şibhi bircan Ev Rûm û Ecem bi wan hisar in", dema helbest 1690/1700)