klasîkên kurmancî nivîsên kevn yên bi kurmancî tên binavkirin. Klasîk, wek bêje, bi wateya xwe ya ferhengî, ji wê nivîsê re tê gotin ku di çarçoveyeke kifş de hatiye amadekirin. Lê di nava xelkê de bi gelek hawayên cuda tê fêmkirin.

Li gorî Zeynelabidîn Zinar 202 navên ku bi zaravayê kurmancî berhem nivîsîne, derketine holê. Hin ji wan kesan, berhemên xwe wek pirtûk bi navê "Dîwan" hiştine, hin ji wan jî tenê helbest, lê wek destnivîs hiştine.

Xwendina berhemên Klasîk û ya berhemên folklorî, sûdeke pir mezin didin mirov. Herweha astengiyeke mezin jî li pêşberê asîmîlasyonê çêdikin, guhartineke mezin di mejiyê mirovan de çêdikin, hem jî şexsiyeteke netewî ji mirov re diafirînin. Bi xwendina wan mirov êdî rind dizane ku nijada mirov çi ye, mirov bi xwe kî ye û bav û bapîrên mirov jî kî bûne û çi kirine.

Piraniya klasîkên kurdî/kurmancî li ser xîmê toreya kurdî û folklora kurdî ava bûne. Ji ber hindê ye ku em dibînin, ew bi gotinok û meselok û biwêjên kurdî hatine dagirtin. Peyîtandina vê yekê, çewa ku Ehmedê Xanî jî gotiye:

"Amac gotin û guzaf in, lê Mem û Zin bûn behane."

Di berhemên klasîk de, ev babetên hanê cih girtine:

  • Afirandina dinyayê û pergara exteran.
  • Rewşa kaînatê û dabeşkirina dinyayê wek parzemîn.
  • Afirandina bavê mirovan Adem pêxember û ji dola wî pêxemberên ku derketine holê heta Mihemed Pêxember
  • Hemû cûre şaxên zanistiyê.
  • Berpirsyarî û xwenasiya mirovan û mirovahî
  • Berbihevanîna zaravayên kurdî.
  • Term û bêjeyên kevnare.
  • Grêdana mirovan bi koka wan ve û serbilindiya wan bi nijada wan.
  • Camêrî û mêvanperwerî
  • Mêjû
  • Vêje
  • Ol û ayîn
  • Bipêşketina mejiyê mirovan

Lîsteya navên 151 klasîkên Kurmancî biguhêre