Şêx Xiyasedîn Emre

Nivîskarê kurd

Şêx Xiyasedîn Emre, di 1919an de li Misircê (Kurtalan) hatiye dinyayê. Ew neviyê şêxê navdar Şêx Fethullah Werqanisî ye. Bavê wî Şêx Me‘rûf, di 1915an de ji ber Ûris ji gundê xwe Koxaka girêdayê bi Kopê (Bulanik-Mûş) ve reviyaye û çûye li Misircê cîwar bûye, lê di 1920î de dîsan bi şûnde vegeriyaye çûye gundê xwe.

Şêx Xiyasedîn Emre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Xiyasedîn pêşî li Medreseya bavê xwe, piştre li medreseya mamê xwe Şêx Eladîn li Oxînê xwendiye. Herweha li gundê bavê xwe Koxakê dersdartiya medresê jî kiriye, lê di 1946an de ew ketiye nava siyasetê û di Partiya Demokratê de şixuliye, di 1954an de jî bûye parlemanê serbixwe yê parêzgeha Mûşê. Piştî Cunta Leşkerî ya 1961ê, ew bi Serokwezîrê Tirkiyê Adnan Menderesî re jî hatiye girtin û li girava “Yassiada-Imrali“yê bi sezayê şeş salên girtîgehê ji aliyê Dadgeha Leşkerî ve hatiye tawanbarkirin.

Bapîrê vê malbatê, Şêxmûsê Zûlê ye ku bi navê Siltan Şêxmûs tê naskirin. Gora wî li navbera Amed û Mêrdînê dimîne; serdangeha xelkê ye û li gorî baweriya akinciyên herêmê pîroz e.

Gelek zana û rewşenbîr ji vê malbatê rabûne. Ji bilî dana dersan û meşandina Rêçika Nexşebendî, zimanê kurdî ji xwe re kiriye fermî û di medreseyên xwe de jî her bi kurdî li perwerdekirinê domandine. Ji 1850î û bi vir ve ye jî ku gelek kes ji malbatê bi zimanê kurdî berhem nivîsîne. Bapîrê Şêx Xiyasedîn, Şêx Fethulahê Werqanisî û mamê wî Şêx Elaedînê Oxînî gelek berhemên hêja bi zimanê kurdî afirandine. Herweha çi feqe û melayên ku li ba wan, di medreseyên wan de xwendine, bi tore û terbiya wan perwerde bûne jî, wan ew tîzkirine da bi zimanê kurdî binivîsin

Şêx Xiyasedîn Emre, heta niha sê pirtûk bi zimanê kurdî, lê bi alfabeya erebî nivîsine. Ew sê pirtûkên wî ev in: Rênasî , Dîroka Kurdan û Dîwaneke Helbestan. Herweha gelek meqale û nivîsên wî jî di hin kovar û rojnameyên bi kurdî û bi tirkî de, bi çax û demên cihê cihê hatine weşandin. Lê me navên wan gişan nepeyitand ka kîjan in û li kurê hatine weşandin. Tenê du kovarên ku me zanîne, ev in: Li Stenbolê kovara kurdî Nûbihar, her eynî li wirê ya tirkî kovara "İkibine Doğru".

Pirtûka Rênasî, ji aliyê Zeynelabidîn Zinar ve ji alfabeya erebî hatiye veguhaztin bi alfabeya latini û di 1998an de jî li Swêdê ji aliyê weşanxaneya PENCÎNARê ve çap bûye.

Pirtûkên wî biguhêre

  • Rênasî
  • Dîroka Kurdan
  • Dîwaneke Helbestan.

Çavkanî biguhêre

PENCÎNARê [1]