Mele Nûriyê Hesarî

Zimannas û helbestvanê kurd

Mele Nûriyê Hesarî (jdb. 1934 Hesar - m. 2011 Qamişlo) zimannas û helbestvanê Kurd bû.[1]

Mele Nûriyê Hesarî
Jidayikbûn1934 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin2011 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Di 1934an de li Hesar a gundê Kercewsê bûye. Di nava Kurdan de bi nasnavê Seydayê Pirêşan tê naskirin. Navê diya wî Xanim e, navê bavê wî Mele Yûsifê kurê Emer e. Emer ji gundê Hêştirekê ji malbata Etmanka, ji şaxê Elikan, ji rema (eşîr) Hevêrkan bûye.[2]

Mele Nûrî ji malbateke xweneda, zana û bîrewer hatiye. Bavê wî çewa ku mele bûye, diya wî jî keça melan û jineke xweneda bûye

Mele Nûrî di 1939an de pêşî li cem diya xwe dev bi xwendina Quranê kiriye û li cem wê Mewlûd, Nehculenam, Nûbihar û Rewdneîm xwendine. Di 1940`î de, çaxê ku diya wî li Hesarê giyana xwe spariye Xwedê, îcar wî li ba kekê xwe Mele Hiseyn xwendiye. Lê çaxê ku kekê wî çûye leşkeriyê, îcar bavê wî ew xistiye dibistana bi zimanê tirkî ya ku li Hesarê bûye.

Mele Nûrî di 1945an de çaxê di nofa (sinif) çaran de dibistana tirkî dixwend, bavê wî jiyana xwe spartiye Xwedê. Îcar kekê wî Mele Hemîd ew ji dibistanê derxistiye û daniye ber xwendina medresê. Piştî demekê ew û kekê xwe Mele Nezir çûne gundê Bilêderê û li cem birayê xwe yê ji dê mane. Piştre çûye mala xalê xwe Mele Mihemed li gundê Êlihê (niha bûye wîlayet û jê re Batman dibêjin) maye. Ji wir jî çûye gundê Kurrika li Bişêriyê, li medreseya Mele Hesenê Tilmizî xwendiye û ders ji kurê Mele Hesen Mele Faîq girtiye. Piştî demekê ji wir şûnde vegeriyaye çûye Hesarê, ew û kekê xwe Mele Hemîd ji bo xwendinê daketin Binxetê û çûne cem mala Şêx Ehmedê Xiznayê. Li wirê dîsa li cem kekê xwe Mele Hemîd xwendiye heta ku “Sadulaha Gewra“ xilas kiriye.

1949, birayê wî Mele Hemîd çaxê xwendina xwe ya medresê kuta kiriye, di Kanûna Paşî de vegeriyaye Hesarê, lê Mele Nûrî li Xiznayê maye, îcar li cem Mele Beşîrê Batêrgizî xwendiye. Lê di 1950`î/ dehê meha Heyvdarê de Şêx Ehmed çaxê jîna xwe spartiye Xwedê, ji wir çûye Tilmarûfê û li ba şêx Eladînê kurê Şêx Ehmed xwendiye. Mele Nûrî li wirê bûye pêbawerê Şêx Masûmê kurê Şêx Ehmedê Xiznayî.

Mele Nûrî di jiyê xwe yê bîstî de (1954) dest bi nivîsandina bi zimanê kurdî kiriye û berhemên xwe hemû bi alfabeya latênî nivîsandine. Camêr digel wê perîşanî, dilêşanî û xizantiya xwe heta niha deh pirtûk kirine malê Pirtûkxaneya Kurdistanê

Min dît ku Mele Nûriyê Hesarî, deh pirtûk bi zaravayê kurmancî û bi alfabeya latini nivîsîne. Hin ji wan bi makîneya nivîsê, hinek jî bi xameyê hatine nivîsandin. Tev yan di defteran de yan jî li ser kaxezê A4 hatibûne nivîsandin. Kaxezên hinek ji pirtûkan jî pir qirêjî, zerkokî û qermiçokê bûbûn. Ji wê yekê diyar dibû ku ew saline dirêj di binê erdê de û di deverine bêkeys de veşartî mane. Piraniya pirtûkan helbest bûn û çend lib jî li ser babetên cuda bi pexşanî hatine nivîsandin. Lê belê yek tenê jî hehatiye çapkirin.

Ev pirtûka Mele Nûrî ya bi nave Hostanîbêja Zarhaweyên kurdî,[1][girêdan daimî miriye] berhema wî ya pêşî ye ku di 1996an de li Swêdê ji aliyê weşanxaneya PENCINARê [2] ve hatiye çapkirin. Lê min di 24ê hezîrana 1996`an de bi telefonê bohîzt ku dîwaneke Mele Nûrî jî hatiye çapkirin. Niha heşt pirtûkên wî yên ku mane jî, bi mirinê re rûqal bûne.

Ev pirtûk di rewşa îro de ji bo Rêzimana kurdî dewlemendiyeke bê biha ye û hêjayê nirxdariyeke mezin e. Herweha ji aliyê bêjeyan ve jî gencîneyeke wisan dewlemend e ku hempayên wê pir hindik têne dîtin.

Bêjeya “Hostanîbêj“ bi wateya axaftina bi hostatî, bi zanîn e ku tê de şaşî û çewtî çênabin. Bêjeya “zarhawe“ jî, bi wateya aweyên zar (axaftin) e ku berê bav û bapîrên Kurdan çewa diaxivîn û bi çi tewrî bijeyan wek hevok li pey hevûdu rêz dikirin.

Pirtûk li ser axaftina devoka kurmancî hatiye nivîsandin. Herweha awayên rêzimanî, bikaranîna bêjeyan di hevokan de û çewabûna bikaranîna demê diyar dike.

Ev berhem gelekî hêja û giranbiha ye. Di pêş de eger ew ji aliyê komikeke zanistî ve bête werbêjkirin, babet e ku di dibistan û xwendegehên kurdî de bibe pirtûka dersê.

Nivîskar alfabeya kurdî ya latênî ku ji vê pirtûka xwe re bi kar aniye, jimara tîpan gihandiye 34`an û ev hersê tîp li alfabeya ku niha Kurd bi kar tînin zêde kirine: h`, ‘e, ‘x.

Orîjinala pirtûkê ya destnivîs, 396 rûpelên deftereke mezin e. Min, bi destûra nivîskarî pirtûkê li gor alfabeya ku niha ji aliyê Kurdan ve tê bikaranîn nivîsiye.Mele Nûriyê Hesarî (Pirêşan) 1934 - 2011 Mele Nûriyê Hesarî (Pirêşan), ku navdarekî ziman û helbesta kurdî a klasîk bû di nav kurdên rojava de, ji nav me barkir . . Bi koçkirina wî re stêrek geş û bêdeng ji asmanê wêjeya kurdî rijiya . . Lê navê wî, bi bilndî di rêza helbestvanên kurdî de tê rojevê. Wî ji mîna cegerxwîn, Palo, Tîrêj, navê xwe bi berzebûn di qada rewşenbîriya kurdî de tomar kir .. Û bi xortî rêzgirtina xwe di nav gel de çesipand..

Fermo vê helbesta rehmetî li dor serboriya wî, evîna welat û hejariya wî bixwînin:

Evîna welat! Gelekî tu zorî

Ez nadim welat, bi çerxê jorî

Bavê min jêre dibêjin yûsiv

Navek şêrîne, wek dims û hingiv

Diya min bi min, gelkî biha ye

Navê wê xanim, kîza mela ye

Ez li hesarê, çêbûm ji dê re

Diya min zû çû, (Fermo) ji Xwedê re

Şehra me Mêrdîn, li Kurdistanê

Tirk li wan dikin îro fermanê

Jîna min çardeh, gîhame sûrî

Çi hat serê min, ji destê dûrî

Li min bû peyda, evîna welat

Zimanê min bû, xabûr û ferat

Min melatî kir, peyda li gunda

Bûme biyanî, ji rengê kunda


Ji berhemên wî biguhêre

  • - Şoreşa Barzanî: Helbest, 1995
  • - Axlîma: Pêlên Helbesta Kurdî, 1996
  • - Rêziman: Destnivîs
  • - Ferhenga Kurdî – Kurdî, Destnivîs
  • - Ferhenga Kurdî – Tirkî, Destnivîs
  • - Ferhenga Kurmancî- Zazî, Destnivîs
  • - Mewlida Pêxember, Destnivîs
  • - Vegerandina Zimanê Erebî Şarvîn, Destnivîs
  • - Koledar: Çîrokek Helbestî ye, Destnivîs
  • - Dû Mar: Çîrokek Helbestî ye, Destnivîs, Bi zimanê Erebî ye.
  • - 11 Dîwanên Helbestan, Destnivîs
  • - Bîranîn, ji jiyana wî, Destnivîs

Hêjaye gotinê ku mamoste Zeynelabidin Zinar jî pirtûkek wî li Swêd çap kiriye.

Her wiha wiha rehmetiyê Mele Nûrî hin xelat jî standine wek Xelata Festîvala Helbesta Kurdî, Xelatek ji Koma Narîn a folklorî.. Fermo van çend firdikan ji helbesteke rehmetî li dor mirinê bixwînin:

Çavkanî biguhêre