Perdeya Hesinî di dema Şerê Sar de metaforeke siyasî bû ji bo danasîna sînorê siyasî û paşê fizîkî. Bi vê gotinê Ewropa ji dawiya Şerê Cîhanê yê Duyem yê di sala 1945ê de heta dawiya Şerê Sar di sala 1991ê de wiha dihat cudakirin. Ev peyv sembola hewldanên Yekîtiya Sovyetê ye ji bo astengkirina têkîliyên xwe û yên dewletên satelît bi Ewropaya rojava, hevalbendên wê û dewletên bêalî re.

Perdeya Hesinî
  • Political border
  • catchphrase Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
48°52′33″Bk 15°52′25″Rh / 48.87583°Bk 15.87361°Rh / 48.87583; 15.87361
Dema avabûnê
  • 5 adar 1946 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Rojhilata perdeya hesinî ji welatên ku bi Yekîtiya Sovyetê ve girêdayî bûn an di bin bandora wan de bûn pêk dihat, li rojavaya perdeyê jî welatên endamên NATOyê, yên girêdayî DYAyê an jî yên bêalî hebûn. Li her aliyê perdeya hesinî tifaqên cuda yên aborî û leşkerî yên navneteweyî dihatin pêşxistin. Dûv re ev nav bû têgehek ji bo sînorên fizîkî yên têl, dîwar, zeviyên mayinkirî û bircên çavdêriyê, ku di nav wan de Dîwarê Berlînê mînaka herî girîng e.[1]

Welatên li rojhilata perdeya hesinî ev bûn: Polonya, Almanyaya Rojhilat, Çekoslovakya, Mecaristan, Romanya, Bulgaristan, Albanya, û Yekîtiya Sovyetê bûn (Almanyaya Rojhilat, Çekoslovakya û Yekîtiya Sovyetan ji wê demê ve êdî tune ne). Welatên ku di nav Yekîtiya Sovyetê de bûn ev bûn: Rûsya, Belarûs, Letonya, Ûkrayna, Estonya, Moldova, Ermenistan, Azerbaycan, Gurcistan, Ûzbêkistan, KSSS ya Qirgizistan, Tacîkistan, Lîtvanya, Tirkmenistan, û Qazaxistanê.

Bûyerên ku Perdeya Hesinî hilweşandin bi serhildana aştiyane ya li Polonyayê dest pê kirin[2], û li Mecaristan, Almanyaya Rojhilat, Bulgaristan û Çekoslovakyayê berdewam kirin. Romanya bû yekane dewleta sosyalîst li Ewropayê ku hikûmeta xwe bi şîdetê hilweşand.[3]

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ "Milestones in the History of U.S. Foreign Relations - Office of the Historian". web.archive.org. 8 çiriya pêşîn 2024. Roja gihiştinê 25 çiriya pêşîn 2024.
  2. ^ "The Times & The Sunday Times". www.thetimes.com (bi îngilîzî). 25 çiriya pêşîn 2024. Roja gihiştinê 25 çiriya pêşîn 2024.
  3. ^ "THE END OF THE CEAUŞESCU REGIME – A THEORETICAL CONVERGENCE" (PDF). umk.ro. {{cite web}}: di |sernav= de di cihê 48 de line feed character heye (alîkarî)CS1 maint: url-status (lînk)