Nesredîn Tûsî

Zanistvanê fars

Nesredîn Tûsî (bi farisî: نصیرالدین طوسی‎, Ebû Cefar Mihemed bin Muhemmed bin el-Hesen Nesredîn et-Tûsî, zayîn 1201 li Tûs, Xorasana Îranê, mirin 1274 li Bexdayê) teolog, matematîknas, stêrnas û fîlozofekî misilmanê faris yê di sedsala 13'an de jiya bû.

Nesredîn Tûsî
Nesredîn Tûsî
Navê rastî
نصیرالدین طوسی
Jidayikbûn1201
Xorasan
Mirin1274
Bexda, Îraq (73 Salî)
EsilFaris
Hevwelatî Îran
PîşeFelsefe, Matematîk, Olnasî û Stêrnasî
SerdemSerdema Zêrîn a Îslamê
XebatCota Tûsî
BandorbarÎbn Sîna, Fexredîn Razî
BandorkerÎbn Xeldûn, Qutbedîn Şîrazî û Fexredînê Exlatî, Îbn el-Şatir, Nicolaus Copernicus
biguhêreBelge

Ew tê fikirîn ko ew matematîknasê herî pêşin bû ko li sêgoşenasiyê wek beşeka ji matematîkê cuda nêzbûbû. Ew bi xebatê xweyê li ser aksiyoma xêzên paralêl jî dihat nas kirin.

Di sala 1259an de ew di rasatxaneyê li bajarê Meraxeyê li Azerbaycanê yê ji hêla hikûmdarê mongolî Hûlagû hatibû saz kirin de dest bi xebitîna xweyê ser stêrnasiyê dike. Ew li wir li ser ekînoksê dinê dixebite û nêzî rastiyê hesab dike.

Ew pirtûkakê bi sernavê Zîcî Îlxanî (Stêrkên Îlxan) bi zimanê farisî dinivîse. Ew di wê pirtûkê de şûnê stêrkan gorî xebatên xwe diyar dike. Stêrnasê navdar Nikolaus Kopernikus jî va pirtûkê wî wek çavkanî bikar tîne.

Ew bi berhema xweya bi navê Axlaqî Nasrî jî li ser beşa felsefeyê exlaqê, ango rewişt, yan jî etîkê dixebite. Ew bi pirtûka xweya bi navê Îlm el-Qelamê jî li ser teologiya şîîtiyê dişuxule.

Di dema dagira mongolanê ji hêla Hûlagû de ew li keleha Elemûtê li ba heşhaşiyan xwe vedişêre. Pê ko Hûlagû serweriyê heşhaşiyan li wir xelas dike û Tûsî jî dere Bexdayê û dewama xebatên xwe dike. Tûsî di sala 1274an de li nêzî Bexdayê jiyanê xwe ji dest dide.

Pirtûkeke Tûsî di sedsala 13'an de
Pelekî ji pirtûka Nesîredînê Tûsî tê de behsa Astrolabê dike.

Bîranîna wî biguhêre

Di astronomiyê de hin nav ji pê Tûsî bi navî wî hatine nav kirin. Kraterekê li ser rûyî hîvê, li başûrê dimê, pê wî re wek Nasîredîn hatiye nav kirin. Gerwêrkekê biçûkê di sala 1979an de ji hêla kozmontên rûsî hatibû keşf kirin jî bi navê wî hatiye nav kirin. Li Tehranê zanîngehekê bi navê wî heye. K.N. Toosi University of Technology.

Hin berhemên wî biguhêre

  • Tecrîd el-'eqayd (berhemeke li ser Kelamê).
  • Et-Tezkire fî îlm el-hey'e (Et-Tezkiret en-Nesîriye fî l-hey'e?) (berhemeke li ser stêrnasî ya ko pê re gelek şerh, ango şirove li ser hatibû nivisîn bû).
  • Exlaqî Nasrî (berhemeke fîlozofî ya li ser exlaqê).
  • Er-Risalet el-estrolabiye (lêkolîneke li ser stêrnasiyê astrolabê).
  • Zîcî Îlxanî (lêkolîneke li ser stêrnasiyê ko di 1272'an de temam kiribû).
  • Şerh el-Îşarat (şiroveke pirtûka Ibn Sîna ya "Îşarat").

Çavkanî biguhêre

  • Cyril Glassé (1991). The Concise Encyclopedia of Islam. HarperCollins, San Francisco. ISBN 0-905743-65-2 (sererastkirinên bikarhêner MikaelF).