Heşhaşî an jî heşhaşîtî (bi erebî: الحشاشون, al-hashashîn, pirjimer: al-hashâshiyûn an الاسماعيليون, îsmaliyûn) terîqeteke şiî ya îsmaîlî ya ku ji aliyê Hesenê Sebah hat avakirin. Dibêjin ku, navê wan ji wateya xaşxaş, haşhaş, ango xaşxaşk de hat afirandin û wan di navbera 1080 û 1270an de bi hinekên navdar ve gelek kes kuştî bûn. Ew wateya haşhaşîn ji pê re bi destên xaçperestan û Marco Polo (di sala 1271ê de) li Ewropayê jî hat bihîstin û bi cudayiyên biçûk re wek assassin (anku, mêrkuj) derbasî zimanên Ewropayê bû.

Keleha tevgera heşhaşî ya Hesenê Sebah a Elemûtê (li Îranê). Di sala 1256an de ji aliyê leşkerê mongolan ve hate talankirin.
Keleha îsmaîlî ya Mesyafê (li Sûriyê) di dawiyê de ji layê mongolan ve jî hate talankirin (1260).

Gorî gotinên wê demê Hesenê Sebah fedayiyên xwe li ber mêrkujiyan bi xaşxaşk serxweş dikirin û dû re dişandin mêrkujiyan. Ji bo wan gotinan ew di nava gelê Sûrî û Misirê de wek heşhaşî dihatin binavkirin û ji pê re jî ev nav ji wan re ma.

Îsmaîlî zavekî şiî di 770an de hatibû avakirin û heşhaşîtî terîqeteke îsmaîlî bû. Heşhaşî bi Hesenê Sebah ve tev li kela Elemûtê bi cih bûbûn û li wir di bin destên Sebah de fêrên leşkerî û olî didîn. Fedayiyên heşhaşî bi gelemperî ji pê mêrkujiyê re dihatin kuştin. Lê ji bo wan ew bedkujiyan wek tevgereke pîroz didîn li wê re xwe feda dikirin. Armanca wan, bi gelemperî, kargerî destxisitina şiayan bû û ji bo vê yên qetl dikirin jî bi giştî karbidestên sunî bûn. Wan wezîrê selcûqî Nizam el-Mulk kuşt û çend caran hewl da bedkujî ji Selahedînê Eyûbî re jî bikin, lê ew ji mêrkujiyên wan filitî bû.

Li dema Reşîd ed-Dîn heşhaşiyan di navbera 1150an û 1193an de li Mesyafê (Sûrî) mêrkujiyên mezin kirin.

Navdartirîn mêrkujiya wan a herî pêşîn di 1092an de ya Nizam el-Mulk bû. Di 1122an de wezîrê fatimîel-Efzel; di 1124an de jî qadiyê Bexdayê Ebû Seîd el-Herewî kuştin. Wan di wê demê de hin xaçperestan li xakên pîroz jî kuştî bûn. Di 1152an de Raymond II kargera Trablûs; di 1192an de Konradê Montferrat (Conrad del Montferrat); di 1242an de wan lawekî Cengîz Xan jî kuştin.

Ji ber talankirina mongolan a sala 1256an a kela Elemûtê bizava heşhaşî ji hêz ket û belaw bû. Ji pê siltanê Baybarsê Memlûk ew bin dest kirin re jî heşhaşîtî êdî bi tunî di dîrokê de hat paqijkirin.

Çavkanî

biguhêre