Navê Cengîz Xan bi mongolî
Cengîz Xan

Çengîz Xan (bi mongolî: Чингис Хаан, yanî Cinggis qagan.svg; yê rast Temûçîn, Тэмүүжин, yanê hesinkar), (* 1155, 1162 an 1167; † 18'ê gelawêjê 1227) yek ji serdarên navdar ê Mongolan e.

Çengîz Xan bi barbariya xwe tê naskirin. Yek ji barbarên herî mezin ê dîroka mirovahiyê ye. Di çanda kurdî de jî barbariya Çengîz Xan, Tîmûrleng, Atîlla, hwd cihekê girîng digirin.

Tê gotin ku ji qebîleya Kiyatê ye û bavê wî navê Temûçîn lê kiriye û dema ku hatiye dinê di çengê wî de xwîn hebûye û ji bo wê gotin ku ew dê bibe şervanekê mezin.

Çengîz Xan ji aliyê bavê xwe ve xizmê Kabûl Xan, Ambagaî û Kûtûla Xan e. Dewleta Mongolan bindestê Xanedana Jin de bû û dema ku ji aliyê wan ve hate hilweşandin, bavê wî Yeşugey, bû serekê qebîleyên Mongolan.

Bi navê Hazar Kasar, kaçîûn û Temuge ve 3 birayên wî, bi navê Temûlîn ve xwişkeka wî û bi navê Bekter, belgutey ve 2 biramarîyên wî hebûn.

Jina wî ya yekem Borte ye. Borte, dema ku nû mêr kiribû ji aliyê qebîleya Merkîtan ve hatibû revandin lê paşê ji aliyê Temûçîn ve dîsa hate rizgarkirin. Borteyê 4 zarok anîne dinê. Navê wan; Cûcî, Çaxatay, Ogedey, Tolûy e. Xêncî van a gelek jin û zarokên wî hebûne û hejmara keçên wî jî nayê zanîn.

Zarokatiya Temûçîn gelek dijwar derbas bûye. Hê di 9 salîya wî de bavê wî ji aliyê teteran ve hatiye jehrandin û di 9 salîya xwe de bûye serekê qebîleyê. Lê qebîleya wî ji bo ku serokatiya zarokekî qebûl nekin ew terk kirin. Di nêçîrê de biramariyê xwe yê bi navê bekter kuşt û bû sermiyanê malê.

Di sala 1190ê de Konfederasyona Mongolan bi yek kir û ji bo hakimiyeta xwe bi navê Yasa qanûnek da nivîsandin. Paşê şerekî de Tûxrûl Xan û destbirakê xwe Camûka têk bir û hemû konfederasyonên Mongolîstanê yek kir. Li pey wê re komcivîn dîsa kombû û navê Cengîz Xan dan wî.

Di sala 1215an de Çîn kir bin destê xwe, di sala 1220an de Dewleta Xwarezmşahan hilweşand û sînorên xwe li Deryaya Japanê heta Deryaya Qezwînê berfirehkir.

Di sala 1227an de di rêya sefera Çînê de jiyana xwe ji dest da. Li gorî kevneşopên Mongolan cihê gora wî hatiye weşartin û nayê zanîn.

Di çanda devkî ya Kurdî de Cengîz XanBiguherîne

  • Ji Çengîz Xan pirsîne şerefa herî mezin çiye? Gotiye bidestxistina keçên dijmin, dîtina girînên dayikên wan e.
  • Cihê ku Çengîz lê derbas dibû ûrtê kûçikan diqeliyan (Mongolan goştên kûçikan dixwarin).
  • Heger Çengîz Xan ne ehrîman (şeytan) be, wê gavê Xwedê pêdivî bi şeytên nîne.
  • Çengîz (bo paşayên Osmanî jî tê gotin) diqehirî ka çima bavê wî zû miriye û Çengîz ew bi destê xwe nekuştiye.
  • Çengîz (bo Tîmûrleng û paşayên Osmanî jî tê gotin) zebeş bi mirovan dida xwarin û digot hêjîr birrîn.
  • Kê ji meytên mirovan Masîs (Sîpanê Xelatê) çêdikir? Çavbeqan (bo Tirk-Mongolan).