Kronolojiya dîroka Kurdistanê

 Gotara bingehîn: Dîroka Kurdistanê

Ew Gotar Kronolojiyê Kurdistanê ye.

Kronolojiyeke biçûk yê Kurdistanê biguhêre

1514-1900 biguhêre

1900-1922 biguhêre

1923-1974 biguhêre

  • 1923, 24'ê tîrmehê - Peymana Lozanê; çar parçe bûna Kurdistanê.
  • 1925 ,14'ê Sibat/31'ê Gulan - Serhildana mezin ya Kurda: Tevgera Şêx Seîdê Pîran.
  • 1925, 16'ê Aralik - Serhildana Başûrê Kurdistanê li hember rêveberiya Ingilîzan
  • 1925, 4'ê Eylül - Şêx Seîdê Pîran û 52 hevalên wî hatne bi darve kirin.
  • 1926, 16'ê gulanê/17'ê Hezîran - Serhildana Agirî û komkujiya yekem ya Agiriyê
  • 1927, 26'ê gulanê/25'ê gelawêjê - Serhildana Mutkî yê.
  • 1927, 8/20 Êlûn - Komkujiya duyem ya Agirî yê.
  • 1927, gelawêj - Komîteya Netewî ya Kurd Xoybûn saz bû.
  • 1929, 22 gulanê/3'ê gelawêjê - Serhildana Zîlan.
  • 1929 ,14/17'ê Êlûn - Komkujiya Tendûrek ê.
  • 1930, 7/14'ê Êlûn - Sêyemîn Komkujiya Agiriyê.
  • 1930, 21 ê Tirmehê - Serhildana Oremar.
  • 1931, Cotmeh 1930/Gulan - Balafirên Ingilîzan Berxwedana Berzencî şikandin.
  • 1932, 5'ê gulanê - Qanûna sûrgunê "Mecburi Iskân".
  • 1935, Çile Pêşî - Jibo Kurdên Dêrsimê "Qanûna Tûncelî" hate derxistin.
  • 1937, 5'ê Îlon - Serokê Serhildana dersimê Seyîd Riza hate girtin
  • 1938, 21'ê adarê 1937/16 Êlûn - Berxwedana Dersimê û jenosid (qirkirin).
  • 1945, gelawêj - Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê (Î-KDP) saz bû.
  • 1946, 13'ê Çileya Pêşîn - Komara Kurdistan li Mahabad hate damezrandin.
  • 1946, 16'ê gelawêjê - Partiya Demokrat ya Kurdistana Îraqê- I-KDP hate damzrandin.
  • 1947, 17'ê Çileya Pêşîn Komara Kurdistan a Mahabadê ji aliyê rejîma Îranê ve hate rûxandin.
  • 1947, 22'ê Sibat - "Meşa Dirêj" ya Kurdan di bin serokatiya Mele Mistefa Barzanî de.
  • 1958, 14'ê Hezîran/27 Tîrmeh - Key Faysal ji text ket û Îraq weke " Komara hevbeş ya Kurd û Ereban" hate bi nav kirin.
  • 1958, 7'ê Cotmehê - Mele Mistefa Barzanî kû li Sowyetê li sûrgunê bû vegeriya Îraq ê.
  • 1961, 11'ê Êlûn - Li Kurdistana Başûr şerê çekdarî li hember rejîma Îraqê dest pê kir.
  • 1962, 5'ê Cotmeh - Di hijmartinên nifûsê kû li Sûriyê pêk hatin de, 120 hezar Kurd weke "xerîb" hatne bi nav kirin û hemî mafên wan yê hevwelatî ji dest hate girtin.
  • 1963, 8'ê Sibat - Li Îraq ê derba leşkerî.
  • 1968, 17'ê Tîrmeh - Li Îraqê darbeya BAAS; Cûnta Tekrîtî.
  • 1969, Gulan - Yekîtiyên Xwendekarên Şoreshger yên Rojhelat DDKO hate damzrandin.
  • 1970, 11'ê adarê - Tevgera Kurdistana Başûr xweseriya xwe bi rêveberiya Îraqê da pejirandin.
  • 1974, 11'ê adarê - Jiber ku rejîma Îraqê li gor peymana otonomiya Kurdan tev ne geriha şer û pevçûnên dijwar di navbera Kurd û hêzên dewletê de dest pê kirin.

1975-1979 biguhêre

1980-1989 biguhêre

1990-1999 biguhêre

  • 1990, 13/30'ê adarê - Di serî de li Cizîr û Nisêbînê, li Bakurê Kurdistanê serhildanan dest pê kir.
  • 1991, 12'ê Nisan - Li Îraqê li bakurê paralêla 36 an xeta parastina Kurdan, "Provide Comfort" hate îlan kirin.
  • 1991, 5'ê adarê - Serhildana Başûrê Kurdistan ê.
  • 1991, 7/10'ê Tîrmeh - Kuştina Wedat Aydin di êşkencê de û serhildana Amed ê.
  • 1991, 1'ê Nisan - Trajediya koçberî û penaberiyê; ji ber êrîşên hewayî yên rejîma BAAS piştî serhildana Kurdan ya Adar ê, bi sedhezaran Kurd ji ber tirsa gazên kîmyewî cih û warên xwe berdan û ber bi sînorên Îran û Tirkiyê ve çûn.
  • 1991, 12'ê Tîrmeh - Ji bo çavdêriya "Herêma Parastî" li Îraqê, ji gellek netewan "Hêza Çakûç" hate damezrandin.
  • 1992, 19'ê Gulan - Hilbijartinên Parlametoya Başûrê Kurdistanê.
  • 1992, 27'ê Eylül - Sekreteri IKDP Dr. Sadik Şerefkendî û 2 endamên komîteya navendî yên partiyê li Berlîn ê ji aliyê ajanên Îranî ve hatne şehîd kirin.
  • 1992, 4'ê Cotmeh - Li Kurdistana Başûr şer di navbera PDK, YNK û PKK de.
  • 1992, 4'ê Cotmeh - Palementoya Netewî ya Kurdistana Başûr, Dewleta Kurd ya Federe îlan kir.
  • 1993, 16'ê Adar - "Agirbest" a yek alî ji alî PKK ê ve û Protokolên şamê.
  • 1993, 5'ê adarê - Parlamenterên Kurd yên DEP î, bi darbeyekê hatne girtin.
  • 1993, 2'ê tîrmehê - Li Sêwas ê 36 rewşenbîr bi rengê şewitandinê hatne qetil kirin.
  • 1994, 1'ê gulanê - şer di navbera PDK û YNK ê de.
  • 1995, 20'ê adarê - Dewleta Tirk bi 35 hezar leşkerî ve kete Kurdistana Başûr.
  • 1995, 30'ê adarê - MED-TV dest bi weşana xwe ya satelîtî kir.
  • 1996, Êlûn - Şerê di navbera PDK û YNK ê de dijwartir bûn û li Kurdistana Başûr rêveberiya du herêmî dest pê kir.
  • 1996, Hezîran - Kongreya HADEP ê û di êrîşeke ser Partiyê de girtina rêvebirên wê.
  • 1998, 9'ê Cotmeh - Piştî tehdîtên Tirkiyê yên li ser Sûriyê, Serokê PKK ê Abdullah Öcalan ji Şamê derket.
  • 1998, 12'ê Mijdar - Hatina Serokê PKK ê Abdullah Öcalan ya Italya yê û meşa Kurdan ya ber bi Romayê ve.
  • 1998, 17'ê Êlûn - Peymana Washington kû bi hewldanên Amerîka di navbera Barzani ve Talabani de pêk hat.
  • 1999, 15'ê Sibat - Serokê PKK ê Abdullah Öcalan radestî (teslîmî) Tirkiyê kirin.
  • 1999, Hezîran - Kongra Netewî ya Kurdistan KNK hate damezrandin.
  • 1999, Tîrmeh - Biryara PKK ê ya agirbesta yek alî û dem ne diyar.

Ji 2000 şûnda biguhêre

  • 2000, 21'ê adarê - Li Amedê 300.000 kes Newroz pîroz kir.
  • 2000, Êlûn - Festîvala Demokrasî, Aştî û Azadiyê ya Kurdistan ya 8 an, bi beşdariya 150.000 kesî li bajarê Koln li Elmanya li dar ket.
  • 2001, Nisan - PKK ê li hemî cîhanê kampanya "Ez PKK yî me" da dest pê kirin.
  • 2001, Gulan - KON-KURD ê li Ewropa kampanya "NASNAMA MIN RÛMETA MIN E" da dest pê kirin.
  • 2001, 1'ê Êlûn - Festîvala Demokrasî, Aştî û Azadiyê ya Kurdistan ya 9 an bi şîara "NASNAMA MIN RÛMETA MIN E" hate pîroz kirin.
  • 2003 Sermawez - KADEK hat fesih kirin, Kongra-Gel hat damezrandin.

Kronolojîya dîroka modern ya Kurdistanê biguhêre

  Gotara bingehîn: Kronolojiya Dîroka Kurdistanê
  • Li 22 nîsana 1898ê ji aliyê Mîqdad Mîdhed Bedirxan rojnameya Kurdistan (rojname) hate weşandin. Heta 1902yê vê rojnameyê jiyana xwe berdewam kir.
  • Tîrmeha 1908ê de li Stenbolê şoreşa Jon-Tirkan (Îtihad û Teraqî) çêbû. Gelek rewşnbîrên kurd jî di nav jon-tirkan de bûn. Li dîjî vê şoreşê, dij-şoreş pêkhat. Di encamê de Jon-tirkan hemî kurd û kesên din yên li nav Îtîhad û Terakîyê de tasfîye kirin. Polîtîkayên tirkkirinê destpê kirin.
  • Piştî şoreşa jon tirkan, cemîyeteke bi navê Cemiyeta Teawun û Tereqiya Kurd hate ava kirin. Her wisa wek Cemîyeta Neteweyî ya Kurdan jî tê nasîn. Avakerên vê cemîyetê Emîn Alî Bedirxan, Mihemed Şerîf Paşa, Seyîd Ebdulqadir û Zilkûf Paşayê Zava bûn. Di eynî salê de Jon tirkan rê li ber van cemîyetan girt û cezaya mirina da van kesan. Di encamê de Emîn Alî Bedîrxan û Mihemed Şerîf Paşa revîn çûn Ewropayê. Li sala 1909ê de jî cemîyet hate girtin Kurê Emîn Alî Bedîrxan, Sureya Bedirxan vedigere welat û rojnameya Kurdistanê derdixe. Bila bi rojnameya Mixdad Bedîrxan ya li Misirê derxistî neyê tevlîhev kirin.
  • Piştî şoreşê her wisa li sala 1908 cemîyeta Cemîyeta Neşrî Meerîf ya Kurd hatibû vekirin. Ew jî li sala 1909ê hate girtin ji aliyê Jon tirkan ve.
  • Li sala 1908ê piştî şoreşê ji aliyê Ebdulrehman Bedirxan ve dibistaneke kurdî hate vekirin ku kurdên Stenbolê li vir fêrî xwendinê bikin. Ev dibistan jî li sala 1909ê ji aliyê Jon-Tirkan ve hate girtin.
  • Li sala 1910ê de ji aliyê xwendekarên kurd rêxistina Hêvî (rêxistin) hate ava kirin. Avakerên vê rêxistinê; Fûad Temo, Xelîl Koyaliyê Mutkiyê, Emer û Qedrî ji malbata Cemîlpaşazadeyan, Zekî Begê Diyarbekirî. Heta kemalîstan Stenbol standî jî dewam kir. Yanî heta sala 1923yê. Her wisa bi navê Rojî Kurd (kovar) kovarek derxist.
  • Sureya Bedirxan piştî Agirbesta Mondrosê li Misirê komîteyek bi navê Komîteya Serxwebûna Kurdistanê ava kir.
  • Pişti agirbesta Mondrosê li Stenbolê jî Cemiyeta Tealiya Kurd hate ava kirin. Di vê cemîyetê de gelek rewşenbîr û zanayên kurd hebûn.
  • Li sala 1908ê de li Silêmanî Şêx Seîdê Berxencî li dijî Jontirkan serhildanek da destpê kirin. Heta şerê cîhanê yê yekem dewam kir.
  • Li sala 1909ê de serokeşîrê Eşîrên Millî her wisa serleşkerê Lîwaya Hemîdiye, Îbrahîm Paşayê Mîllî li ser navê Siltanê Osmanî ku Jontirkan ji text anîbû xwar, dest danî ser Şamê lê zêde dewam nekir. Paşî vegerî Wêranşar. Eşîra Şemmar bi alikariya Jontirkan li gel hêzên Îbrahîm Paşa şer kir û di şer de mirî.
  • Li herêma Barzan, bi rêberiya Şêx Ebdulselamê Berzanî serhildan hate destpêkirin. Di encamê de hêzên barzanî têkçûn û şêx revî nav çiyayên Hekarîyê li herêma Tîyarîyê. Hêjayî gotinê ye ku li herêma Tiyarê bêhtir Nestûrî dijiyan. Têkiliyên Barzanyan û Nestûriyan baş bûn. Paşî vegerî Barzan û bi hikûmeta Osmanî re têkiliyên baş danî. Lêbelê Osmanî, ji fealiyetên Şêx Ebdulselam her ditirsî. Li sala 1914ê Şêx Ebdulselam Barzanî diçe ber bi herêma Şikakan ku li gel Simkoyê Şikak hevdîtinan bike lê rêya wî tê girtin û ji aliyê hindek kesên Şikakî ve tê girtin û teslîmî Osmaniyan dikin. Li Mûsilê tê darve kirin[1].
  • Li sala 1913ê li Bedlîsê ji aliyê zanayên dîndarên herêmê serhildanek hate destpê kirin. Di encamê de Şêx Salîm revî konsolxaneya Rûsan lê tirkan ew girt û darve kir.
  • Di gelawêja 1920ê de hevpeymana Sevrê hate destnîşan kirin. Di vê peymanê de biryar hate dayîn ku Kurdistana serbixwe were ava kirin.
  • Li sala 1927ê de Xoybûn hate damezrandin. Xebatên Xoybûnê heta şerê cîhanî yê duyem destpê kir. Di serhildana Agiriyê de jî rolek mezin lîst
  • Li sal 1930ê de bi rêberiya Elî İhsan Paşa li çiyayê Agiriyê dewleta Kurdistanê tê ava kirin.
  • Li sala 1937ê de li Dêrsimê bi rêberiya Seyîd Riza serhildan dijî dewleta tirkan hate destpê kirin.
  • Li sala 1943yê de li Qelqela Wanê 33 kurdên bêçek ji aliyê dewleta tirk ve hatin gule kirin. Hemû kuştin.

Binêre biguhêre

Girêdanên derve biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Kürt Miliyetçiliğinin Kökeni, Tarihi ve Gelişimi, Wadie Jwaideh, r:228