Şêx Ebdulselamê Barzanî

Serhildêrên kurd
(Ji Şêx Ebdulselamê Berzanî hat beralîkirin)

Şêx Ebdulselam, ji malbata şêxên Barzan e. Di kîjan berwarê de ji diya xwe bûye nediyar e. Şêx Ebdulselam, di serhildana yekem ya Barzaniyan ku di sala 1908'ê de pêk hat, serokatî kir. Şêx gelek caran zora hêzê Osmaniyan bir. Dewletê, încax, bi arîkariya brîtanî, tevgera şêx rawestandin û ew hêsîr girtin. [1].

Şêx Ebdulselamê Barzanî
Jidayikbûn1887 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin14 kanûna pêşîn 1914 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mûsil Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîÎmperatoriya Osmanî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Kurê mezin ê Şêx Muhemmed e. Li Barzanê hatiye dinyayê. Ji ber ku bavê wî ji aliyê dewleta Osmanî ve hatiye sirgûnkirinê Bidlîsê piraniya zaroktiya xwe li Bidlîsê derbas kiriye. Dûre tevê malbata xwe vegeriyaye Barzanê. Piştî wefata bavê xwe serokatiya eşîra Barzan kiriye. Eşîra Barzan di bin serokatiya wî de pêşketineke daye nîşan. Hemî aliyên eşîrê bi hev re girê daye û wan kiriye yek.

Dema serokatiya xwe ya kin de bi gelek eşîrên Kurdan re têkiliyên xurt daniye. Li rêya xelaskirina welatê Kurdan û axa wan ji bin zilmê û dagirkeriyê derxîne geriyaye.

Bi rêxistinên wekî Cemiyeta Kurd Tealî û Terakî, Hêvî û Cemiyeta Serkeftina Kurdistanê têkiliyan daniye. Li gel Şêx Mehmûdê Berzencî, Şêx Ebdilqadirê Nehrî, Îsmaîl Axa Şikak li ser mesela Kurdan hevdîtin pêk aniye.

Di bihara sala 1907'an de tevî serokên eşîrên Kurdan telgirafeke ku daxwazên Kurdan tê de hatiye nivîsandin ji desthilatdariya Bab-î Alî Osmanî re şandine. Di vê telgirafê de daxwazên wekî:

  • Dîvê zimanê kurdî bibe zimanê fermî
  • Bi kurdî perwerdehî bibe
  • Karmendên li Kurdistanê divê bi kurdî bizanibin.
  • Dadgeh li gorî şerîetê biryaran bidin.
  • Bacên ku ji herêmê têne stendin divê li herêmê bête xerckirin hebûn.

Şêx Ebdulselam, li Mûsilê ji alî dewleta Osmanî ve di sala 1915ê de, hate dardekirin. Hêjayî gotinê ye ku wî wextî parêzgarê Mûsilê Suleyman Nazif bû, bixwe jî kurd bû. Lê demildest darvekirina Şêx Ebdulselam bicih anî.

Şecereya Barzaniyan biguhêre

  Gotara bingehîn: Malbata Barzaniyan
Şêx Mihemed Barzanî
Şêx Ebdulselamê Barzanî (1887-1914)Şêx Ehmedê Barzanî (1896-1969)Mistefa Barzanî (1903-1979)Şêx Osman Barzanî
Ubeydelah Barzanî (1927/33-1980)Idrîs Barzanî (1944-1987)Mesûd Barzanî (1946-)Sabir BarzanîEyub BarzanîLûqman BarzanîSîdad BarzanîNîhad BarzanîDilşad BarzanîSîhad BarzanîWeceh BarzanîCahîda BarzanîEdhem Barzanî (1962-)
Nêçîrvan Barzanî (1966-)Dilovan BarzanîBariz
Barzanî
Ebas BarzanîYusif BarzanîRewan BarzanîMesrûr Barzanî (1969-)Nebîla BarzanîMensûr Barzanî?????Sîrwan Barzanî

Çavkanî biguhêre