Serhildana Şêx Ebdulselamê Barzanî

 Gotara bingehîn: Dîroka Kurdistanê

Serhildana Barzaniyan ya yekem li devera Barzan li dijî Osmaniyan destpê kir. Serokatî û rêbertiya vê nerazîbûna kurdan Şêx Ebdulselamê Barzanî. Bi vê serhildanê malbata Barzaniyan di dîroka siyasî ya kurdan de cihê xwe ava kir.

Di sala 1908ê de jî bi dûçûna artêşa tirkan rûsan Şêx Ebdulselamê Berzanî vexwend Tiflîsê û alikariya xwarin û ya pare da Şêx Ebdulselamê Berzanî di dema serhildanê de[1].

Li herêma Barzan, bi rêberiya Şêx Ebdulselamê Berzanî serhildan hate destpêkirin. Di encamê de hêzên barzanî têkçûn û şêx revî nav çiyayên Hekarîyê li herêma Tîyarîyê. Hêjayî gotinê ye ku li herêma Tîyarê bêhtir Nestûrî dijiyan. Têkiliyên Barzanyan û Nestûriyan baş bûn. Paşî vegerî Barzan û bi hikûmeta Osmanî re têkiliyên baş danî. Lêbelê Osmanî, ji fealiyetên Şêx Ebdulselam her ditirsî. Li sala 1914ê Şêx Ebdulselam Barzanî diçe ber bi herêma Şikakan ku li gel Simkoyê Şikak hevdîtinan bike. Li gundê Gengeçînê dibe mêvanê Sofî Ebdula Axa. Lê Sofî Ebdula xiyanetê li Şêx Ebdulselam dike û wî digire bi çar zêrevanên wî ve. Paşî teslîmî Osmaniyan dikin. Li Mûsilê tê darve kirin[2] [3]

Şêx Ebdulselam, li Mûsilê ji alî dewleta Osmanî ve di kanûna paşîn a sala 1915ê de hate darvekirin. Hêjayî gotinê ye ku wî wextî parêzgarê Mûsilê Suleyman Nazif bû, bixwe jî kurd bû. Lê demildest darvekirina Şêx Ebdulselam bicih anî.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Arşîva ATASE, Klasor:1488, Dosya:32, Fh:3/15
  2. ^ Kürt Miliyetçiliğinin Kökeni, Tarihi ve Gelişimi, Wadie Jwaideh, r:228
  3. ^ Tarih Boyunca Kürtlerde Dîplomasî, Faik Bulut, Evrensel Basım Yayın, 2015,r:149