Şêx Ubeydullahê Nehrî
alim û serhildêrên kurd
(Ji Şêx Ubeydûllahê Nehrî hat beralîkirin)
Şêx Ubeydullahê Nehrî[1][2] (z. 1826 Şemzînan - m. 1883 Erebîstana Siûdî) Navê bavê wî Şêx Taha ye. Tehsîlek baş dît. Piştî wefata bavê xwe, wî terîqet meşand. Şêx, armanca avakirina "Kurdistanekî serbixwe" dimeşand.[3] Bavê Seyîd Ebdulqadir e.
Şêx Ubeydullahê Nehrî | |
---|---|
Navê rastî |
Şêx Ubeydullah |
Jidayikbûn |
Ubeydullah 1826 Şemzînan |
Mirin | Surgunê li Hîcazê, Mekeyê |
Pîşe | Alim, Şoreşker û Siyasetmedar |
Rêxistin | Serhildana Şêx Ubeydullahê Nehrî |
Zarok | Seyîd Ebdulqadir |
Dê û bav |
|
biguherîne![]() |
Gava ku di sala 1880 de li Şemdînan Serhildana Şêx Ubeydullahê Nehrî çêbû, Şêx Ubeydela serokê wê bû. Şêx, doza rojhilata welêt dikir. Bi vê armancê, gelek caran êrîşî dewleta Îranê kir û gelek caran jî bi ser ket. Paşiyê Dewleta Osmanî jî, ji xurtbûna Şêx Ubêydullah tirsiya û bi Îranê re tifaq danî. Li hember êrîşên herdu dewletan, Şêx Ubeydullah bi serneket. Osmaniyan, Şêx sirgûn kirin. şêx li sirgûnê çû ser dilovaniya xwe.
ÇavkanîBiguherîne
- ↑ https://kitabakurdi.com//butun-kitaplar/nubihar/prd-serhildana
- ↑ Abdulkadir Menek, Kürt Meselesi ve Said Nursi
- ↑ Helim Yusiv, Rahmi Batur, Dişsiz Korku,