Serhildana Şêx Ubeydullahê Nehrî

Serhildanekî kurdan

Serhildana Şêx Ubeydullahê Nehrî[1] li sala 1880ê de bi rêberiya Şêx Ubeydullahê Nehrî hatiye dest pê kirin. Gundê Nehrî dikeve başûrê Şemzînanê ku 16 km yan jê dûr e. Ev gund piştî salên 1850ê bû navenda terîqeta neqşîbendî. Malbata Şêx Ubeydela ji layê dînî ve rêberiya gelê herêmê dikir. Li sala 1820ê Mewlana Xalidê Kurdî şêxê Nehriyê wek xelifeyê ye tayîn kir. Piştî vê rûdanê gundê Nehrî bû yek ji navendên girîngtirîn ya terîqeta Neqşîbendî li Kurdistanê. Gelek ekolên Kurdistanê wek Şêxên Menzîlê, Şêxên Norşînê îcazetên xwe ji şêxên Nehrî wergirtî ne.

Nexşeya Desthilata Şêx Ubeydelayê Nehrî li derûdora 1880

Danasîna wî

biguhêre
  Gotara bingehîn: Şêx Ubeydullahê Nehrî

Şêx Ubeydullah ji malbateke wiha tê ku tesîra wê malbatê li hemû Kurdistanê heye. Kurê Seyîd Tahayê Nehrî ye. Şêx Ubeydullah li sala 1877ê di şerê osmaniyan û rûsî de diçe cebheyê. Ji aliyê Osmaniyan wek serleşkerê hemû hêzên eşîrên kurdan tê tayîn kirin.[2] Di vî şerî de jî nasandineke mezin li ser xelkê Kurdistanê hêlaye. Piştî şer, Şêx Ubeydela vedigere Nehriyê. Li vê derê dest bi weezan dike. Zanînê li xelkê vir û yê derûdorê belav dike. Bi dûçûna Lord Curzon (en) di van civînan de 500 heta 1000 kesan beşdar dibûn[3].

Bi dûçûna Dr. Cochran ku wî wextî navenda Kurdistanê wek mîsyonerekî dixebitî, dibêje ku Şêx Ubeydela wêjeya erebî û farisî baş dizanî, her wisa folklora kurdî jî baş dizanî[4].

Sedem û armancên tevgera Şêx Ubeydela

biguhêre
  Gotara bingehîn: Dîroka Kurdistanê
 
Wêneyekî dîrokî yê Qesra Kelatê li gundê Nehriyê (Qesra Seyîd Mihemed Sedîq) (1880)

Piştî şerê di navbera Osmaniyan û Rûsan xelas bû, herdu aliyan hevpeymana Berlînê destnîşan kir. Bi dûçûna vê hevpeymanê Osmanî mecbûr dimîne ku ewlehiya gelê Ermenan biparêze. Di nav kurdan de jî gotegotên ku ermen dê li Kurdistanê dewletekê avabikin belav bû.Tirs kete dilê kurdan. Her wisa dewleta Osmanî û Qacariyan ber bi zeîfbûnê ve diçûn.

Di axiftina Şêx Ubeydela li gel karmendekê tirk wiha dibêje;

Bi dûçûna nivîskar Salih Mihemed Emîn armanca Şêx Ubeydela ev bûn:

  1. Hemî kurd bêyî guhdana cihêtiyên aîle, eşîret, navçe, lehçeyên ziman... li ser bingehê peywendiyên netewî berhev bike û di nav du dewletên îslamî de damezrîne
  2. Dijminên kurdan: Împeratoriyên Osmanî û Qacar in, divê ji Kurdistanê werin derxin
  3. Her du beşên Kurdistanê ên li Îranê û Osmanî, ji bin destê Bab-i Alî û Qacaran derxistin û damezrandina yekbûna wan
  4. Ewlekariya can û malê xelkê, bazirganî, xwendin, pîşesazî, şaristaniyetê .. di Kurdistanê de temîn kirin
  5. Hevkariya dostane bi gelên mesîhî: ermenî û asûrî, hevniştimanên kurd li ser bingehê lêborîna dînî û rêzgirtina li hevûdu damezrandin
  6. Qebulkirina siyasî û qanûnî ya dewletên mezin ên ewropayî bi dest bixe[5]

Jixwe bi dûçûna raportên dîplomatên rûsan, Şêx Ubeydela di tîrmeh û tebaxa sala 1880ê de çendîn civînên mezin bi kesên navdarên ên herêmê re dikir. Di wan civînan de 200 kesên ji mezinên kurdan, serokeşîr, axa, mela li baregeha xwe ya li Nehriyê civandi bûn. Şêx di vê civînê de axiftineke girîng dike ku armanca xwe jî aşkera dike:

Her wiha piştî şerê Osmaniyan û Rûsan, xelayeke mezin li Kurdistanê peyda bû. Bi dûçûna hinek çavkaniyan 10 hezar kes li herêma Hekarî jiyana xwe ji dest dan. Rojnameya ermenî Mîşak wiha dibêje;

Şêx Ubeydela wek di axiftina xwe jî de dibêje; serhildana wî ne serhildaneke ketûber nîne. Li ser her xalên serhildanê fikiriye. Bo mînak her tiştê hikûmeta Qacariyan zaniye, xalên Qacariyan yên zeîf zaniye û bi van dûçûnan plana xwe daniye. Her wek di wî wextî Qacarî di nav şer de bûn, her wisa jî di nav rêvebirên Qacariyan de jî nakokî hebûn. Piştî mirina Mihemed Şah Qacar, di nav kurên wî de şerê desthilatiyê dest pê kir. Pêvçûna mezin di navbera Nasredîn Şah û Ebbas Mîrza de bû. Di encamê de Nasireddîn Şah bû Şahê nû lê ji Ebbas Mîrza ditirsiya ku Ebbas xerabiyekê lê bike. Şêx Ubeydela jî ev hevrikiya wan dizanî, ji ber vê jî bi du qasidan nameyek ji Ebbas Mîrza şand ku Ebbas Mîrza alikariya wî bike û di dawiyê de wê Şêx alikariya Ebbas bike ku bibe Şahê Îranê lê Ebbas Mîrza ji bo ku xwe li dijî Nasireddîn Şah pak bide nîşan, ev her du qasidên Şêx teslîmî Şah kirin û bi vî awayî jî ev teklîfa Şêx red kir.[7]

Konsolosê Brîtanyayê yê Tebrîzê William Abbott dibêje;

Konsolosê Brîtanyayê yê Erziromê Trotter jî dibêje;

Şêx Ubeydela hem ji layê leşkerî ve hem jî ji layê hêza xwe ya li ser gel dixwaast tesîrê li şer bike. Ji ber vê berî ku biçe şer bike li gel Îranê gelek gund û war li navbera sinorên Îran û Osmaniyan de kirîbûn[8]. Her wisa li Wanê jî îşaretên şer xuya dibûn. Kurdan gelek dexl dikirî[9].

Artêşên her du aliyan

biguhêre

Artêşa kurdan

biguhêre

Artêşa Şêx Ubeydela ji eşîrên herêmên Şemzînan, Gever, Tîrgever, Mîrgever, Şino, Serdeşt û Mehabadê pêk dihat. Bo mînak, mengurî, mameşî, pîranî, zerzayî, şikakî, herkî, gewrikî, mukrî û dibukrî bûn. Ev eşîretên han niha di navbera Îran-Tirkiye-Iraqê de dijîn. Bi dûçûna dîroknasê kurd Necat Ebdula 220 eşîrên kurd tevlî tevgera Şêx Ubeydela bûn[10]. Yekitiya van bajêran û van eşîran wisa xuya dike ku di dîrokê de yekemîn car kurmancaxiv û soranaxivên kurd li hev kombûne. Ev kombûn rihê neteweyîtiyê di dîroka modern a kurdan de daye destpê kirin. Mikhail Semenovich Lazarev û Ş.X. Mihoyan di xebateke xwe de dibêjin ku ev komcivîn yekemîn komcivîna neteweyê kurd e [11] Her wisa têkiliyên Şêx Ubeydela bi ereban jî baş bûye, jixwe bi dûçûna hindek çavkaniyan erebên Mûsilê û Bexdayê ji bo alikariyê nêzî 5 hezar kes amade kirîne bo yarmetiya Şêx Ubeydela[12]. Di nav vê artêşê de nîzameke leşkerî tune bû. Li ser şervanên her eşîretê serokeşîrê wan hebû. Çekên wan bi giştî yên paşvemayî û kevn bûn; tivingên kevn, xencer, rim...

Artêşa Şêx Ubeydula ku avakirî ji du şaxên mezin pêk dihat. Şaxa yekê bi di bin serokatiya kurê wî Seyîd Evdilqadir û Hemze Axayê Mengurî de bû. Armanca vê şaxê ew bû ji Şemzînan ber bi herêmên soranîaxivên başurê Urmiyê re biçe; Mahabad, Şino, Miyanduav, Pîran... Şaxa duyê ya artêşê di bin serokatiya Şêx Ubeydela bixwe de bû. Armanca şaxa Şêx Ubeydela jî ew bû ku ji Şemzînan ber bi Urmiyê ji wir heta Tebrîzê biçe.

Di nava artêşa Şêx Ubeydela de yekîneyek hebû ku ji Nestoriyên çiyayî hatibû ava kirin. Bandoya leşkerî jî ji Nestoriyan hatibû çêkirin. Her wisa ermenekê navdar yê herêmê jî di nav artêşê de bû ku di şer de zerer negihe gelê ermen[13]

Eşîrên tevlî serhildanê bûyîn

biguhêre

Artêşa qacaran

biguhêre

Artêşa qacaran

  1. Siwarên milîs ku ji leşkerên eşîrvanî pêkdihatin
  2. Artêşa Îranê ya bi rêkûpêk ku bi teqlîda dewletên Ewropayî hatiye ava kirin.
  3. Hêza bajêran ku xelkê bajêr diparast

Her çend bi dûçûna çavkaniyên Îranî ev hêzên han nêzîkî ji 200 hezaran pêkbê jî, bi dûçûna Lord Curzon, ev jimar ji 30 hezar kesan nediborî[14].

Helwesta rêxistin û dewletên din

biguhêre

Şerê yekemîn di navbera artêşa Osmaniyan û kurdan de rûda. Qeymeqamê Geverê ji ber hindek fêlên eşîra Herkîyan, wan ceza dike. Li ser vê Şêx Ubeydela leşkerên xwe kom dike û bi rêberiya kurê xwe Seyîd Evdilqadir êrîşê dibe ser Amêdîyê. Di vî şerî de leşkerên Şêx têk diçin û vedigerin Nehriyê. Şêx û Osmanî lihev tên û vê pirsgirêkê çareser dikin. Di encamê de qeymeqamê Geverê ji kar tê dûrxistin.[15]

Di cotmeha 1880ê leşkerên Şêx Ubeydela ji hidûd derbas bûn ber bi Îranê ve. Şaxa yekê ji Şemzînan heta hemû herêmên Mukriyanê bêyî şer ji dewletê standin. Pîranşar, Şino, Mahabad.. Dû re çûn Miyanduabê, li wir rastî berxwedanekê hatin lê di dawiyê de ew der jî standin. Li Miyanduabê hêzên kurd gelek kes kuştin, bi dûçûna hinek çavkaniyan 2 hezar kesên ji Miyanduabê ji aliyê hêzên kurd ve hatin kuştin. Ev xeletiya hêzên kurd, kîn û rikeke mezin da hêzên şah û di encamê de hêzên şah vegerin Miyanduabê û gelek gundên kurdan şewitandin[16] Lê piştî şikestina Şêx Ubeydea li Urmiyê, ev hêz hemû ji van deran vekişiyan. Şaxa duyê ji mîrgever heta Urmiyê çûn. Lê piştî çend carên Urmiye dorpêçkirinê nekarîn Urmiyê rizgar bikin û li wir hêzên Kurd şikestin. Şêx Ubeydela cardîn vegerî Nehrîyê. Diplomasiya Qacaran yekemîn sebeb bû ku Şêx nekarî Urmiyê rizgar bike. Bi alîkariya Rûs, İngilîz û osmaniyan ev êrîş bêencam man. [17].

Di nava şer de artêşa Osmaniyan Şêx Ubeydela aştiyane gazî kir Wanê ku li ser herêmê biaxivin û alikariya Şêx bikin û li wir girtin, şandin Stenbolê. Li tîrmeha sala 1882yê Şêx Ubeydela bi pasaporeteke sexte çû Rusî û ji wir jî vegerî Hekarî ku cardîn tevgera xwe bi rêkûpêk bike. Li gel kurên xwe artêşeke 5 hezar kes ava kir ku dîsa serhildanê bidomîne. Şêx Ubeydela û artêşa wî heta meha îlona 1882yê di kelheya Oremarê de berxwedana xwe dewam kir Lê Osmaniyan artêşek mezin şand ser hêzên Şêx û ew girtin. Bi rêya Îskenderûn û Beyrûtê, ew şandin Hîcazê. Li sala 1883ê de jî jiyana xwe ji dest da[18]

Şêx Ubeydelayê Nehrî ji Kurd û Kurdistanê re hişa neteweyî û kurê xwe Seyîd Evdilqadir hêla.

Li rojhilata Kurdistanê piştî serhildana Şêx Ubeydela, bêdengiyek ket nav Rojhilata Kurdistanê, lê piştî Şerê Cîhanî yê Yekem lîv û tevger nav Kurdan de zêde bû û di encamê de Serhildana Simkoyê Şikak destpê kir.

Sedemên têkçûnê

biguhêre
  • Sedema esas ya têkçûna leşkerî, negirtina bajarê Urmiyeyê bû. Derdorên hemî Urmiyeyê hatibû girtin û rêvebirên Urmiyeyê wext xwast ku bajêr teslîm bikin. Şêx Ubeydela ev yek qebûl kir. Dema wextê teslîmê hat, dostê Şêx Ubeydela Dr. Cochan ji Şêx Ubeydela xwast ku êrîşa xwe ya li ser Urmiyeyê texîr bike. Ji ber vê rîcayê rêvebirên Urmiyeyê wext qezenç kir û hêzên Îranî jî hatin alikariyê. Di encamê de Şêx Ubeydela nekarî Urmiyeyê bistîne[19]
  • Piştî hêzên kurd Mahabad rizgar kir, melayê Mahabadê li dijî Şîîyan cîhad îlan kir. Ji ber vê bangdanê Şîîyên Îranê kurdên şîî jî di nav de bûn yek li dijî kurdan [20]
  • Serhildana Şêx Ubeydullahê Nehrî, Mihemed Heme Baqî, Weşanên Nûbiharê

Têkildar

biguhêre

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Mihemed Heme Baqi, Serhildana Şex Ubeydullahe Nehri, ISBN6055053635
  2. ^ Kürt Milliyetçiliğinin Tarihi, Kökenleri ve Gelişimi, Wadie Jwaideh, r:160
  3. ^ George N. Curzon,Persia and the Persian Question,r:701
  4. ^ Kürt Milliyetçiliğinin Tarihi, Kökenleri ve Gelişimi, Wadie Jwaideh, r:163
  5. ^ Kurd û Ecem, Dîroka Siyasî ya Kurdên Îranê, Salih Mihemed Emîn, r:212
  6. ^ Dr. Ezîz Şemzînî, El Hereketul Qewmiye el-Tehririye el-Ş'eb el-Kurdî, Min Menşûrat el-İttihad el-Weten el-Kurdistani, r:62
  7. ^ Ebbas Mîrza Mulk Ara, Şerhê Hal, be kuşîşê Ebdulhuseyn Newaî,ç 2,r:153-158
  8. ^ Kürt Millyetçiliğinin Tarihi, Kökenleri ve Gelişimi, Wadie Jwaideh, r:110
  9. ^ Kürt Millyetçiliğinin Tarihi, Kökenleri ve Gelişimi, Wadie Jwaideh, r:180
  10. ^ İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:262
  11. ^ Kürdistan Tarihi, M.S. Lazarev-Ş.X. Mıhoyan, Weşanên Avestayê, r:152
  12. ^ Kurd û Ecem, Dîroka Siyasî ya Kurdên Îranê, Salih Mihemed Emîn. Rûpel 228
  13. ^ Kürt Milliyetçiliğinin Tarihi, Kökenleri ve Gelişimi, Wadie Jwaideh, r:173
  14. ^ Kurd û Ecem, Dîroka Siyasî ya Kurdên Îranê, Salih Mihemed Emîn,r:229
  15. ^ Kürt Millyetçiliğinin Tarihi, Kökenleri ve Gelişimi, Wadie Jwaideh, r:181
  16. ^ İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:267
  17. ^ Kurd û Ecem, Dîroka Siyasî ya Kurdên Îranê, Salih Mihemed Emîn,r:231
  18. ^ Kürdistan Tarihi, M.S. Lazarev-Ş.X. Mıhoyan, Weşanên Avestayê, r:155
  19. ^ Kürt Milliyetçiliğinin Tarihi, Kökenleri ve Gelişimi, Wadie Jwaideh, r:164
  20. ^ Kürdistan Tarihi, M.S. Lazarev-Ş.X. Mıhoyan, Weşanên Avestayê, r:153