Med

dîroka medîya
(Ji Meda hat beralîkirin)
Med

Madeh (bi kurdiya kevn)
Mad (bi kurdiya navîn)
Μῆδοι (yewnanî)
מָדַי (îbranî)


Împeratoriya Asûr
678ê beriya zayînî — 549ê beriya zayînî
Împeratoriya Hexamenişî



Împeratoriya Medî di salên 600ê beriya zayînî de
Împeratoriya Medî di salên 600ê beriya zayînî de

Agahiyên gelemperî
 Rêveberî Keyanî
 Paytext Ekbatan
 Ziman Medî
 Dîn Zerdeştîtî
 TBH {{{tbh}}}
 TBH/sal {{{tbh kes}}}
 Dirav {{{dirav}}}
 Dem {{{dem}}}
 Nîşana înternetê {{{nîşana înternetê}}}
 Kd. telefonê {{{koda telefonê}}}
 {{{agahîgelemp1 sernav}}} {{{agahîgelemp1}}}
 {{{agahîgelemp2 sernav}}} {{{agahîgelemp2}}}
 {{{agahîgelemp3 sernav}}} {{{agahîgelemp3}}}
 {{{agahîgelemp4 sernav}}} {{{agahîgelemp4}}}
 {{{agahîgelemp5 sernav}}} {{{agahîgelemp5}}}

Gelhe
{{{gelhe}}}
{{{gelhe2}}}
{{{gelhe3}}}
{{{gelhe4}}}
{{{gelhe5}}}

Rûerd
{{{rûerd}}}
{{{rûerd2}}}
{{{rûerd3}}}
{{{rûerd4}}}
{{{rûerd5}}}

Dîrok û bûyer
 BZ 612 Hilweşandina Nînova
 BZ 28ê gulanê, 585 Şerê Halîsê
{{{bûyer3}}}
{{{bûyer4}}}
{{{bûyer5}}}
{{{bûyer6}}}
{{{bûyer7}}}
{{{bûyer8}}}
{{{bûyer9}}}
{{{bûyer10}}}
{{{bûyer11}}}
{{{bûyer12}}}

Serwerî
   {{{sernav serokA}}}
{{{serokA1}}}
 700 - 647 Deyoses (Deioces, Diyako)
 647 - 625 Frawartiş (Phraortes)
 624 - 597 Xeşterîtê
 597 - 585 Kiyaksar (Cyaxares)
 585 - 549 Asteyax (Astyges)
   {{{sernav serokB}}}
{{{serokB1}}}
{{{serokB2}}}
{{{serokB3}}}
{{{serokB4}}}
{{{serokB5}}}
   {{{sernav serokC}}}
{{{serokC1}}}
{{{serokC2}}}
{{{serokC3}}}
{{{serokC4}}}
{{{serokC5}}}
   {{{sernav serokD}}}
{{{serokD1}}}
{{{serokD2}}}
{{{serokD3}}}
{{{serokD4}}}
{{{serokD5}}}
   {{{sernav serokE}}}
{{{serokE1}}}
{{{serokE2}}}
{{{serokE3}}}
{{{serokE4}}}
{{{serokE5}}}
{{{serokE6}}}
{{{serokE7}}}
{{{serokE8}}}
{{{serokE9}}}

Karîna qanûndanînê
{{{perleman}}}
{{{perleman1}}}
{{{perleman2}}}
{{{perleman3}}}
{{{perleman4}}}
{{{perleman5}}}

Ya berê Ya paşê
Împeratoriya AsûrÎmperatoriya Asûr
UrartûUrartû
Împeratoriya HexamenişîÎmperatoriya Hexamenişî

Med, Medî yan jî Medyayî (bi farisî ya kevin: 𐎶𐎠𐎭 Māda-), gelekî kurdên kevnar bûn ku bi zimanê medî axivîne û li welatê xwe yê ku wekê Medya hatiye binavkirin jiyan kirine. Medî nêzîkî sedsala 11an ê b.z. de li herêma çiyayî ya bakurê rojavayê Îranê (li Rojavaya Kurdistanê ya îro) û herêma bakurê rojhilat û rojhilatê Mezopotamyayê ku li herêma Hemedan (Ekbatana) bû bicih dibin. Tê bawer kirin ku kom bûna Medan di sedsala 8 ê berî zayînê de li Îranê pêk hatiye. Di sedsala 7 ê berî zayînê de, tevahiya rojavayê Îranê û hinek herêmên din di bin desthilatdariya Mediyan de bûn lê berfirehiya erdnîgariya wan ê di wê demê de bi awayek baş nayê zanîn. Axa Rojhilata Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê û başûrê Azerbaycanê wekê "Meda piçûk" û ji Çiyayê Zagrosê û cihên wê ye din re jî wekê "Meda mezin" hatiye binavkirin. Paytexta Medan bajêrê Ekbatanaê bû.

Împeratoriya Medî li Rojhilata Navîn
Medî li gor wêneyekî almanî (li dora 1860-80)

Mediyan kari ku, yekemîn Împeratoriya heri mezin a dema xwe ya îraniyan damezirînin, berî ku Kûruşê mezin împeratoriya Îraniyan bi têkeliya medî û persiyan damezirîtên. Rola mediyan ji ber wê yekê girîng e, ku sebeba desthilatiya îraniyan ser Rojavayê Asya bûn.

Medan,[1] ku navê wan ji bêjeya "Ma-Da" ango "yên ji dayikê peyda bûn" tê, di Rojhilat (nêzîkê bajara hevdem Hemedan (Hama-Daan) ku nêzîkî bajarê kurd ê Kirmaşanne û wekî paytexta kevnare de derketin ser holê. Diyako an Deioces, yekem şahê Medan bû ku ji hêla dewleta gund-bajara ya dema wî de hate hilbijartin da ku edaletê di hundur de pêk bîne -ku peyva Diocese ji roja me ya nû de ketiye nav zimanê dadwerî û olî- wî mirovên ji hemî derdoran qebûl dîkir, herkes dihate pêşwazîkirin û teşwîq kirin ku biçin bo serdanê, çareserkirina nakokî û edaletê bipirsin.

Kurê Deyoses Frawartiş (Fare-Var-Tishk) bû ku dihata bi wateya "Pir ronahîbûyî". Di dema rêveberiya Frawartiş (665-633 B.Z.) de, hozek dagirker a ku wekî sikîtya tê nasîn hat rojhilatê mîrnişînê. Ji bo pêşîgirtina êrîşên pircar ya sikîtyan li mîrnişîna xwe, şah alîkariya Haxoymanîş (Achaemenides) xebitand; hozekî stûxwarkirî ya berê ku navê wî di roja hevdem zimanê kurdî tê bi wateyê: Haxoymanîş (Ha-Khoy-Manish) an wek di Farisî de "Hakhamanish" û tê bi wateya "bicîbûyî" û "Stûxwarkirî".

Haxoymanîşan rûniştevanên gundiyên herêmê bûn ku ji hêla Key Frawartiş ve hatine kar kirin da ku keyîtiya xwe li dij sikîtyan biparêze. Ji bo vê yekê, wî baregeheke leşkerî ava kir bi navê Pasar-Gadae, ku bi zimanê kurdî, "Pasar" tê wateya "senger, çeper", asêgeha avahiyek ji bo çavdêriyê tê bikaranîn, û Gadae (Gaah, an Jaah, = cîh), bi hev re tê wateya bingeheke leşkerî ji bo çavdêriya dijmin. Bo beşdarbûna bingehên xwe Medan gundiyên herêmî xebitandin bi nav "Pars" (pasevan, parêzvan), peywira wan parastin bû. Gotina "Pars" yekjimarî ji bo "Parsian" e, an jî weka îro bi "Farisî" tê zanîn. Di rastiyê de peyva "Farisî" sernavê karekî ye û ne pêşgirê nijadek an neteweyek e.

Piştî damezrandina Pasar Gadae, û tayînkirina Parsian li ser peywirên wan, ew dem bû ku Frawartiş, berpirsyariyên mîrnişîna xwe derbasî kurê xwe Kiyaksar (Cyaxares, Keyxusrew) bike (ku ew wekî Kyaxares, Kay-Khoy-Sar, Kay-Kusrow jî tête zanîn); Ghaisar, Kayser, Keyser, Caesar û Kaiser cûrbecûr navdarên vî navî ne û cawîdaniya xwe di sirûda neteweyî ya kurdan de, Ey Reqîb, dibînî wek "Em xortên Medya û Keyxusrew in".

Di bin rêveberiya xwe Kay-Khoy-Saror (Kayser) mîrnişîna Medan berfireh kir. Ji rojava, ji Anatoliya Navîn ber bi rojhelat, heya Newala Hindus (Indus Valley) mîrnişîna xwe berfireh kir û mîrnişîn guherrî, bû wek împeratoriyek.

Di serdema wî de, tevgerên hemî olên berê yên naskirî serbest bûn. Baweriya Maguş û Zerdeştî ku pêşengê êzîdiyên Kurdistana îroyîn in; nûneriya ola fermî ya Împeratoriya kayser bû.[1]

Peyvên "K'urd / K'ǝrd / K'urt (Kurd)" û "Mars / Marac '(Med)" di destnivîsên ermenî yên ku di navbera salên 1301-1480 de hatine kopyakirin de wek hev hatine bikaranîn. Dema ku berhemên bi ermenî ji aliyê rojhilatnas û ronakbîrên ermenî ve hatine çapkirin an jî wergerandine zimanên îngilîzî, fransî, almanî, rûsî ku zimanên nûjen ên ewropî ne, peyvên 'Marc, Med' bi jêrnot an jî parantezê hatine nîşankirin ku tê wateya Kurd.

Çavkaniya navê ku gel, ziman û niştîmanê mediyan nîşan dide, ji navî erdnasiya zimanê ariya kevin e, kîjan di farsiya kevn de wek "Made(h)-" e.[2] Wateya rastiya vê peyvê, ne bi cî de ye.[2][3]

Zimannas Wojciech Skalmowski pêşniyar dike ku têkiliya peyva Zimanê proto-hind-ewropiyê: "med(h)-" bi maneya "navend, di nav de ye", bi ya Hindûwa kevn "madhya-" û ya ariya kevn "maydiya-" ê wateyên wek hevin. Di zimanên neviyên wan de: latînî "medyum", yewnanî "meso" û cermenî "mittel" ê de jî eynî wate tê dîtîn.[2]

Gelê Medî bi vê navî hatûn nîşan kirin, di nivîsên qedîm de. Gorî "Dîroka Herodot";[4] "Hemû gelên qedîm mediyan re digotin arî, dema Medeayê, ya Kolxî, ji Atînayê hatû cem wan, wan navê xwe guherandin."

Têkilîya med û kurd

biguhêre

Êl û hozên Medan yekemcar di deverên di navbera Hemadan û Kirmanşaha îroyîn li başûrê rojhilata Kurdistanê -ku dilê Medya bû- bi cîh bûn. Di tomarên Asûrî de ev dever bî "Medaya" dihat nav kirin. Medan komeke koçber bûn. Wek gelên namzed din yên hind û ewropî; faris, ermen û efxanî di Rojhilata Navîn dijiyan.[5]

Medan di serî de, ji başûrê welatê xwe ve, li başûrê rojhilatê Kurdistanê û paytexta wan, Hemedan (Ekbatana kevnar) welatê xwe berfireh kirin, pîşt re, ber çiyayên Zagros û deverên rojavayê zozanên Îran û rojhilatê Anatoliyayê çûn.

Kurdên îroyîn bi zimanek wek zimanê medî, ango, bi zimanek hind û ewropî ya şaxê îranî diaxivin. Bi têgihînek bêtir sînordar, zimanê kurdên hevdem zimanek ji şaxa zimanên îranî yê bakûr-rojavayê malbata zimanên hind û ewropî ye ku medan jî di nav vî şaxê de ye. Lê herwiha gilakî, mazenderanî, tat, talîş û belûç hemû dikevin şaxa zîmanê medan.[6][7][8][9][10] Heya nêzîkê heşt sedsalan berê, wê deverê li başûrê rojhilatê Kurdistanê hîn wekî Mah (ango, Medya) dihata binav kirin.

Di rastiyê de, hê jî hin êl û eşîrên kurdên hevdem bi şêwazên pêşkeftî yên navê Med an jî Mad digirin hene. Wek Meywandlu, Meymand, Mamand, û Mafi. Bestên herî mezin a li wê tevahiya herêmê hîn jî bi nav "Mahî Deşt" bi wateya "Deşta Medan" tê gazîkirin.

 
Nexşeya dewleta Medan

Gotinên dîroknas û zanyaran li ser med û kurdan

biguhêre
  1. "Guman nîne ku peyva Mar (Med) ji Kurdan re vedigere" Rojhilatnasê rus ku beşdariyên wî di lêkolîna dîroka Kurd û Faris, erdnîgarî, wêje û çand de, herî baş tête zanîn, Vladîmîr Fyodorovîç Mînorskî (1877-1966). Gotinên wî "L'origine des Kurdes", Travaux du XX-ene Congres des Orientalistes, Bruxelles 1938, rûpel 143-52.)
  2. Gotara yekem "... Gelên ko tê de dijîyan yekî ji wan bi navê Saracens dihate gazî kirin; ji yên li taxê din re jî bi navê Kurd dihate gazî kirin." Binêre Beşa 8. Gotara duyem "Postea vero Sarraceni amiserunt dominium Egipti et Medi, qui Cordins vulgariter dicembantur; regni Egipti dominium dagirkerunt. “#”i.e.(ango) Piştra Ereban zalbûna/serdestîya Misrê winda kirin û Medan ku ji wan re digotin Kurd Misir'ê raserî kirin." Binêre Beşa 52. Dîroknasê Ermenî Haytonê Korycus (her weha Hethum, Het'um, û vewre) (dorî 1240 - dorî 1310/1320). Pirtûka wî "La Flor des Estoires d'Orient" Jibergirtiya Înglîzî, Beşa 8 û Beşa 52.[11]
  3. "Dîsa ev nivîskar di çend beşan/hevokan de derdixe holê ku Medya heman mala Kurdan e." Berhema wî "Recueil des historiens des croisades: Documents arméniens" vol. ii, pp. 225, 343–4. (ibid., pp. 127, 267).[12]
  4. "Kurd û Baloch/Belûç ji gelê Med/Mad peyda bûne." Dîroknas Baloch/Baluch, Salih, Akhund (1659 A.D.) Pirtûka wî "Kurd gāl nāmak" (Koord-gal-namak)[13]
  5. ”Medan li rojavayê çiyayê Zagros dijîn û ji wê derê berfireh bûn. Ev herêm Kurdistan û Luristana hevdem/hevçerx/rojîn e." Israel Smith Clare (1847-1924) pirtûka wî "Ancient History".[14]
  6. "Medan bav û kalên Carduchi (Karduk) yê -nivîsê- Ksenofon û Kurdên hevdem bûn." Mack Chahin, Mamosteyê berê li ser dîroka kevnar a li Rojhilata Navîn, li Zanîngeha Bristolê. Pirtûka wî "Before The Greeks" Rûpel: 109. Butterworth Press, Cambridge.[15]
  7. "Împeratoriya Medan, yek ji bav û kalên rûmetdar ên gelê Kurd, dûgela tenê ya neteweyî ya mezin bû ku meriv dikare bêje ku ji hêla kurdan ve hatîye damezrandin." Profesorê dîrokê, Wadie Elias Jwaideh (1916 - 2001). Pirtûka wî "The Kurdish National Movement: Its Origins and Development”. Page: XV. Syracuse University Press. First edition, 2006.[16]
  8. "Girseyek mezin a Kurdan ji Medan têne dinê lê hinek jî Serkeftinên Mantieni, Kadusii, û Kassaei an Saqae ne." Konrad Mannert 1756-1834. Dîroknas û erdnîgarnasê Prûs. Çavkaniya Înglîzî "Great mass of the Kurds are descended from the Medes though some are the successors of Mantieni, Kadusii, and Kassaei or Saqae." Konrad Mannert 1756-1834. Prussian historian and geographer.[17]
  9. "Kurd digel koçberên din ên Aryan bûn; ku bikaribin Împeratoriya xwe saz bikin - Împaretoriya Medan - di wan deverên berfireh li Rojhilata Navîn di navbera 612 û 519 B.Z. Ji wê hingê ve Kurd û Kurdistan bi rengek serbixwe dimîne ... ” Lokman I. Meho. Çavkanî: “Kurdish Culture and Society: An Annotated Bibliography” (Page: 11) Lokman I. Meho and Kelly L. Maglaughlin.[18]
  10. "Ziman mîna zimanê Medan, Kurdî ji şaxên zimanên malbata hind û ewropî ya Îranî ye ... " William Lester Eagleton Jr. (1926 - 2011). Karmendê Karûbarê Derve yê Dewletên Yekbûyî û dîplomat. Pirtûka wî “The Kurdish Republic of 1946.” Oxford: Oxford University Press, 1963.[19]
  11. "Piraniya wan ên ku niha bi kurdî diaxivin belkî ew in ku bi zaravayê Medî diaxaftin." Gernot Windfuhr (1938-). Profesorê karbes ji Zanîngeha Michigan, Xebatên Îraniyan. Çavkanî: “Isoglosses: A Sketch on Persians and Parthians, Kurds and Medes”, Monumentum H.S. Nyberg II (Acta Iranica-5), Leiden: 457–471. Binêre Yekemîn[20] duyemîn [21]
  12. "Dibe ku Kurd ji hêla fîzîkî ve guncawtirîn nimûneyên mirovahiyê li Rojhilata Navîn in, û ew bi karakterê Efganî û hinekî di fîziyomonyûmê de mîna Efganî ne. Ew nijada rasterast a Medan in." Sir Arnold Talbot Wilson (1884–1940). Cîgirê Birîtanî û berpirsê Komîserê Siyasî yê Britanî li Bexdayê li salên 1915-24. Pirtûka wî "Mesopotamia, 1917-1920: A Clash of Loyalties; a Personal and Historical Record" Page: 127.[22]
  13. "Medên rastîn (Mada) di nivîskên Asûrî/Aşûrî de hozên Kurd bûn ku ber bi rojhelatê -welatê- Asûr/Aşûr dijîyan û warê wan heya Deryaya Qezwînê dirêj dibû. Ew bi piranî ji hêla ziman ve hind û ewropî bûn û ji nîjad ve Arî bûn û mîna/wek yewnanîyan di dewletên biçûk de dijîyan ku her yekî ji wan guh dida "axayê bajêrê" xwe. Aşûrînas û zimannasê Brîtanî, ku li Zanîngeha Oxfordê wekî Profesorê Aşûrînasê kursiyek digirt, Archibald Henry Sayce (1845-1933)." Çavkanî: "The Historians’ History Of The World." Chapter II. The Median or Scythian Empire. Page: 584. by Henry Smith Williams.[23]
  14. "Gor niştecîyên nermtir ên wê zozana mezin, dibe ku Kurdê hov an Lurê îroyîn di hêla fîzîkî de bêtir nêzîkê Medê kevnar be." Zanyar, dîroknas û feqehê fileh, George Rawlinson (1812 – 1902). Çavkanî: "The Seven Great Monarchies" Chapter III. Character, Manners And Customs, Arts, Etc., Of The People. By George Rawlinson.[24]
  15. Dîroknasê ermenî ku di heman demê de karmendê hikûmeta Brîtanyayê bû, Arshak Safrastian, di pirtûka xwe ya bi navê "Kurd û Kurdistan" de ku di sala 1948an de nivîsandiye de dibêje "neteweyên wekî Gutî, Kassit, Lulu, Med bav û kalên kurdan e."[25]
  16. Dîroknasekî din ê ermenî George A. Bournoutian (jdb. 1943) di pirtûka xwe ya bi navê "Dîroka Kurtayî ya Gelê Ermenî: Ji Demên Kevnare Hetanî Niha” (A Concise History of the Armenian People: From Ancient Times to the Present) koka Kurdan heta Med û Ûrartûyan dişopîne.[26]
  17. Dîroknasekî din ê ermenî Mikayel Çamçian/Mikayel Chamchian (1738-1823) di pirtûka "Hayots Patmutiun/Dîroka Ermeniyan" ku di sala 1784an de hatiye çapkirin nivîsiye "Med; bi navê Kurd an jî Keurd dihate naskirin."
  18. Di pirtûka Karûbarên Erdeşîr kurê Pabeg ku çîroka Erdeşîrê Yekem, damezrînerê xanedana Sasaniyan vedibêje; di beşa heşt, hevoka yekem de qala Medan dike û qala şahê wan wek "Şahê Medê Kurd" bi kar tîne.

Mijarên têkildar

biguhêre

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ a b Ardishir Rashidi-Kalhur
  2. ^ a b c Tavernier 2007, s. 27
  3. ^ Diakonoff 1985, s. 57
  4. ^ (Herodotus 7.62.1)
  5. ^ John Prevas, Xenophon's March: Into the Lair of the Persian Lion, Da Capo Press, 2002. pg 20.
  6. ^ "Mede." Encyclopædia Britannica. 2008. Encyclopædia Britannica Online. 16 January 2008 <http://www.britannica.com/eb/article-9051719>.
  7. ^ Andrew Dalby, Dictionary of Languages: the definitive reference to more than 400 languages, Columbia University Press, 2004, pg 278.
  8. ^ Gwendolyn Leick, Who's Who in the Ancient Near East, Routledge, Published 2001. pg 192
  9. ^ Ian Shaw, Robert Jameson, A Dictionary of Archaeology, Blackwell Publishing, 1999.
  10. ^ Sabatino Moscati, Face of the Ancient Orient, Courier Dover Publications, Published 2001. pg 67
  11. ^ Hetum the Historian; Robert Bedrosian, translator. Hetum the Historian's Flower of Histories of the East (bi îngilîzî). {{cite book}}: |pêşnav2= sernavekî giştî bi kar tîne (alîkarî)
  12. ^ belles-lettres (France), Académie des inscriptions & (1844). Recueil des historiens des croisades: Documents arméniens (bi fransî). Imprimerie Royale.
  13. ^ Ṣāliḥ (Akhūnd) (1991). Kūrd gāl nāmak (bi farisî). Balūchī Ikayḍamī.
  14. ^ Clare, Israel Smith (1906). Ancient history (bi îngilîzî). Union Book Company.
  15. ^ Chahin, M. (1996). Before the Greeks (bi îngilîzî). James Clarke & Co. ISBN 978-0-7188-2950-6.
  16. ^ Jwaideh, Wadie (19 hezîran 2006). The Kurdish National Movement: Its Origins and Development (bi îngilîzî). Syracuse University Press. ISBN 978-0-8156-3093-7.
  17. ^ The New Englander (bi îngilîzî). A.H. Maltby. 1864.
  18. ^ Meho, Lokman I.; Maglaughlin, Kelly L. (2001). Kurdish Culture and Society: An Annotated Bibliography (bi îngilîzî). Greenwood Publishing Group. ISBN 978-0-313-31543-5.
  19. ^ Eagleton, William; Affairs, Royal Institute of International (1963). The Kurdish Republic of 1946 (bi îngilîzî). Oxford University Press.
  20. ^ Monumentum H. S. Nyberg (bi îngilîzî). Bibliothèque Pahlavi. 1975. ISBN 978-90-04-04329-9.
  21. ^ Monumentum H. S. Nyberg (bi îngilîzî). Bibliothèque Pahlavi. 1975. ISBN 978-90-04-04329-9.
  22. ^ Wilson, Sir Arnold Talbot (1936). 1917-1920: A clash of loyalties (bi îngilîzî). Oxford University Press.
  23. ^ http://www.gutenberg.org/files/52177/52177-h/52177-h.htm
  24. ^ "The Seven Great Monarchies, by George Rawlinson, The Third Monarchy". www.gutenberg.org. Roja gihiştinê 7 nîsan 2023.
  25. ^ Safrastian, Arshak (1948). Kurds and Kurdistan (bi îngilîzî). Harvill Press.
  26. ^ Bournoutian, George A. (2002). A Concise History of the Armenian People: (from Ancient Times to the Present) (bi îngilîzî). Mazda Publishers. ISBN 978-1-56859-141-4.

Girêdanên derve

biguhêre