Deyoses[1], Diyaku[2], Diyako,[çavkanî hewce ye] yewnanî dibêjinê Diyukis, anku Dêiokês (Δηιόκης, Deiókes, Deioces)[2] (728 berî zayînê - 715/714 berî zayînê), keyekî medî bû.

Diyako
Image dans Infobox.
Şah
- b.z.
Mirin
Sernavên esilzade
Keyê Medê (d)
Keyê Medê (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Zarok

Nêzîk 700 sal berî zayînê li nav gelê Med kesayetiyek dijiya ku ji aliya hemû mediyan rêz û hurmeteke taybet hebû, Navê wî Diyako bû. Diyako miroveke bi awez, têgeheştî u navdarê gundê xwe bû ku bawer dikir li navberî "stem "u "dadmendî" de xebateke hemîşeyî û hetahetayî heye.

Gel ku lêzanî, jêhatî u têgeheştî bûn u dadwerî ya Diyako dîtbûn jibo çareserkirina gîr u girift u kêşe u ajaweyan ji wi yarmetî dixwestin u diçûn aliya wî.

Diyako bû xoşewîstê gel u nawbanga wî derkete holê, bi wê rengî ku jibona dadgerî u mêrxasî ji aliya xelk re daxwaz lê hat kirin ku bibê serok u patşayê wan. Ew jî ku bi bilavî u alozî ya navçe nerazî bû, wê daxwazî qebûl kir u biriyar da madan le cem hev kom bike u ji wan neteweyeke yekgirtî u hawbeş pêk bihîne.

Yekem kar ku Diyako kir ew bû ku ji xelkê xwest waz ji hevkûjî bihînin u li cem hev kom bin u ferman da ku paytexte çê biken. Lewma bajarê Ekbatan (Hemedan) ava kir. Ew bajar heft dîwarê bazneyî li dewra wê hebû u her dîwar jî ji wê din bilindtir bû u baregahê şa u xezêneyên wî li nav axirîn dîwar de bû. Rengên wan dîwaran birîtî bûn ji: sipî, reş, erxewanî, şîn u narincî. Herwisa dîwarên navîn, yek bi zîv u ewî din bi zêr dapoşadibûn.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Mihemed Emîn Zekî Beg (2002). Dîroka Kurd û Kurdistanê, r. 292-298. Avesta, Stembol.
  2. ^ a b Elî Teter Nêrweyî (2010). Kurd û mêjû (Çend vekolînek li dor mêjûya kevin a kurd û Kurdistanê. Spîrêz, Dihok.)

Girêdanên derve

biguhêre