Sikîtyan (ji yewnaniya kevn: Σκύθης Skúthēs, Σκύθοι Skúthoi)  an jî Îskît an jî Saka (ji yewnaniya kevn: Σάκαι Sákai; Latin: Sacae; Misriya kevn: 𓋴𓎝𓎡𓈉, romanized: sk, 𓐠𓎼𓈉 sꜣg;)  neteweyek rewend û  kevnar bû ku bi giranî li herêma bi navê Sikîtya tê zanîn dijiyan ku îro ji zerdên/çolên Ewrasyayê yên Qazaxistanê, zerdên/çolên rûsî yên herêmên Sîbîrya, Ûral, Volga û deverên Başûr, û Rojhilatê Ûkraynayê pêk dihat.[1]

A_Scythian_(reconstruction_by_Dimitri_Pozdniakov)
Îskîtî û hespê xwe
Scythes_et_Parthes_100_av_JC
Nexşeya Îskît û Partan

Sikîtyan ji regeza îranî ye, ku ji destpêka sedsala 9-an BZ ve tê zanîn ku di sedsalên 8-an û 7-an BZ de ji Asyaya Navîn ber bi rojava ve koçî başûrê Rûsya û Ukraynayê kir.  Îskîtan împeratoriyeke dewlemend û bi hêz ava kirin ku navenda wê li bajarê Qirim a niha ye.Împeratorî çend sedsalan sax ma berî ku di serdema ji sedsala 4-an BZ heya sedsala 2-an a PZ de teslîmî Sarmatiyan bibe.

Heya sedsala 20an, piraniya tiştên ku di derbarê dîroka Îskîtan de dihatin zanîn, ji vegotina dîroknasê yewnan ê kevn Hêrodotos, yê ku li herêma wan geriyabû, dihat.  Di serdemên nûjen de ev qeyd bi giranî ji hêla antropologên rûsî û yên din ve ku kurganan li deverên wekî Tyva û Qazaxistanê dikolin, berfireh kirin.

Îskîtan di şer de û bi taybetî jî hunerweriya  siwarbûna hespan de serketî bûn. Ew ji mirovên destpêkê bûn ku di hunera siwarbûnê de hoste bûn û liv û tevgera wan cîranên xwe matmayî dihişt. Koçberiya Îskîtan ji Asyayê di dawiyê de ew anîne nav axa Kîmmeriyan, yên ku bi kevneşopî Qefqasya û deştên bakurê Deryaya Reş kontrol kiribûn.  Di şerekî ku 30 sal dom kir de, Îskîtan Kîmmeriyan hilweşandin û xwe kirin serwerên împaratoriyek ku ji rojavayê Faris di ser Sûriye û Cihûstanê re heya sînorên Misrê dirêj dibe. Medan ku li Ecemistanê hikûmdar bûn, êrîşî wan kirin û ew ji Anatolyayê derxistin, û di dawiyê de ew li ser erdên ku ji sînorê Farisan li bakurê Kubanê û heta başûrê Rûsyayê dirêj bûn, hiştin.

Îskîtan ne tenê bi hêza xwe ya şerkirinê, lê bi çanda tevlihev a ku wan hilberand jî balkêş bûn.  Wan çînek/tebeqeyek arîstokratên dewlemend afirand ku gorên berfireh piştê xwe de hiştin - wek kurganên li Geliyê Tsars (an Padîşahan) li nêzî Arzhan, 40 mîl (60 km) dûrî Kyzyl, Tyva - tijî bi madeyên zêr ên dewlemend ên karkirî û her wiha morikên/gerdeniyên feyrozî, kevirên heqîqe, ember û gelek tiştên din ên hêja. Ev çîna/tebeqeya serekan, Sikîtên keyaniyê, di dawiyê de xwe wekî serwerên herêmên başûrê Rûsyayê û Krîmê destnîşan kirin.  Li wir e ku bermahiyên herî dewlemend, kevnar û herî zêde yên şaristaniya Îskît hatine dîtin.Hêza wan têra parastina wan li dij êrîşeke şahê Faris Daryûs I, hebû.[2][3]

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Järve, Mari; et al. (2019-07-22). "Shifts in the Genetic Landscape of the Western Eurasian Steppe Associated with the Beginning and End of the Scythian Dominance". Current Biology. 29 (14): 2430–2441. doi:10.1016/j.cub.2019.06.019. ISSN 0960-9822. PMID 31303491. S2CID 195887262. E10.
  2. ^ https://en.m.wikipedia.org/wiki/Scythians
  3. ^ https://www.britannica.com/topic/Scythian