Karduk gelekî dîrokî ye.

Nivîsara dîrokî ya yekem ya ku li ser kurdan hatiye nivîsandin, ya Ksenofonê yewnanî ye. Ksenofon di 401 - 400ê berî zayînê de di Kurdistanê re derbas dibê û di pirtûka xwe ya "Vegera Dehhezaran" de behsa kardukan dike. Ksenofon ji welatê Kardukan re Karduka gotiye[çavkanî hewce ye]. Îro li gorî hin dîrokvanan "karduk" kurd e û "Kurduka" jî Kurdistan bi xwe ye [1]. Li gor nivîsîna Ksenofon, Karduka ji rojhilatê çemê Dîcle dest pê dikir, heta çiyayê Cudî û gola Wirmê deda ber xwe. Kardukî cîranên ermenî û îraniyan bûn. Ew bi şervanî dihatin naskirin[2]

Çavkanî biguhêre