Komkujiya êzdiyan ji aliyê terorîstên çete ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Sûriyê di navbera 2014 û 2017 de hat kirin.[1][2][3] Komkujî di 19ê tebaxê 2014an de bi ketina çeteyên DAIŞê li herêmên Şingalê re dest pê kir û bi kuştin, revandin, destdirêjî û bi milismanbûna darê zorê ya gelê êzdî tê naskirin.[4]

Komkujiya êzdiyan
Penaberên êzidî yên ji Komîteya Rizgarkirina Navdewletî alîkarî distînin; Karmendê alîkariyê yê amerîkî yê USAID bi niştecihên îraqî yên nêzîkî Şingalê re diaxive; berî alîkariya hewayê ya acîl ji hêla Hêza Hewayî ya Dewletên Yekbûyî ve, pakêtên avê di hundurê C-17 Globemaster III de pakêtkirî ne.
DewletIraq, Sûrî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Di heyama sê salan de çekdarên DAIŞê bi hezaran jin û keçên êzdî revandin û firotin û bi hezaran mêrên êzdî kuştin.[5] Neteweyên Yekbûyî ragihandiye ku DAIŞê li seranserê Iraqê nêzîkî 5.000 êzîdî kuştine[6] û bi qasî 10.800 jin û keçên êzîdî di "kampanyayeke dînguhertina bi darê zorê" de hilgirtine, revandine û wekî xulam[7][8] bazirganî lê kirine. Di sala 2015an de, zêdeyî 71% ji nifûsa êzîdî ya cîhanê ji ber komkujiyê koçber bûn, ku piraniya penaberên êzîdî reviyane Herêma Kurdistana Iraqê û Rojavaya Kurdistanê.[9] Zulm û zordariya li ser êzdiyan, ligel hindikahiyên olî yên din, piştî êrîşa DAIŞê ya li bakurê Iraqê ya hezîrana 2014an pêk hat.[10][11]

Di nav gelek hovîtiyên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine kirin, nijadkujiya êzdiyan bala navneteweyî kişand ser xwe. Vê yekê hişt ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê koalîsyonek leşkerî ya bi navê CJTF–OIR ava bike, ku ji gelek welatên rojavayî û Tirkiye, Maroko û Urdun pêk tê. Wekî din, DYAyê, Keyaniya Yekbûyî û Awistralya ji bo alîkariya penaberên êzîdî yên ku ji ber êrîşa DAIŞê ya tebaxa 2014an li Çiyayê Şengalê asê mabûn, ji hewayê ve xwarin û vexwarin avêtin wan. Dema ku DAIŞê li Şingalê bi hezaran êzdiyên asê mayî kuştin û revandin, DYA û Keyaniya Yekbûyî dest bi êrîşên asmanî li ser çekdarên DAIŞê kirin. Di heman demê de Yekîneyên Parastina Gel û endamên Partiya Karkerên Kurdistanê bi hev re korîdoreke mirovî ava kirin ji bo derxistina gelê êzîdî ji çiyayên Şengalê.[12]

Neteweyên Yekbûyî, û çend rêxistinên din, di nav wan de Konseya Ewropayê û Yekîtiya Ewropîayê, kampanyaya li dijî Êzîdiyan ji aliyê DAIŞê ve wek komkijî binav kirine, tevî welatên DYAyê, Kanada, Ermenistan û Iraqê.

Bûyer

 
Goreke komî ya êzidiyan li herêma Şingalê (2015), ku tê de bi dehan êzîdî hatibûn definkirin, piştî ku bi awayeke hovane hatin qetilkirin.

Berî ku çeteyên DAÎŞê bikevin nav Şingalê, gelek caran hatibû ragihandin ku çeteyên DAÎŞê amedekariyê dikin ji bo ketina hundirê Şingalê, ku weke navenda pîroz ya kurdên êzdî tê zanîn. Li ser vê yekê Pêşmergeyên Hikûmeta herêma Kurdistanê ji devera Şingalê vekişiya û rê da terorîstên DAIŞê ku sibeha 3ê Tebaxa 2014ê êrişî devera Şingalê bikin.[13]

Terorîstên DAIŞê di dema êrîşa xwe de rastî berxwedaneke kêm hatin, ji ber ku piraniya deverê bê parastin bû. Bi hezaran êzidî xwe spartin Çiyayê Şingalê û li wir ji aliyê terorîstên îslamîst ve hatin dorpêçkirin. Yên ku nikarîbûn birevin hatin kuştin an revandin. Berê dema ku DAIŞê bajarê Mûsilê bi dest xistibû, çekên nûjen desteser kiribûn. Artêşa Iraqê ew çekên amerîkî li pey xwe hiştîbûn, gava bajar kete nav destê terorîstan û leşker ji bajêr reviyan. Êzîdî bixwe tenê xwediyê çekên sivik bûn. Çend delîl hene ku pêşmergeyên kurd berî ku herêma Şingalê vala bikin gelê êzidî bi qestî bêçek kirine.[14]

Hêzên navnetewî, wek yên eworopî û amerîkî û hwd, ji hewayê ve bi belafiran çend caran alikarî gihandin Çiyayê Şingalê. Lê hêzên herî zêde ku di cih de xwe gihandin kurdên êzdî, hêzên YPGê û HPGê bûn. Van hêzên kurd, di dema ku xwe gihandin Çiyayê Şingalê, korîdorek mirovî çêkirin, da ku sivîl, jin, zarok, pîr û kal bi saxî xwe bigîhinin deverên rojavayê Kurdistanê û bakûrê Kurdistanê. Wek encam, bi sedhezaran kurdên êzdî hatin xilaskirin.

Dû re hêzên parastina YPGê, HPGê û piştre yên pêşmerge jî, hatin herêmê û bi hevdû re hêzeke parastinê ya hevbeş ji bo parastina Şingalê avakirin, ku navê wê Hêzên Parastina Şingalê an YPŞ hat lêkirin. Ev hêzên kurd, ji bo derxistina terorîstên DAIŞê ji herêmê ketin nav şerekî giran.

Encam

 
Wêraniyên Şingalê di tîrmeha 2019an de piştî dagirkirina terorîstên Dewleta Îslamî

Qirkirina êzdiyan a ji aliyê DAIŞê ve encamên giran derxist holê. Ji bilî mirinan, zêdetirî 400,000 êzdî ji welatê xwe hatin derxistin. Piraniya wan hê jî wek kesên jicîhûwarkirî li kampên bi navê IDP li bakurê Iraqê dijîn. Ji 2015 heta nîvê 2019, zêdetirî 75,000 êzidî ji Iraqê reviyane Almanyayê. Gelek êzdî bi salan şûnda êşa trawmayê derbas dikin, û di sala 2020 de rêjeya xwekuştinê ya di nav kesên jicîhûwarkirî de hê jî zêde bû.[15]

Xulamtî

DAIŞê bi awayekî sîstematîk bazirganiya koleyan plan kiribû. Piştî ku jin û keçên êzîdî ji aliyê DAIŞê ve hatin revandin, ew bûn qurbaniyên xulamtiya zayendî û bazirganiya mirovan. Jinên êzdî li bazarên xulaman ên bajarê Mûsilê yê Iraqê û bajarê Reqayê yê Sûriyeyê hatin firotin. Alîgirên DAIŞê ji hemû deverên cîhanê hatin Îraq û Sûriyê ji bo kirîna "sabaya". Bihayê kirîna jineke êzdî li gorî temenê wê, hejmara zarokan û xuyabûna wê bû û di navbera 200 û 1500 dolarê amerîkî de bû. Di dema komkujiyê de zêdetirî 7.000 jin û zarokên êzdî ji aliyê DAIŞê ve hatin revandin. Li gorî Neteweyên Yekbûyî di sala 2016an de 3.200 jin û zarokên êzdî di destê DAIŞê de dîl hatin girtin. Nêzîkî 3.500 qurbanî fidyeyê hatin dayîn û bi vî awayî hatin rizgarkirin.

Di sala 2020 de, 2.900 hê jî winda ne.[16] Tê bawer kirin ku piraniya wan li welatên erebî belav bûne. Di van salên dawî de li Tirkiyê carcaran jin û zarokên revandî hatin dîtin, lê hê jî li Erebistana Siûdî, Qeter û Sûriyê gelek jinên winda hene.

Wêrankirina perestgehên êzdî

Li gor raporta RASHID International, komeleya arkeolog û pisporên mîrata çandî ji bo Iraqê, 26 perestgehên êzdiyan hatin wêrankirin.[17] Li gorî raporek din a RASHID International ya sala 2019, ew reqam wek 68 perestgeh hat sererastkirin.[18] Li ser teşwîqkirina serokê wê demê yê DYAyê Barack Obama, artêşa DYAyê bi êrîşên asmanî li dijî terorîstên DIŞIê bersiv da.[13] Ji ber ew êrîşên esmanî û kiryarên DAIŞê, deverên kevneşopî yên li herêma Şengalê bi giranî wêran bûn.[19]

Gorên komî

Heta nîvê sala 2019an, li Şingalê derdora 70 gorên komî yên êzdiyan hatin dîtin. Di 15ê adara 2019an de, vekolerên Neteweyên Yekbûyî dest bi kolandina gorên komî li gundê êzîdî Koço kirin.[20] Di navberên rêkûpêk hê jî gorên komî yên nû têne dîtin.

Xilaskirinên jinên êzdî

Bi însiyatîva Winfried Kretschmann, serokwezîrê eyaleta Baden-Württembergê, komeke taybet ji 1.100 jin û keçên êzdî wek penaber li Almanyayê hatin qebûlkirin.[21]

Car caran nûçeyên rizgarkirina jin û zarokên revandî çêdibin. Bi vî havî jin û zarokên xilaskirî vedigerin malbatên xwe. Wek mînak: Di çiriya pêşîn a 2024an de, jineke êzdî ku ji aliyê çekdarekî DAIŞê ve bo Xezeyê hatibû revandin, piştî deh salan bi operasyoneke rizgarkirinê hat azadkirin. Li gorî Wezareta Derve ya Îsraêlê, ew jin berî deh salan wek yanzdeh salî hatibû revandin û di dawiyê de ji aliyê filistîniyekî li zîvala Xezeyê hatibû girtin. Hat îdiakirin ku terorîstê Hemasê yê ku ew girtibû di êrîşeke Îsraêlê da hat kuştin û têkiliya wî bi DAIŞê re hebû. Jina êzdî piştre reviyaye cihekî veşartî li Zîvala Xezeyê, paşê ew di operasyoneke koordînekirî, tevlihev û nehênî ya navneteweyî de, bi rêya dergehê sînorî yê Kerem Şalom birin Îsraêlê û ew di ser Urduna Rojava re derbasî Urdinê bûye. Ji wir ve jin vegeriyaye mala xwe ya li Iraqê.[22]

Komkujiya êzdiyan di fîlm, wêje û hunerê de

Di van salên dawî de komkujiya êzidiyan di nava sînema û hunerê de cihê xwe girt. Li ser çarenivîsa êzidiyan çend stran, film û pirtûk hatine amadekirin.

Fîlm

  • Di fîlma "Fermana 74 Şengal" de, bûyerên dema çewisandina êzidiyan ji aliyê DAIŞê ve û parastina êzidiyan ji aliyê YPG û PKKê ve hatin kişandin. Senaryo ji aliyê stranbêjê alman-kurd Hozan Canê ve hat nivîsandin, ya ku tê de derhênerî û rola sereke ya fîlmê kiriye. Hozan Canê ji ber fîlmê li Tirkiyeyê hat girtin û piştî 2 sal ji zîndanê hat berdan.[23]
  • HÁWAR – Meine Reise in den Genozid (Rêwîtiya min ber bi komkujiyê) wek belgefîlm ji aliyê parêzvanê mafên mirovan Düzen Tekkal di sala 2015an de hat kişandin.[24]
  • Das Volk eines Engels (Gelê milyaketekê) - belgefîlma David Ben Körzdörfer, sal 2016[25]
  • Kani Shingal? (Shingal, Where Are You?) - belgefîlma Angelos Rallis, sal 2017[26]
  • Bêmal – Heimatlos. 10 Jahre nach dem Völkermord an den Jesiden (Bêmal – 10 sal piştî komkujiya êzidiyan) - belgefîlma Düzen Tekkal und David Ben Körzdörfer, sal 2024[27]

Wêje

Çavkanî

  1. ^ "U.S. to declare genocide in Iraq and Syria - CNNPolitics.com". web.archive.org. 17 adar 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 17 adar 2016. Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  2. ^ "ООН обвиняет "Исламское государство" в геноциде езидов - BBC News Русская служба". web.archive.org. 8 adar 2020. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 8 adar 2020. Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  3. ^ "ООН обвинила "Исламское государство" в геноциде езидов". web.archive.org. 10 tîrmeh 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 10 tîrmeh 2015. Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  4. ^ Foundation, Encyclopaedia Iranica. "Welcome to Encyclopaedia Iranica". iranicaonline.org (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2024.
  5. ^ "Turkish Airstrike in Iraqi Territory Kills a Kurdish Militant Leader - The New York Times". web.archive.org. 21 çiriya pêşîn 2018. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 21 çiriya pêşîn 2018. Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  6. ^ Cetorelli, Valeria; Sasson, Isaac; Shabila, Nazar; Burnham, Gilbert (9 gulan 2017). "Mortality and kidnapping estimates for the Yazidi population in the area of Mount Sinjar, Iraq, in August 2014: A retrospective household survey". PLoS Medicine. 14 (5): e1002297. doi:10.1371/journal.pmed.1002297. ISSN 1549-1277. PMC 5423550. PMID 28486492.{{cite journal}}: CS1 maint: unflagged free DOI (lînk)
  7. ^ "Islamic State persecution of Yazidi minority amounts to genocide, UN says (+video) - CSMonitor.com". web.archive.org. 8 tebax 2014. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 8 tebax 2014. Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  8. ^ "Isil's Yazidi 'mass conversion' video fails to hide brutal duress - Telegraph". web.archive.org. 23 tebax 2014. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 23 tebax 2014. Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  9. ^ "ISIS Terror: One Yazidi's Battle to Chronicle the Death of a People - NBC News". web.archive.org. 16 adar 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 16 adar 2016. Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  10. ^ "Kurdish Forces are Pushing Back Against ISIS, Gaining Ground Around Mosul". web.archive.org. 29 adar 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 29 adar 2023. Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  11. ^ Phillips, David L. (29 çiriya paşîn 2018). The Great Betrayal: How America Abandoned the Kurds and Lost the Middle East (bi îngilîzî). Bloomsbury Publishing. ISBN 978-1-78673-576-8.
  12. ^ Phillips, David L. (5 tîrmeh 2017). The Kurdish Spring: A New Map of the Middle East (bi îngilîzî). Routledge. ISBN 978-1-351-48036-9.
  13. ^ a b "Die Jesiden fünf Jahre nach dem Genozid – DW – 01.08.2019". dw.com (bi almanî). Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2024.
  14. ^ "Christen und Jesiden im Irak: Aktuelle Lage und Perspektiven". Kondar Adenauer Stiftung kas.de. 14 hezîran 2017. Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: url-status (lînk)
  15. ^ Kuntz, Katrin (23 gulan 2020). "Coronakrise: Mehr Suizide unter Jesiden im Nordirak". Der Spiegel (bi almanî). ISSN 2195-1349. Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2024.
  16. ^ Nachrichten, Stuttgarter. "Völkermord an den Jesiden: Traumatisiert und allein gelassen". stuttgarter-nachrichten.de (bi almanî). Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2024.
  17. ^ "The Intentional Destruction of Cultural Heritage in Iraq as a Violation of Human Rights" (PDF). ohchr.org. 28 tebax 2017. Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: url-status (lînk)
  18. ^ "Destroying the Soul of the Yazidis: Cultural Heritage Destruction During the Islamic State's Genocide Against the Yazidis". www.yazda.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2024.
  19. ^ "Ohne Heimat - Iraks Jesiden – DW – 03.08.2018". dw.com (bi almanî). Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2024.
  20. ^ "Nordirak: Massengrab von IS-Opfern erstmals geöffnet". www.t-online.de (bi almanî). 15 adar 2019. Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2024.
  21. ^ "Baden-Württemberg rettet über tausend Jesidinnen". FAZ.NET (bi almanî). 5 çiriya paşîn 2016. Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2024.
  22. ^ "Gaza: Vom IS entführte Jesidin nach zehn Jahren gerettet". www.msn.com. 3 çiriya pêşîn 2024. Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2024.
  23. ^ "Hozan Cane serbest bırakıldı – DW – 01.10.2020". dw.com (bi tirkî). Roja gihiştinê 6 çiriya pêşîn 2024.
  24. ^ "DOKUMENTARFILM HÁWAR". HÁWAR.help (bi almanî). Roja gihiştinê 6 çiriya pêşîn 2024.
  25. ^ "Das Volk eines Engels (2016)". IMDb (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 6 çiriya pêşîn 2024.
  26. ^ "Shingal, where are you? (Kani Shingal?) – AR Productions" (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 6 çiriya pêşîn 2024.
  27. ^ "BÊMAL – HEIMATLOS | Human Rights Film Festival Berlin". www.humanrightsfilmfestivalberlin.de (bi almanî). Roja gihiştinê 6 çiriya pêşîn 2024.
  28. ^ Bernbeck, Johannes. "Ferman 74 - Der Genozid an den Jesiden 2014/15". www.uni-potsdam.de (bi almanî). Roja gihiştinê 6 çiriya pêşîn 2024.
  29. ^ "Elif Shafak: There are Rivers in the Sky". international literature festival berlin (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 6 çiriya pêşîn 2024.