Kurd Dîplomat (rojname)

(Ji Dîplomat hat beralîkirin)

Kurd Dîplomat rojnameyek heftane ya kurdên Azerbeycanê ye.

Rojnameya Dîplomat ji sala 2003’a ve bi zimanê kurdî, azerî û rusî weşanê dike. Rojnameya ku pirgirêkên kurdên li Azerbeycanê dijîn tîne rojevê, tevî mijarên aktuel, her wiha cîh dide çand û dîroka kurdan. Sernivîskarê rojnameya Dîplomat Tahir Silêman e. Nivîsîngeha rojnamê li bajarê Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê ye. Rojname her meh çar caran tê weşandin. Her hejmar bi çapa 2500 hebî de derdikeve. Rojname xwe digihînê xwendevanên li Azerbaycanê, nava cimaeta Kurdên Federasyona Rûsyayê, nava cimaeta Kurdên komarên Asyaya Navîn, herwisa jî di nava hin deverên Kurdistana Bakûr de jî tê belawkirin.

Dîroka rojnamê biguhêre

Rojnama Dîplomat ji meha rezbera sala 2002’an ve qinyat û evraqê wê hatine amadekirin û ji meha reşemîa sala 2003’a ve dest bi weşanê kiriye. Bi sedema aborî cara yekemîn rojname, du mehan carekê dihat weşandin. Di demekî kurt de xwendevanên wê pir bûn, di nava rewşenbîran de bi hewaskarî hate xwendinê, alîkarê xwe berhev kir. Piştî wê, mehê carekê dihate weşandin. Nuha heftê carê têweşandin. Li Nivîsxanê (rêdaksiyonê) da ji bilî malbata Tahir Silêman, çar kes bê mehtiyê alîkariyê didin.

Rojname di malpera xweda bi avayê pdf ê jî tê belavkirin.

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre