Mafên mirovan, qaîde yan jî mormên exlaqî ne ku ji bo hinek pîvanên tevgera mirovan û bi rêkûpêk di qanûnên herêmî û navneteweyî de têne parastin. Qaîdeyên mafên mirovan bi gelemperî wekî ku nayê guhertin tê pênaskirin. Mafên bingehîn ên mirovan e "ku mirov bi tenê ji ber ku ew mirovek e" û ku ferqa temen, koka etnîkî, cih, ziman, ol, etnîsîte û her rewşek din be. Maf di asta gerdûnîbûnê de li her derê û her dem têne bikaranîn û di wateya ku ji bo her kesî yek in û wekhevîne, têne bikaranîn. Maf wekî ku hewceyê hestiyariyê û serweriya qanûnê hewce dikin û mecbûrî li ser mirovan ferz dikin ku rêzê li mafên mirovan ên kesên din bigirin û bi giştî tê dîtin ku divê ew neyên girtin ji bilî ku di encama pêvajoyek rast de li ser bingeha mercên taybetî.

Peymana mezin a Magna Carta ya mafên mirovan. Manga Carta, peymaneke mafê mirovan ya dîrokî ye ku ji aliyê Qiralê Îngilîstanê John ve hatiye pejirandin

Têgîna nûjen a mafên mirovan piştî Şerê Cîhanê yê Duyem girîngiyeke girîng bi dest xistiye, nemaze di bersivdayîna hovîtiya Holokostê de ku bûye sedema pejirandina Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan (UDHR) ku ji aliyê Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve di sala 1948an de hatiye pejirandin. Vê belgeyê ji bo rûmeta mirovan, azadî û dadmendiyê standardeke gerdûnî diyar kiriye ku danezaneke berfireh ê mafên mirovan e ku welat têne teşwîq kirin ku bikar bînin. UDHR ji wî demê ve ji gelek peymanên navneteweyî û ji qanûnên neteweyî îlham wergirtiye ku ji bo pêşvebirin û parastina van mafan li seranserê cîhanê hatine çêkirin.

Digel ku prensîba mafên mirovan ên gerdûnî bi berfirehî hatiye pejirandin, nîqaşên li ser kîjan mafê ku divê pêşî li ber çavan bigirin ku çawa bêne bicîhanîn û sepandina wan di çarçoveyeke çandî de çawa were berdewam kirin berdewam dike. Rexne bi gelemperî ji perspektîvên mîna relativîzma çandî derdikevin ku amaje dikin ku mafên mirovan ên takekesî ji bo civakên ku pêşî li nasnameya komînal an kolektîf digirin ku negunca ne û dibe ku bi hinek pratîkên çandî an kevneşopî re bi nakokî bin.

Mafên mirovan li ser vê têgihiştinê ye ku hemû mirov azad û di maf û rûmetê de wekhev tên dinyayê. Mafên mirovan azadiya her kesî diparêze ku biryara xwe bi awayeke serbixwe bide û bi awayeke serbixwe şiyanên xwe pêş bixe. Bi awayekê qanûnî, mafên mirovan di qanûna navneteweyî û di peymanan de û piştre jî di qanûnên navxweyî a hatine diyarkirin.

Gelek ramanên bingehîn ên ku tevgera mafên mirovan zindî kiriye, piştî Şerê Cîhanê yê Duyem û piştî bûyerên Holokostê pêş ketine[1] ku di dawîyê de sala 1948an de Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan li Parîsê ji aliyê Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve hatiye qebûl kirin.[2]

Gelên kevnar xwediyê heman têgîna îro ya ku di derbarê mafên mirovan ên gerdûnî de ye nebûn.[3] Lêbelê her çiqas têgeh bi awayê îro nebe jî bi sedsalan e ku têgeha mafên mirovan heye.[4][5][6]

Kesên pêşîn ên ku nîqaşa mafên mirovan kirine nîqaşên têgeha mafên xwezayî bû ku yekem car wekê beşek ji kevneşopiya hiqûqa xwezayî ya serdema navîn, hatiye dîtin. Têgeh di dema ronakbîriya ewropî de bi fîlozofên wekê John Locke, Francis Hutcheson û Jean-Jacques Burlamaqui re bi rêgezên nû de pêş dikeve û di nivîsarên siyasî yên Şoreşa Amerîkî û Şoreşa Fransî de bi awayeke diyar cih girtiye.[1] Ji vê bingehê argumanên mafên mirovan ên nûjen di nîvê paşîn a sedsala 20an de[7] dibe ku wekê bertekeke li hember koletî, îşkence, jenosîd (komkujî) û tawanên şer derketiye holê.[1]

Her çiqas gelên kevnar bi heman awayê ku wekê mirovên îro li ser mafên mirovan ên gerdûnî nafikirîn bin jî têgeha mafên mirovan di serdemên kevnar û pêş-modern de hebû.[8] Pêşengê rastîn ê axaftinên mafên mirovan têgeha mafên xwezayî bû ku wekî beşek ji kevneşopiya hiqûqa xwezayî ya serdema navîn xuya bûye ku di dema Ronakbîriya Ewropî de girîng bû. Ji vê bingehê, argumanên mafên mirovan ên nûjen di nîvê paşîn a sedsala 20an de derketine holê.[8]

Kevneşopiya hiqûqa xwezayî ya serdema navîn bi giranî ji nivîsarên ramyarên xiristiyan ên pêşîn ên St Paul wekî St Hilary of Poitiers, St Ambrose û St Augustine bi bandor bûne. Augustînos di nav kesên destpêkê de bû ku rewabûna qanûnên mirovî lêkolîn kiriye û hewl da ku sinorên qanûn û mafên ku bi xwezayî li ser zanatî û wijdanê diqewimin diyar bike ku li cihê ku mirov bi awayeke kêfî ji aliyê mirovan ve were ferz kirin û heke mirov mecbûr bin ku guh bidin qanûnên ku neheq in.

Kouroukan Fouga destûra bingehîn a Împaratoriya Malî ya li Rojavayê Afrîkayê bû. Destûra bingehîn di sedsala 13an de hatiye damezrandin ku yek ji yekem peymanên mafên mirovan bû. Di nav qanûnên destûra bingehîn de "mafê jiyanê û parastina yekparebûna laşî" û parastinên girîng ji bo jinan hebû.

Magna Carta peymanek îngilîzî ye ku bi eslê xwe di 1215an de hatiye derxistin ku bandor li pêşkevtina qanûnên hevpar û gelek belgeyên destûrî yên paşîn ên têkildarî mafên mirovan, wek Qanûna Mafên Mirovan a 1689an, Destûra Bingehîn a Dewletên Yekbûyî yên sala 1789an û Qanûna Dewletên Yekbûyî yên sala 1791an kiriye. Feylesofê Îngilîzî yê sedsala 17an John Locke, di berhema xwe de mafên xwezayî nirxandiye, wan wekî "jiyan, azadî û milk (milkî)" bi nav kir û destnîşan kiriye ku ev mafên bingehîn di peymanên civakî de nayên radest kirin.[9]

Danezana gerdûnî ya mafên mirovan

biguhêre

Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan (UDHR) danezanek ne-girêdayî ye ku di sala 1948an de ji hêla Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve hatiye pejirandin ku beşek ji bo bersivdana bûyerên Şerê Cîhanê yê Duyemîn e. UDHR ji dewletên endam daxwaz dike ku gelek mafên mirovî, sivîl, aborî û civakî bi pêş bixin û destnîşan dike ku ev maf beşek in ji "bingeha azadî, dadmendî û aştiya cîhanê" ye. Daxuyanî yekem hewldana qanûnî ya navneteweyî bû ji bo sînordarkirina reftarên dewletan û piştrastkirina ku ew erkên xwe li hember welatiyên xwe li gorî modela dualîtiya maf-erk pêk tînin.

...pejirandina rûmeta cewherî û mafên wekhev û nenas ên hemû endamên malbata mirovan bingeha azadî, dad û aştiya cîhanê ye. (Pêşgotina danezana gerdûnî ya mafên mirovan 1948)

Bi seroka Eleanor Roosevelt ku di sala 1947an de dest bi nîqaşkirina Qanûnek Mafên Navneteweyî kir, UDHR ji hêla endamên Komîsyona Mafên Mirovan ve hate damezrandin. Endamên komîsyonê di cih de li ser awayê qanûnek weha ya mafan û gelo, yan çawa were bicîhanîn li hev nekir. Komîsyonê dest bi çarçoweya UDHR û peymanên pê re kir. Profesorê hiqûqê yê Kanadayî John Humprey û parêzerê Fransî René Cassin bi rêzê berpirsiyarê piraniya lêkolînên navneteweyî û avahiya belgeyê bûn ku li vir şirovekirên madeyên deklerasyonê û prensîba giştî ya pêşgotinê bûn. Belge ji aliyê Cassin ve hatiye amadekirin da ku di her du bendên yekem de prensîbên bingehîn ên rûmet, azadî, wekhevî û biratiyê bihewîne, li dûv wê jî mafên kesane bi awayekî serkevtî hatine bicihkirin ku tê de mafên kesan li hember hev û bi koman re; mafên giyanî, giştî û siyasî û mafên aborî, civakî û çandî hebûn. Di sê bendên dawîn de, li gorî Cassin, mafan di çarçoveya sînor, erk û nîzama civakî û siyasî ya ku tê de têne bicihanîn de cih digire. Humphrey û Cassin xwestin ku mafên di UDHR de bi hinek awayan bi qanûnî bêne bicîh kirin, wekî ku di benda sêyemîn a pêşgotinê de hatiye diyar kirin:

Ji ber ku ger mirov neçar bimîne ku wekî çareya dawî serî li serîhildana li dijî mêtingerî û mêtingeriyê bide, pêdivî ye ku mafên mirovan bi qanûnê bêne parastin. (Pêşgotina danezana gerdûnî ya mafên mirovan 1948)

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ a b c ""The Last Utopia: Human Rights in History," By Samuel Moyn, reviewed by Gary J. Bass | The New Republic". web.archive.org. 12 îlon 2015. Roja gihiştinê 5 kanûna paşîn 2025.
  2. ^ Simmons, Beth A. (31 tebax 2009). Mobilizing for Human Rights: International Law in Domestic Politics (bi îngilîzî). Cambridge University Press. ISBN 978-1-139-48348-3.
  3. ^ Freeman, Michael (2 kanûna pêşîn 2002). Human Rights: An Interdisciplinary Approach (bi îngilîzî). Wiley. ISBN 978-0-7456-2356-6.
  4. ^ "Human Rights evolution, a brief history. | CoESPU - Center of Excellence for Stability Police Units". web.archive.org. 6 adar 2023. Roja gihiştinê 5 kanûna paşîn 2025.
  5. ^ "A Short History of Human Rights". hrlibrary.umn.edu. Roja gihiştinê 5 kanûna paşîn 2025.
  6. ^ Nations, United. "International Human Rights Law: A Short History". United Nations (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 5 kanûna paşîn 2025.
  7. ^ Moyn, Samuel (15 îlon 2010). The Last Utopia: Human Rights in History (bi îngilîzî). Harvard University Press. ISBN 978-0-674-04872-0.
  8. ^ a b "Human rights". Wikipedia (bi îngilîzî). 24 çiriya pêşîn 2022.
  9. ^ "en.m.wikipedia.org/wiki/Special:BookSources/978-1116447477".

Girêdanên derve

biguhêre