Elif Şafak li sala 1971ê li Strasbourgê hatiye dinyayê. Nivîskareke bi koka xwe ji Tirkiyeyê ye ku bi înglîzî, tirkî û fransî dinivîse.

Elif Şafak
Elif Şafak
JidayikbûnElif Bilgin
1ê kanûna paşîn a 1971ê
Strasbûrg, Fransa
PîşeRomannivîs
Zimanê nivîsinêTirkî, îngilîzî û fransî
NeteweTirk
Şêweyê wejêyîRoman
Berhemên navdar
Malperwww.elifshafak.com
biguhêreBelge

Dê û bavên wê dîplomatên dewleta tirkan yê li Fransayê bûn. Piştî debavên wê ji veh cida bûn, ew bi dayîka xwe ra li Fransayê ma. Dema sinêleyî (nûcuwanî) a xwe li welatên mîna Spanyayê û Ordonê derbas kirin. Pişt re vegeriya Tirkiyê û xwendina xwe di warê pêwendiyên navneteweyî li Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn li Enqereyê bi dawî kir. Xwediya bawernameya Mastera Zanistan di ware Lêkolînên Jinan û Guhnêlê e. Navnîşanê têza mastera wê Jiberhevhilweşandina Jinîniyê li goreyî Têgehiştinên Dewranî yên Derwêşî a Nekevneşopî di Îslamê da bû. Wê Diktoraya xwe li pişka Zanistên Sîyasî her li heman zanîngehê wergirt.

Li sala xwendinê ya 2003-2004ê, Şefek zanistvaneka serdanker li Zanîngeha Mişîganê li Emrîkayê bû. Ev zanistvana civaknasî niha li Pişka Xwendinên Rojhilata Nêzîka Zanîngeha Arîzonayê Seydaya Arîkar (Assistant Professor) e.

Destpêka karê Elîfê di edebiyatê da çîrokek bi navê Kem Gözlere Anadolu li sala 1994ê bû. Romana wê ya pêşîn, Pinhan (Sofî) li sala 1998ê Xelata Mewlanayê wergirt, ku ji baştirîn karên edebî yên Îrfani ra dihêt dan. Xwendayên nivîsînên wê bi romana Şehrin Aynalari (Neynikên Bajêrî) gelek zêde bûn. Ev roman bû sedema hindê ko li sala 2000ê xelatê "Yekîtiya Nivîskarên Tirkîyê" werbigire. Elîfê berî jiyê 30 saliyê hemî xelatên edebî yên giring ên Tirkiyê wergirtin û digel Orhan Pamukî gihîşt kopîtka edebiyata hevçerxa Tirkiyê.

Elîfê du roman bi înglîzî jî nivîsîne. Ji ber amajekirina bi Tuxmkujiya Ermeniyan di romana xwe ya înglîzî a duyê da, The Bastard of Istanbul (Bijjiyê Stembolê), li 27ê hezîrana 2006ê, li goreyê Benda 301ê ji Qanûna Cezayê a Tirkan Elîf li Tirkiyê bi tawana "Biçûkxistina Tirkîtiyê" hat tawanbarkirin. Li goreyê wê dozgeriyê, reng e Elîf sê salan bihêt zîndanîkirin. Wergêrê romanê bo ser zimanê tirkî û weşanxaneya wê jî bi heman tawanê hatine tawanbarkirin.

Li sala 2005ê, li heyama sefereka belavkirina kitêbekê li Berlîna paytextê Almanyayê Elîf bi rojnamevanê tirk Eyûb Can ra zewicî. Li roja 15ê îlûna 2006ê keça wan, Şehrezad Zelka hat ser dinyayê.

Bîbliyografî

biguhêre
Tirkî
Wergerên bi holendî
Berhem û wergerên bi îngilîzî
Wergerên bi fransî
Wergerên bi almanî
  • Spiegel der Stadt (wergera Şehrin Aynaları ji tirkî), Literaturca Verlag 2004, ISBN 3-935535-06-6
  • Die Heilige des nahenden Irrsinns (wergera The Saint of Incipient Insanities ji îngilîzî), Eichborn 2005, ISBN 3-8218-5750-1
  • Der Bastard von Istanbul (wergera The Bastard of Istanbul ji îngilîzî), Eichborn 2007, ISBN 3-8218-5799-4
  • Der Bonbonpalast (wergera Bit Palas ji tirkî), Eichborn 2008, ISBN 3-8218-5806-0
Wergerên bi îtalyanî
Wergerên bi polonî

Girêdanên derve

biguhêre