Quzêrîb (navê wê yê kevn di qeydên osmanî de Quhêrîb an Qohêrîp bû, 1928:  قونيريب "Konérip" (Qonêrîp)[2] 1946: Kuzeyrip[3], bi tirkî: Yazır ), gundekî Stewrê yê ku navçeyek Mêrdîn e. Berê gundekî Diyarbekrê bû. Him li ser weadên Mala Qawakan yê Stewrî ku alîgirên Îsmet Paşa bûn û talibê ray(deng)ên gundiyan bûn û him jî ji ber ku di çiya re Stewrê ji bajarên din nêztir bû, gund, wek Rêzgundên xwe Dêrîş, Cirzê û Çilstûnê di encama plebîsîteke berî nuha 50-60 sal de xwe bi Stewrê ve grêda ye. Lê tu fêde û xêr û xizmet ji Stewrê nedîtiye; lewra heyta sala 2005an jî bê av mabû. Gund ji zemaniyan heyta vê dîrokê jî divêtiya xwe ya avê ji ava berf û baranê ku çile û buharan di çahlan de dihat hilanîn bicî dianî.

Quzêrîb
Yazır
Quzêrib&Cirzê.jpg
Qunzêrîb (2011)
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Mêrdîn
Navçe Stewr
Nahiye Ewîna, Stewr
Demografî
Navê nîştecihan quzêrîbî, qunzêrîbî
Gelhe (2008) 374[1] kes
Erdnîgarî
Koordînat 37°38′42″Bk 40°47′11″Rh / 37.64500°Bk 40.78639°Rh / 37.64500; 40.78639
Bilindayî 830 m
Koda postayê 47860
Koda telefonê 0482
Nexşeya cihan Tirkiye
Quzêrîb is located in Tirkiye
Quzêrîb
Quzêrîb

DîrokBiguherîne

 
Ecaca Qunzêrîb

Navê xwe ji 170 zêrîbên ku ji çiyê diherikin û li gund dicivin stendiye. Ji ber ku van zêrîban li vir dicivin gund bi Qun-zêrîb hatiye binavkirin.

Gundekî gelek kevn û dîrokî ye. Li ser kurr (qelaç)ekî bi drêjahî hatiye avakirin û li binê wê bi sedan şikeft he ne ku nuha bi granî giş wek axur û kadîn tên bikaranîn.

Di sala 1994an de ji alî hêzên dewletê ve hate valakirin. Di sala 2002an gund ji bicîbûnê re hate vekirin niştecih vegeriyan gundê xwe.

Di dema osmaniyan de nêvî di bin hîmayeya Ehmed Axayê Ewînî de, nêvî jî dibin a Husên Axayê Qoxiyî de bû.

ErdnîgarîBiguherîne

 
Pizîlaqek ji Çiyayê Quzêrîb

Di tixûbê Bismil û Stewrê de ye. Li derdora wê gundên Cirzê, Dêrîş, Gundikê Pîrê, Girê Izêr û Gundikê Hemo he ye. Aliyekî wê çiya, aliyekî wê jî deşt e. Zivistanê gund ji ber ku li ber çiya ye bi berf û baran û sar e. Carinan rêya gund dihê birîn ji ber pirr barîna berfê yan jî baranê. Havînê li gund roj germ û bi kelqij derbas dibin, lê şev hênik in. Li gund di şevên havînê de razana li ser xaniyan kêfek cuda ye.

Mehlên gundBiguherîne

Mehla Rûta (Kurra Rûta), Mehla Resûlkê, Mehla Şexo...

Herêmên gundBiguherîne

Pala Derikê, Aşkê Cina, Cirdê Kesko, Cirdê Hevşiya, Giyarê Xelîloka, Gola Xetiko, Rabetîn, Erdê Înter, Çala Bedirka, Mîrê Ereb, Newalka, Dara Bûbo, Darikê Melê, Hejîra Reş, Newala Simaqan, Hejîra Nordo, Guhera Mehmê Hedo, Şikefta Aliya, Şikefta Mendikê, Şikefta Hisî, Şikefta Topo, Guherê Dimiliya, Newala Çala, Gola Kelem, Şikeftên Cemo, Erdê Rewdê, Kurra Rûta, Kurra Sînka, Kurra Ortê, Kurra Çeloguriya (Qerhêtiyan), Gakêviyê, Nezarê Reş, Ziyaretka Kerro, Şikefta Mêzesorê, Bêrimkê Elo, Kendalê Sor...

Dahl û gihaBiguherîne

Dahl û gihayên ku li gund û derdoran wê şên dihên ev in: berû, guvîj, behîv, hejîr, tehû, trîreşk; pizîlaqa bizinan, pizîlaqa miyan, pizîlaka kûçikan, teqînok, xelîlok, xerdel, gangulok, nîsanok, botav, bojna, gihabîbo, gonîkirrkorr, dûberxok, serspîk, pîvok, movik, solyasik, doberankerbeş, devreş, spilok, cedas, genimok, zîwan, xwurên, helawa keran, qabqabiktahlî, kereng, kulîlka bûk û zavê, perîtok, kerbeşa çavbelek, gûriz, pepikê kewê, pîrqelaçk, gîhakê sêvo, xilindor, kulîlka bûk û xwesiyê, xiyarok, derzîdank, baqilên ga, baqilên xatûnî, bakilên maran, baqilên hespan, baqilên psîkan, baqilên keran, nokreşk, kuncî, dermanreşk, cihok, indeko, nefel, kereng, qîvar û gelekî din.

Aboriya gundBiguherîne

 
Ji Quzêrîbê

Aboriya gund bi çandinî, xwedîkirina heywanan (yên wek çêlek, , berx, bizin, hesp, qantir û ker) û frotina çilo, hejîr û trî ye. Ciyê trî û esirandina wî ya payîzâ li ser mahseran wek ritûelekê grîng e. Di sala 2009an de li gund kooperatîvek jî vebûye.

Çand û hunerBiguherîne

Lîstikên gundBiguherîne

 
Ji aliyê Dengiza

Xarmenaj; dar û pil; kab û pere, birrê; heftok; çakûç û herî; gok; morik, Kerikê kerajotî, Husomeyn, Destmalê, Bizina Kejo, Holê, leyistina hêkan û her eyda remezanê û eyda qurbanê bi Dêrîşiyan re li derdora Pala Dêrikê şerkirina bi keviran...

Hobiyên gundBiguherîne

Seyda (Nêçîr) kewan û keroşkan û xwedikirina kewan. Kew di çanda gund de ciyekî giring digirin.

Malbatên QuzêrîbêBiguherîne

Malbatên ku ji vî gundî ne yan jî ji vî gundî belav bûne: malbata Resûlkê, malbata Şêxo,malbata Pîrê, malbata Rûta (Necîmoxliyên Dêrikî); malbata Çelogurrî (li kerhêta û Xerebazinê dijîn); Sînkî (nuha li Dêrîş, Kelêya Pozreş û li beriya Mêrdînê dijîn); malbata Hesen Bajarî (li Tepêya baravan dijîn);Malbata Avşaran (li Qoruxçî dijîn).

GalerîBiguherîne

ÇavkanîBiguherîne

  1. tuik
  2. Son Teşkilat-ı Mülkiyede Köylerimizin Adları. İstanbul: Hilal Matbaası, T. C. Dahiliye Vekaleti Nüfus Müdiriyet-i Umumiyesi Neşriyatından. 1928.
  3. Türkiye'de Meskûn Yerler Kılavuzu I-II. Başbakanlık Devlet Matbaası, Ankara, 1946.