Guhîj
(Ji Guvîj hat beralîkirin)
Guhîj | |
---|---|
Guhîj | |
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Plantae |
Parçe: | Magnoliophyta |
Çîn: | Magnoliopsida |
Kom: | Rosales |
Famîle: | Rosaceae |
Binefamîle: | Maloideae |
Cins: | Crataegus Tourn. ex L. |
Guhîj darek bi stirî ye ku bejna wê 5 - 15 metreyan jî bilind dibe.[1] Tê bawerkirin ku li cîhanê kêm zêde 200 cureyên wê hene.[1] Lê li Kurdistanê 7-10 cureyên wê çêdibin. Fêkiyên wê weke bi qasî nokekê (hinek jî qasê alûcan) mezin in. Rengên wan ji hev cuda ne, zerê vekirî, sor, sorê tarî û reşê vekirî. Di nava fêkiyên wan de sîsik hene. Tama fêkiyên wan miz e (tirşîn). Fêkiyên wan di payîzê de çêdibin, heta berf bikeve jî pêve dimînin. Kulîlkên darên wan spî û pembe ne û di meha nîsan û gulanê de vedibin.[2]
Welat
biguhêreGuhîj riwekeke aîdî nîvkada bakur e ku li welatên Ewropa, Asya û Amerîkaya Bakur hêşîn dibin. Guhîja derewîn bi piranî li dewletên bakurê Ewropayê yên mîna Îrlanda û Brîtanya şîn dibin.[2]
Çavkanî
biguhêreEv gotara li ser riwekan şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |