Cejna Qurbanê

cejna olî

Cejna Qurbanê, Eyda heciyan an jî Eyda qurbanê (bi erebî: عيد الاضحى; bi farsî: عید قربان; bi tirkî: Kurban Bayramı) li gorî baweriya misilman cejna qurbankirina ajalan a dînê îslamê ye. Ew li gorî salnameya hîcrî di roja 10an a meha Zîlhice de dest pê dike û çar rojan diajo. Ji bo sedema cudahiya di navbera salnameya hîcrî û salnameya gregorî de, 10 an jî 11 rojan ciyawazî heye, li gorî salnameya Gregorî ew her sal di demên cuda de tê pîrozkirin. Cejna Qurbanê herwiha ji bo misilmanan dema ferza îslamî ya serdankirina Kabeyê ye ku misilman bi vê serdanê dibin hecî.

Ajalên qurbankirî

Li welatên ku gelheya wan bi giştî misilman in, cejna Qurbanê weke betlane ya fermî tê pejirandin. Cejna Qurbanê bi Cejna Remezanê re yek ji girîngtirîn cejnên îslamê ye.

SedemBiguherîne

 
Serdankirina misilmanan li Kabeyê

Yek ji ceribandinên sereke yên jiyana Îbrahîm ew bû ku bi kuştina kurê xwe yê delal bi fermana Xwedê re rû bi rû bimîne. Li gorî vegotina nû, Îbrahîm her tim pîsxwenê dîtiye ku kurê xwe Îsmaîl kurê Hecîra dikuje. Îbrahîm dizanibû ku ev fermanek ji Xwedê ye û wî ji kurê xwe re got, wekî ku di Quranê de tê gotin "Ey lawo, ez di xewna xwe de dibînim ku ez te serjê dikim", Îsmaîl bersiv da: "Bavo, tiştê ku ji te tê emir kirin bike." Ibrahîm xwe amade kir ku radestî daxwaza Xwedê bibe û xwe amade bike ku kurê xwe wekî bawerî û peristina Xwedê serjê bike.[1] Şeytan di dema amadebaşiyê de, Îbrahîm û malbata wî ji cîbicîkirina emrê Xwedê dûr dixe û Îbrahîm bi avêtina keviran Şeytan ji wî dûr xist. Ji bo bîranîna redkirina Şeytan, kevir li stûnên sembolîk têne avêtin kevirkirina Şeytan di dema merasimên Hecê de.[2]

Xwedê dildariya Îbrahîm a ji bo qurbankirina tiştê ku jê re ezîz bû nas kir û hem Îbrahîm û hem jî Îsmaîl qedrê xwe da. Serfirîşte Cibrayîl ji Îbrahîm re got: " Ey Îbrahîm, te ayetan pêk anîn û berxekî ji esmanê ji aliyê serfirîşte Cibrayîl ve ji pêxember Îbrahîm re pêşkêş kir ku li şûna Îsmaîl serjê bike. Misilmanên cîhanê Cejna Qurbanê ji bo bîranîna hem dilsoziya Îbrahîm û hem jî saxbûna Îsmaîl pîroz dikin.[3][4][5]

Nimêja Cejna QurbanêBiguherîne

Wek Cejna Remezanê roja cejna qurbanêya pêşin an jî duyem nimêja cejnê he ye. Ew du rekatin û sibe bi cimate tê kirin.

Daraza Qurbanê gorî ZavanBiguherîne

Qurbanê, ew kesên narewîtî, azad û qasî nîsab male xwe henî dikin. Nîsaba ji bo qurbanê wiha ye: ew kesî, hewceyiyên bingehîyen wek xanî, tiştên bingehiyên xanî, heywana ji bo siyar bûne, sê qat kincên xwe, ew kesên li aborîye wan peyda dike û li deynên xwe bê tir qasî 80, 18 gr zerî xwe heyî qurbanê dike. Lê qurban daraza qurbanê gorî zavan cihê bi cihê ye. .

ŞafiîBiguherîne

Gorî şafiîyan qurban kirin suneta mûekkede ye. Ew kesên, jin an jî mêr, qanda Nîsab malî xwe heyî re qurban kirin suneta mûekede ye.

MalikîBiguherîne

Gorî malikîyan qurban kirinê suneta mûekkede ye. Ew merên qanda Nîsab malî xwe heyî re qurban kirin suneta mûekkede ye.

 
Gurandina qurbanekî li Senegalê

HenefîBiguherîne

Gorî henefîyan qurban kirin ew kesî rewşa xwe rind re wacib e. Ew kesî, jin an jî mêr, qanda Nîsab malî xwe heyî re qurban kirin wacib e.

HenbelîBiguherîne

Gorî henbelîyan ew kesî rewşa xwe rind re ferza kifaye ye. Ew merên qanda Nîsab malî xwe heyî re qurban kirin ferza kifaye ye.

Ajalên tên Qurban kirinBiguherîne

Mih, bizin, hêştir, dewar û ga dikanin werin qurbankirin. Li wan divê ko bikêmasî deve 5, dewar û gemêş 2, mîh û bizin ji 1 dîtî be. Mîh û bizinan ancax yek kes dikana qurban bike. Deve, dewar û gemêşan jî heta 7 kesan mirov dikana tev qurban bike. Ew heywanên bi kêmasî wek çav, gunên xwe tune, naxweş, lawaz qurban nabin.

Li gorî Salnameya gregorî dîroka pîrozkirina cejnê:

ÇavkanîBiguherîne

  1. Bate, John Drew (1884). An Examination of the Claims of Ismail as Viewed by Muḥammadans (in îngilîzî). BiblioBazaar. p. 2. ISBN 978-1117148366. Archived from the original on 2015-02-06. Retrieved 2022-05-04. Ishmael sacrifice.
  2. Firestone, Reuven (1990). Journeys in Holy Lands: The Evolution of the -Ishmael Legends in Islamic Exegesis (in îngilîzî). SUNY Press. p. 98. ISBN 978-0791403310. Retrieved 2022-05-04.
  3. "The Significance of Hari Raya Aidiladha". muslim.sg (in îngilîzî). Archived from the original on 2020-06-14. Retrieved 2022-05-04.
  4. Elias, Jamal J. (1999). Islam (in îngilîzî). Routledge. p. 75. ISBN 978-0-415-21165-9. Archived from the original on 2016-06-10. Retrieved 2022-05-04.
  5. Muslim Information Service of Australia. "Eid al – Adha Festival of Sacrifice" (in îngilîzî). Missionislam.com. Archived from the original on 2011-12-08. Retrieved 2022-05-04.